BERN – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Swîsrê bajarê Bernê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî pêk anîn. Ciwanên Bernê li navenda îstasyona trena kombûn û bi vekirina posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û al KCK’ê êrîşên dagirker protesto kir.
Nêzî 20 deqa ciwanan li îstasyona trenê sloganan avêtin û çalakiya xwe lidar xistin. Sloganê wek “Bijî Kurdistan”, “Bijî Serok APO” û “Dewleta dagirker a tirk ji Kurdistan derkerve” hatin berz kirin. Polîsên faşîst yê Swîsreyî xwestin çalakiya ciwanan bi hencetên bêbingeh bide rawestandin, lê ciwanan heta dawî jî çalakiya xwe domandin.
Piştî çalakiyê bi awayekî keyfî polîsên faşîst nasnameya nûçegihanê me jê girt û ew di kontrolê de der bas kir.