NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Serdozgeriya Komarê ya Mersinê der barê Meclîsa Ciwanên HDP’ê, xebatkarên rojnameya ‘Yeni Yaşam’ Murat Sekmen û Tuba Salman jî di nav de derheqê 7 kesan û 16 endamên Meclîsa Ciwanan de îdîanameyê amade kir û doz vekir. Dozgerê faşîst her xebatên ciwanan û belavkirina rojnameyê wek sûc dit. Çalakiyên grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven hevseroka DTK’ê hatibû destpê kirin û di vê demê de çalakiyên ji bo bla kişandina li ser grevên birçîbûnê hatibûnkirin wek sûc hate nîandan. Di vê çarçoveyê de, hindek nûçeyên ku di ragihandinan de derketibûn bû çavkaniya wî sûcî.
Ragihandinên ku wek çavkaniya vî sûcî hate ditîn, yek jê ajansa me Nûçe Ciwan bû, bi van gotinan dozgerê faşîst ev yek da eşkere kirin: “Li gorî nûçeyên ku di malpera înternetê ya Nûçe Ciwan, ku di çarçoveya rojeva rêxistina terorê ya PKK/KCK weşan dike derketin pêş hate fêmkirin ku li avahiya HDP’ê ya Mersinê di civînekê de di bin navê ‘Meclîsa Ciwanên HDP’ê’ tevgerandinek nû çêdibin. Navê Meclîsa Ciwanên HDP’ê tene wek hiqûqî/navêr/dîmenkî tê bikar anîn, kesên di nav Meclîsê de cihê xwe digrin endamên tevgera ciwanan ya PKK’ê a teror ‘Tevegra Ciwan Şoreşger (DGH)’ e. Ev Meclîs li gorî armanc û talîmatên rêxistinê tevdigerin. Bi şîxûlandina navê Meclîsa Ciwanên HDP’ê xwestin hişmendiya hiqûqî bide avakirin, û dihat xwestin ku tevgera ciwanên rêxstina teror PKK/KCK ku bi navê DGH tevdigerin bide veşartin.”
SÛCÊN KU DOZGERÊ Û DEWLETA FAŞÎST A TIRK DI DERHEQÊ AJANSA ME DIBEJIN BÊBINGEHIN
Di rojek wiha de, ku em di salvegera roja çapemeniya azad de ne, li hemberî ajansa me sûçên bi vî rengî nîşandayin, dide xuyakirin ku dewleta faşîst a tirk çi nêzîkatî li hember çapemeniya azad raber dike. Ajansa me li tevahî cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê zextên li dijî ciwanan û qedexekirinê li ser wan û herwiha çalakî û tevgerandinên ciwanan dikin nûçe. Di derheqê ajansa me ku weşanek demokratîk û bêalî dimeşine sûçên bêbingeh û neheq tê kirin, em jî wan sûçan ticarî qebûl nakin û dîsa dibejîn ku tu girêdayînbuyina me bi tu rêxistinan re tune. Li dijî ajansa me ku hertim astengî û mafê meşandina ragihandinek azad tê qedexekirin, em dewleta faşîst a tirk, dozger û efserê şermezardikin û hemû sûçên ku tên kirin red dikin. Em ê têkoşîna ragihandinek azad û bêalî hertim bimeşînin, em wek ajansa Nûçe Ciwan dîsa diyar dikin ku em ê li her deverê bibin dengê ciwanan.
Ajansa Ciwanan ya Nûçe Ciwan