Geşedanên beriya peymanê
Dewleta Osmanî bi hêviya axa ku ji bin desthilatdariya wê derketiye paş ve bigire û dîsa vegere rojên xwe yên ‘bi heybet’ ligel Almanyayê kete Şerê Cîhana Yekemîn û di encamê de têk çû. Li ser wê têkçûnê di 30’ê cotmeha 1918’an de di navbera herdu eniyan de peymana agirbestê ya Mondrosê hat destnişankirin. Di wê peymanê de axa ku di bin desthilatdariya wê de mabû ji aliyê Îngilistan, Fransa û Îtalyayê ve hate parvekirin. Ji mayinde kirina parvekirinê di 10’ê tebaxa 1920’an de peymana Sewrê hate destnîşankirin. Şerîf Paşa wekî nûnerê kurdan, Gagos Nûbar Paşa jî wekî nûnêrî ermenan tevlê civînên destnîşankirina peymanê bibûn. Li gorî wê peymanê dê dewleteke ermenan ku ji bajarên Wan, Bedlîs, Erzirom û Trabzonê pêk tê bihata avakirin. Dê kurd jî ji herêma Urmiyeyê heta Rihayê li bakurê Iraq û Sûriyeyê xwedî dewleteke nîv-serbixwe bin. (Peymana Sewrê, xalên 62-64)
Ligel ku rayedarên tirk peyman mohr kiribûn jî li gorî divêtiyên peymanê tevnegeriyan û nexistin meriyetê. M. Kemal derbasî Anatoliyayê bibû û tevgereke neteweyî dabû destpêkirin û diyarkiribû ku peymanê nas nake. Ji ber bêtifaqî, bêrêxistinî, nezanî û parçebûna xwe ya civakî gelê kurd jî li gorî divêtiyên peymanê tevnegeriya. Ji hêla din ve ji ber ku beşek erdnîgariya Kurdistanê dabûn ermenan û navê Ermenistanê lêkiribûn bibû sedema nerazîbûna civaka kurd. Wê nerazîbûnê bingeha tifaqa kurd û tirk afirandibû. Dibû sedem ku piraniya civaka kurd baweriya xwe careke din bi pêşengê tirk M. Kemal bînin û bi wî re tevbigerin. Ew beşa ku bi M. Kemal re tevdigeriyan bi awayekî xwezayî peyman red dikirin û li gorî divêtiyên peymanê tevnedigeriyan.
Ji ber hêzeke civaka ermen ya bi wî rengî li Anatoliyayê tunebû xwedî li dewleteke wiha derkeve û karibe bi rêve bibe û biparêze civaka ermen jî li gorî divêtiyên peymanê tevnegeriya. Heke dewleteke bi navê Ermenistanê ava bibe îhtîmalek zêde dê biketa bin kontrola dewleta Rûsyayê. Ermenistana ku Sovyet lê xwedî derkeve û bixe bin kontrola xwe dihat wê wateyê ku Îngilîstan û Fransa bi destê xwe welatekî ava bikin û radestî Yekitiya Sovyetê bikin. Qebûlkirina vê yekê ji bo herdu dewletan ne pêkan bû.
Ji ber hesabên navxweyî yên kirêt dewletên ku di şer de bi ser ketin jî li peymana Sewrê xwedî derneketin. Xema wan ne êş azara civaka kurd û civaka ermen bû. Xema wan parastina berjewendiyên wanên Rojhilata Navîn bû. Têkiliyên li ser berjewendiyan jî li gorî rewşa nû divê bihata eyarkirin. Bêguman di rewşa nû de hewcedarî bi polîtîkayên nû hebû. Ji ber vê yekê dewletên di şer de bi ser ketin jî xwedî li peymana Sewrê derneketin. Dema ku dewletên bi serketî yên alîgirên peymanê an jî hêzên ku muxatabî peymanê bûn xwedî li peymanê derneketin tu qîmeta belgeya peymana Sewrê nema. Di 24’ê tîrmeha sala 1923’yan de bi destnîşankirina peymana Lozanê peymana Sewrê çû sergoya dîrokê.
Hewldanên M.Kemal ên li Anatolyayê
M.Kemal, piştî meha gulana 1919’an li Anatolyayê rêxistinên herêmî yên berxwedêr hemû di bin sîwanekê de kom kirin. Di bin wê sêwanê de tevgereke ji bo rizgariyê ava kir û di heman demê de bi dewleta Yekitiya Sovyetan re ket nava têkiliyên germ. Piştî hevdîtina veşarî ya yekem ku di gulana sala 1919’an de pêk hat şûn ve Yekitiya Sovyetan ji mehên payizê pê ve dest bi alîkariya çek û pereyan kir. Alîkariya çek û pereyan a ku Sovyetan da M. Kemal hetanî sala 1923’yan berdewam kir. Yanî hetanî avabûna komara tirk a nû dewleta Sovyet madî, manewî di her warî de piştgiriya M. Kemal kir. Ligel vê yekê Yekitiya Sovyetan di adara 1921’an de bi hikûmeta Enqereyê re peymana dostaniyê destnîşan kir û bi vê yekê bû yekem dewleta ku hikûmeta Kemalîst a nû nas kir. Ev pêngav di qada têkiliyên navneteweyî de gaveke pir girîng bû. Sovyetan bi vî pêngavê li dijî hikûmeta Stenbolê û eniya Fransa-Îngilistanê hêzeke mezin da bû M.Kemal.
Dewletên ku di şer de cih girtibûn bêzar bibûn
Di pêvajoya salên 1921-22’yan de di nav welatên cîhanê de rewş ne wekî demên berî bi şer û pevçûnan bû. Di yekemîn şerê cîhanê de Almanya: 1.960 000, Rûsya: 1700 000, Îtalya: 650 000, Fransa: 1.450 000, Îngilîstan: 800 000, Împaratoriya Osmaniyan: 350 000 windahî dabûn. Li derveyê vê yekê windahiyên aborî û çandî ji van hêjmaran girantir û kûrtir bûn. Rewş wisa bîbû ku dewletên ku di şer de cih girtibûn nekaribûn êdî xwe li ber şerekî din bigirin. Ji ber van encamên giran welatên serkeftî û têkçûyî hemûyan li ser peymanên aştiyê ku wan li ser maseyê bi hêz bike difikiriyan. Lê ev rewş û sekna dewletan a şernexwaz lî xweşa rayedarên yewnan nedîçû. Helwest, daxwaz û plansaziyên rayedarên yewnanan ên li dijî desthilatdariyên tirk serobino dikir. Piştî ku dewleta îngilîz piştgiriya ku dida dewleta yewnan paşve kişand artêşa yewnan dî şerê xwe yê dijî tirkan de têk çû û bêhemdê xwe ew jî hat ser heman xetê ango xeta destnîşankirina peymana aştiyê.
Dewleta Îtalyayê di sala 1922’yan de ji mafên xwe yên li ser Tirkiyeyê dest berda. Dewleta Fransî beriya îtaliyan hema piştî Kongreya Sêwazê di sala 1919’an de bi kemalîstan re têkilî danîbûn û polîtîkaya Kemalîstan dipejirand. Dewleta Îngiliz di wan deman de hêza herî mezin a emperyalîst bû êdî wê jî nikaribû mêtingehên xwe ji navendê ve bi rê ve bibe lewre ketibû nava lêgera peyda kirina rê û rêbazên çareseriyê. Ligel vê di demên pêş de ji bo civakên misilman û tirk ên li Qafqasyayê li hemberî Sovyetan bi kar bîne pêdiviya wan bi tirkan hebû. Komara tirk a nû ji bo wê armancê dê xizmet û alîkariyên gelek mezin ji dewleta îngilîz re bikira. Ji ber van sedeman ji bo wan rê û rêbaza herî kêrhatî bi peymanekî bi xwe ve girêdana rayedarên tirk bû.
Konferansên London û Parîsê
Di Konferansa Londonê ku di navbera 27’ê sibatê – 12’ê adara 1922’yan de û li dû wê Konferansa Londonê, Konferansa Parîsê ku di navbera 20’ê îlonê -18 mijdara 1922’yan de hat lidarxistin de dewletên mezin ên rojavayî, ji bo ku polîtîkayên xwe yên li ser Tirkiyeyê nîqaş bikin û helwesta xwe ya lidijî dewleta tirk diyar bikin li hev civiyan.
Dewletên Îngilistan û Fransa yê ji nêzbûna Tirkiye û Sovyetan nerazî bûn. Armanca wan a sereke ya ji van konferansan ew bû ku diyar bikin bê ka di dahatûyê de Tirkiye dê wekî parçeyekî cîhana rojava bimîne yan na bû. Piştî biryar dana vê yekê pê ve girêdayî armanca wan ew bû ku ji bo pozîsyoneke ku berjewendiya wan zêdetir biparêze tedbîran bigirin. Di adara 1922’yan de rayedarên îngiliz-fransî û tirk di civînên ku li dar xistin de Îngilîstanê ‘mîsak-i mîllî’ nas kiribû û qabûlkiribû ku ew ê Stenbolê vala bikin û teslîmî tirkan bikin. Geşedan û pêkanên wê serdemê bi tevahî ne wekî ku dîroka fermî ya tirk dibêje piştî serkeftina leşkerî ya 30’ê tebaxa 1922’yan bûn. Ew geşedan li gorî nexşerêya ku di meha adara 1922’yan de ji aliyê Îngilistanê ve hatibûn pejirandin pêk dihatin.
Nîqaşên Lozanê dest pê dikin
Piştî konferansên London û Parîsê ji bo pêkanîna hevdîtinên peymana aştiyê yê Lozanê şandeya tirk ji hêla van dewletan ve hatibû vexwendin. Di navbera 12-26’ê kanûn 1922’an de di 16 rûniştinên konferansên Lozanê de ev nîqaş hatin kirin. Pênaseya kêmaran, kêmar kî ne û ne kî ne, wê kêmar xwediyê kîjan mafan bin, yek bi yek hatin nîqaşkirin. Ew nîqaş daneyên gelek girîng dixwe de dihewînin. Di roja me ya îroyînde jî hin pirsgirêk û vegotinên çewsînerên dagirkeran bingeha xwe ji nîqaşên ku di konferansên Lozanê de hatine kirin digirin. Wan nîqaşên ku bandoreke mezin li civaka kurd û li dîroka kurdan kiriye û jiyana 90 salên dawîn li civaka kurd kiriye dojeh hewceye bên fêmkirin. Fêmkirina wan nîqaşan wê heqîqeta polîtîkayên dewleta tirk û têkiliya civaka kurd û tirk jî bi me bidin fêmkirin.
Komara Tirkiyeyê li Lozanê di nava sînorên Mîsak-î Mîllî de li dîjî têgeheke kêmar a misilman derdiket. Lê ji bo parastina mafên kêmarên misliman ên Balkanan ku li derveyî sînorên Mîsak-î Mîlî diman xwe wekî alîgir didît. Rayedarên tirk dixwestîn di nava sînorên Mîsakî-Mîlî de tenê ji bo kesên ne misilman têgeha kêmar were bikaranîn. Nedixwestin civaka kurd di nava têgeha kêmaran de cih bigire. Pênaseya rayedarên tîrk a jî bo kêmariyê ne li gorî nîjad bû li gorî ol bû. Dixwestin dewletên din jî wisa qebûl bikin. Nûnerê şandeya tirk Riza Nurî di civîna 14’ê mijdarê a der barê xebatên lijneyê de destnîşan kiribû ku li Tirkiyeyê kêmarên olî hene lê kêmarên nîjadên cuda tune ne. Di rûniştina 15’ê mijdarê de jî diyar kiribû ku li Tirkiyeyê tenê kurd û tirk hene, qedera kurdan bi qedera tirkan re bûye yek û îdia kir ku kurd jî bi qasê tirkan xwediyê mafin lew re qîma xwe bi mafên kêmaran naynin û naxwazin bikevin statuya kêmaran.
Şandeya tirk der barê mafên kêmarên xirîstiyan de tiştê ku zêde li dijê wê derkeve tune bû. Lê di der barê mafên kurdan de nedixwest hevokek jî derbas bibe. Li gel gotinên wan ên ku digotin rêveberiya komarê hevpar e, civaka kurd û tirk temsîl dike jî helwesta wan a dijî kurd hetanî dawiya pêvajoya lihevkirinê berdewam kir. Armanca dewleta Îngilîz ne parastina mafên civaka kurd bû, armanca wan parastina berjewendiyên xwe yên başûrê Kurdistanê bû. Ew armanca xwe jî pêk anî bûn. Lewre dahatû û destketiyên civaka kurd qet jî wan re ne xem bû.
Sekna dewleta Fransayê jî ne kêmî ya înglîz bû. Wê jî nedixwest kurd xweser, serbixwe an jî bi awayekî din bibin xwedî statuyekê. Di wê serdemê de nûnerekî kurdan ê bi hêz tune bû. Heta mirov dikare bibêje ku qet nûnêrên kurdan tune bûn. Lewre şandeya tirk îdia dikir ku ew kurdan jî temsîl dikin. Lê di hemû biryaran de civaka kurd tune dihahesibandin û mafên wan dihatin binpêkirin. Her wiha di hemû biryarên ku der barê kurdan de dihatin girtin de li ser tune hesibandin û tunekirina civaka kurd de bêpirsgirêk li hev dikirin.
Lord Curzon û Îsmet Paşa
Piştî xebatên komîsyona jêr hatin temam kirin encamnameya yekemîn hate weşandin. Li ser navê her du refan Lord Curzon û Îsmet Paşa di 9’ê çileya 1923’yan de daxwiyanî dan raya giştiya cîhanê. Îsmet Paşa ku piştî Lord Curzon axivî wiha gotibû: “Li gorî mutefîkan wateyeke bi sînor a ji bo têgeha kêmar hatiye dayîn, wekî tavîzeke ya ji bo şandeya tirk hatiye dayîn dibîne. Lê şandeya tirk rewşê wiha nabîne. Li Tirkiyeyê tu kêmareke misilman tune ye. Di nava civaka misilman de tu cudahî nayê kirin.” Ev şîrove di seranserê dîroka komara Tirkiyeyê de pêngaveke polîtîk ya ewil û diyarde ye.
Wekîlên kurd encam qebûl nekirin
Hevdîtînên Lozanê di sibata 1923’yan de bî dawî bûn û şande vegeriya Tirkiyeyê. Ji ber ku pirsgirêka Mûsilê li Lozanê negirtibûn dest û bi encam nebibû di meclisê de bi taybet jî di nava parlamenterên kurd de bibû sedama nerazîbûnên gelek mezin. Di rûniştinên meclisê de dî serî de parlamenterê Bedlîsê Yusuf Ziya Beg û Haci Şukru û hemû parlamenterên kurd bi awayeke tund nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di rûniştinên meclisê yên 27’ê sibata 1923’an de û yên di 4-5-6 adara 1923’an de nîqaşên gelek hişk hatin kirin. Di wan rûniştinan de parlamenterên kurd diyar kiribûn ku Mûsil radestê Îngilîzan bûye. Diyar dikirin ku radeskirina Mûsilê rê li parçebûna civaka kurd vedike û ew ê tu carî vaya qebûl nekin. Wekîlên kurd di meclisê de kêmar bûn tu hêz û bandoreke wan li ser biryar girtinên parlamentoyê tune bû. Ji ber wê rêveberiya kemalîst polîtîkayên xwe yên dijber berjewendiyên kurd bê fikar dimeşandin û li gorÎ xwe di meclisê de biryar digirtin.
Di êvara 26’ê mijdara 1922’yan de Îsmet Paşa pêşniyar kir ku pirsgirêka Mûsilê bila bimîne piştî konferansa Lozanê û bila tenê di navbera Tirkiyê û Îngilîstanê de di hevditinên du alî de were nîqaşkirin û çareserkirin. Lord Curzon ev pêşniyar qebûl kiribû. Ji ber ku pirsgirêka Mûsilê pirsgirêkeke navendî ya kurdan bû rayedarên tirk nedixwestin di civîneke berfireh ya ku hêzên girîng yên cîhanê tevlê dibin de bê nîqaşkirin. Pêşniyara nîqaşên du alî jî ji ber vê yekê hatibû kirin. Dewleta Îngilîz dewleta herî bi hêz a cîhanê bû, dizaniya ku dê di bazara du alî de gelek derfetan bidest bixe û xwestekên xwe yek bi yek bi dewleta tirk bide qebûlkirin. Lewre bêfikar pêşniyara Îsmet Paşa qebûl kiribû.
Di civîna meclisê ya 5’ê adara 1922’yan de, mebûsê Îzmîtê Sirri Beg wiha dibêje: “Bi salan e tê gotin ku di nava sînorên Mîsakî Mîllî de kurd û tirk yek in ê bira ne, lê ev tenê di gotinê de dimîne.” Sirri Beg der barê çareseriya pirsgirêka Misûlê de jî nerazîbûniyên xwe tîne ziman. Nêrîn û fikarên xwe her tim bi parlamenterên kurd re parve dike û dibêje; “Madem kurd û tirkan qedera xwe kirine yek, hewce ye rayedarên tirk beşek ji erdnîgariya Kurdistanê û beşek civaka kurd radestê ereb û îngilîzan nekirina.”Nêzîkatiya wekîlên muxalîf ên çepgir û wekîlên kurd bî gelemperî ev bû.
M.Kemal û hevalbendên xwe bi israr in
Kemal û hevalbendên xwe dixwestin hevdîtinên Lozanê yên ku di 4’ê sibata 1923’yan qut bibûn careke din bidin destpêkirin û bi peymanekî bi encam bikin. Heke peyman were destnîşankirin ji bo bikeve meriyetê hewce bû ji hêla meclisa tirk ve bihata erêkirin. Lê ji ber xalên mîna pirsgirêka Mûsîlê û pê ve girêdayî sînorê Iraqê û rewşa civaka kurd gelek parlamenteran nerazîbûn nîşan didan û ne dixwestin peyman were erêkirin. Li gel van reqneyan dîsa jî niyeta M. Kemal û hevalên wî ya paşve gavavêtinê tune bû.
Kemal û hevalbendên xwe ji bo planên xwe têxin meriyetê ketin nava liv û tevgerên cuda. Encam çi dibe bila ew be armanca wan ew bû ku wê peymanê bi awayekî bi meclisê bidin erêkirin. Ji bo karibin biryarê bi meclisê bidin erêkirin hewce bû pêşî li nerazîbûnên heyî bigrin û kesên ku karibin di meclisê de bibin asteng ji meclisê tasfiye bikin.
Di çarçoveya wê plasaziya xwe de di 1’ê nîsana 1923’yan de biryareke girîng girtin û demîldest xistin meriyetê. Meclis fesih kirin û biryara nû kirina hilbijartinên meclisê dan. Di hilbijartinê de li tevahiya Tirkiyeyê ê bi taybet li Kurdistanê kesên ku ji hêla M. Kemal ve hatin diyarkirin wekî wekîlên kurdan hatin hilbijartin. Yanî mecliseke ku hemû endamên wê ji alîgirên M. Kemal pêk tên hate sazkirin û meclis bi temamî xistin bin kontrola xwe. Bi vê rêbazî kesên muxalîf hemû jî meclisê hatin tasfiyekirin.
Piştî meclîs xistin bin kontrola xwe di 23’yê nîsana 1923’yan de hevdîtinên Lozanê ji nû ve dest pê kirin. Ji bo rewş baştir were fêm kirin ez dixwazim çend tîştên ku di wê serdemê de Îsmet Paşa anîne ziman bi bîr bînim. Lord Curzon û Îsmet Paşa demek dîrêj bî ser nameyan re nîqaşên xwe didomînin. Lord Curzon di nameyeke xwe de dibêje, kurd ji desthîlatdariya Tirkiyeyê nerazî ne û serhildanên 1909 a Dêrsimê û serhildana Bedlîsê ya 1914’an jî wekî mînak nîşan dide. Îsmet Paşa wiha bersiv dide wî¸ “Hikûmet û meclisa Tirkiyeyê bi qasê ku ya tirkan e ewqasî ya kurdan e jî. Nakokiyên di navbera kurd û îngilîzan de kûrtir in. Di navbera gelê kurd û îngilîzan de her tim şer heye û îngilîz hêj nekarin bikevin bajarê Silêmaniyê”
Têkildarî xweseriyê jî Îsmet Paşa dibêje; “Kurd li Tirkiyeyê her tim ji mafên hemwelatîbûnê sûdê werdigirin. Ji aliyê siyasî û civakî ve jî her tim hevkariyê dikin. Hikumeta tirk tu caran mîna hikumeteke biyanî ne hesibandine. Endamên wan li Meclisê hene. Bi şêwazekî çalak beşdarî xebatên hikûmetê û rêveberiya hikumetê dibin…” Her wiha van gotinan jî lê zêde dike: ” Mafên ku di çarçoveya herêma xweser dê werin dayin dê cîvaka kurd a mezin tatmîn nekîn” û îdia dike ku kurdên di bin desthilatdariya wan de bijîn dê ji heremeke xweser bêhtir xwediyê maf ê azadiyan bin.
Belê, desthîlatdariya tirk di nîvîsar û belgeyên fermî yên bi dewletan re der barê civaka kurd de ev tişt digotin, lê ji hêla din ve jî ji bo navê kurdan di peymanên fermî yên ku werin mohrkirin de derbas nebe çi ji destên wan dihat dikirin.
Di peymana Lozanê de xala 39’emîn
Di peymana Lozanê de yekane xala ku qala mafên kurdan dike xala 39’emîn e. Lê ew xal jî bi tu awayî neket meriyetê û di pratîkê de pêk nehat.
Di xala 39’emîn de wiha tê gotin: “Hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê di têkiliyên xwe yên taybet de, di bazirganî, olî, çapemenî û her cûre weşanan de û di komcivînên ji gel re vekirî de wê di bikaranîna zimanê xwe de azad bin. Di bikaranîna ziman de hewce ye tu kes bi tu astengiyan re rû bi rû nemîne. Li gel zimanê fermî welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi tirkî nizanin ji bo li dadgehan zimanê xwe bikar bînin dê derfet werin afirandin.”
Mafên rewa yên ku bi referansa peymana Lozanê hatine erêkirin ji hêla desthilatdariya tirk ve hatin redkirin. Peymana ku wan bi destê xwe destnîşan kiribûn xala wê ya 39 emîn tune hesibandin û her tim ji nedîtî ve hatin. Helwesta tune hesibandina wê xalî bingeha hîşmendiya polîtîkaya wan a înkar û tunekirinê ya 90 sal e ya ku li ser civaka kurd tê meşandin bi awayeke zelal nîşan dide… (WÊ Didome)
ÇAVKANÎ: e-rojname – Mehmet Şahîn
Şirovê 1