DÊRIK – Ciwan û şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo di bin slogana ‘Serî li hember dagirkeriya Tirk hilde’ bi karwanek erebe û motorbisklêtan çalakiyek lidar xistin. Kerwan li ber Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger destpêkir, di nava sûkê û kolanên sereke de geriya. Kerwanê durşmeyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê berz kirin.
Çalakvan wêneyên şehîdên ku di bombebarana Tirkiyê ya li ser herêmên Başurê Kurdistanê de şehîd bûbûn û wêneyên şehîd Diyar Xerîb bi erebeyan ve kirin û di nava kolanên Dêrikê re geriyan.
Piştî çalakvan li tevahî kolanên Dêrikê geriyan, vegerîn Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û çalakiya xwe li wir bi dawî kirin.