ÎZMÎR – Polîsên faşîst li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin.
Polîsên faşîst li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girtin û 12 kes binçav kirin. Piştî Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanya “Ne grêdayî be, azad be” kirin, polisên faşîst li dijî xebata ciwanan dest bi serdegirtina malan kir. Ciwanan di 21’ê Tîrmehê de li taxa Asarlik a Menemenê ya Îzmirê şahî li dar xistibû. Polîsan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin. Polîsên faşîst di serdegirtina mahan de gelek pirtûk û cihazên elektronik jî desteser kirin. Polîsên faşîst 12 kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan.
Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wina ne: Yusuf Çil, Guney Demir, Diyar Demîr, Ceren Çepîk, H.K.(16), Yîgît Ozdemir, Gulader Ozçelik û Fatma Akgul