MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Jinên Ciwan li Minbic û gundewarê civînek berfireh li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist. Bi dehan ciwanên şoreşger, endamên Meclisa Jinên Ciwan tev li civînê bûn. Civîn bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn û rewşên siyasî li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Pankartên bi nivîsên “Kombûna ciwanên Minbicê û gundewarê wê ji bo tunekirina terora Tirkî ye”, “Ciwanên zana û bi rêxistinkirî misogeriya neteweya demokratîk e”, “Bi hêza jina ciwan em ê xaka xwe biparêzin”, “Jina ciwan sembola şoreş û azadiyê ye” û “Dagirkeriya Tirk.. dizîn û talakirin e” di holê de hatin daliqandin.
Piştî bi dawîbûna civînê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê û gundewarê wê û Meclisa Jinên Ciwan daxuyanî dan. Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji hêla endamê tevgerê Hecî Mistefa ve û daxuyaniya Meclisa Jinên Ciwan ji hêla Esaa Rimo ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin li gel pêkanîna QSD û Rêveberiya Xweser gelek serkeftinan li ser tevahiya astên siyasî, leşkerî û aborî ve û kombûna tevahiya tevgerên şoreşgerî yên cîhanî li rex projeya ku rêgezên neteweya demokratîk ji xwe re kirine bingeh, êrîş û zêdegaviyên Tirkiyê bi serkêşiya AKP’ê ya faşîst li ser Sûriyê, Misir, Lîbya û Kurdistanê bi taybet Qendîl zêde bûn.
Her wiha di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ciwanên herêmê hertim dê li hember planên dewleta tirk a dagirker yên bi rêya wê parçekirina Sûriyê armanc dike bisekinin. Hate destnîşankirin ku planên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê bi saya ciwanên şorşger dê pûç bibin.”
Tevgerê û meclisa jinên ciwan bang li tevahiya ciwanan û jinên ciwan bi tevahiya rêxistinên xwe ji xwendekar, karker, werzîşvan, cotkar û şoreşger ên tevahiya herêmên Rojhilata Navîn, Tirkiyê, Iraq, Misir, Lîbya û parêzgehên Sûriyê kirin ku tev li tevgerê rizgariya ciwanên şoreşger bibin da ku projeya kapîtalîzmê yên li dijî ciwanên ku rizgariyê li ser tevahiya astan hêvî dikin, têk bibin.
Her wiha hate gotin ku jinên ciwan li hember xeteriyên gel û xaka wê dikin hedef bêdeng namîne, dê her çeteyekê ku hewl bide vîna jina azad û têkoşerî qirêj bike bisekine.