AMED – Yekîneyên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, di 21’e Tîrmehê de bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a girêdayî navçeya Rezan a Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, ciwanê bi navê Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê bi guleyên polîsên dagirker ve hate qetilkirin. Xwediyê malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin binçavkirin. Ahmet Yoldaş, ê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, emeliyat kirin. Hevjîna wî Birsen Yoldaş jî piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan. Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê hatibû qetilkirin, li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê tê girtin. Li gel malbatê cenaze teşhîs kirin jî bi sedema wê testa DNA bikin cenaze nedane malbatê.
Ahmet Yoldaş ê di bin çavan de piştî rastî îşkenceyê hat rakirin nexweşxaneya eskerî û emeliyat kirin. Hat diyar kirin ku Yoldaş rastî îşkenceyê hatiye û hestiyê piyê wî yê rastê hatiye şikandin. Li ser sînga wî jî şopa îşkenceyê heye. Hevjîna Ahmet Yoldaş Birsen Yoldaş jî piştî îfade da serbest hat berdan.