RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Bi piranî ji bin li benda hêzeke îlahiyane bûn Îlahê çi? Ez milîtanek im Ez jî dixwazim bi peywireke diyar ve bijîm Peywira me ya pêkanîna bûyereke siyasî ya mezin heye. Yekîtiya siyasî bûyereke mezin e û dikarin vê weke evîn bi nav bikin. Evîneke mezin. Ji ber ku ji bo hemû evînên biçuk wate biderbirînin, divê ev yekitî pêk were. Ger heye ew hêza we, xwe bixin cihê Mem û Zînê, ji bo ku hun evîna xwe bi ser bixin pêdivî bi yekîtiyeke siyasî heye û li dijî KT pêdîviya rizgarkirina qadeke biçuk heye. Ji xeteriyê dûr. Berovajiyê vê yekê di stargehan de rewşên weke evînê, lêgerînên zayendiyê xiyanet in. Ji ber ku dikeve nava bêvîniyê, ji ber ku dikeve bêvîniyê nikare komê bi rê ve bibe, ji ber ku nikare komê bi rê ve bibe derbeyê dixwe, dema derbeyê bixwe jî dibe tawana xiyanetê. Bêguman zayendîtî wisa ye. Û ez bawer dikim kesên ev yek pêk anîn hene. 5-10 kesan îdam girtin û hatin cezakirin. “vîna wî li ber xwe nedaye, vîna wî şikestiye.” Ev şer e bêguman li ber xwe nade. Ji ber vê yekê evîn gelekî zehmet e. Li gor hindekan ger te dît, tuyê hema karê wê biqedînî, bû qediya. Dema tu rûbirû mayî, çav bi çav mayî weke tu dixwazî dikarî evîna xwe bijî. Li ku derê? Li hember evînê ma tu dikarî xwe bixapînî? Ma niha li hember rastiyê tu dikarî xwe bixapînî? Ger tu xwe bixapînî ma tu dikarî ji wê re bibêjî evîn? Ev gaflet e.
Bêguman niha van tiştan ez naxuliqînim. Di bin desthatdariya dijmin evîn wisa ye. Li Botanê keçek hebû. Bi serkeftinî beşdarî çend çalakiyan bibû, gelek şarezabû, min digot çiqas çalakgereke xweşik e. Zilamek hebû, ew jî ji Botanê bû. Navê wî ez bawerim Bozan bû, ketiyek bû. Di serdemeke tengezar de firsend dîtine û reviyan e. Ev ketin zindana Amedê, keçê weke jineke kerxaneyê bi kar tînin. Ev ketî jî weke îtîrafgerekî hîna tê bikaranîn. Rewşa ku keçeke pir xweş bikaribe bi pêş bikeve. Qaşo, ew milîtanek bû. Van hemûyan bi xwe re encamên balkêş anîn û hindek hatin îdamkirin. QurbanÊn erzan ên evînê. Kî çû bû îtîrafger, kî jî mir. Ev demeke dirêj e di asta evîneke tirsnak de destpêkirina min a evînê heye. Evîna min a xwedê jî hebû. Lêgerîna min xwedayê tirsnak bû. Vaye evîna min a zanistiyê ya felsefeyê heye. Bêyî van hemûyan evîn nabe. Piştre azweriya min a siyasete heye. Dê baldar bin, ez kariyerîstekî siyasî nînim, min xwe bi siyasetê nekiriye şêt, lê pir eşkere ye ku şerekî min ê siyasî heye. Şerekî siyasî yê mezin pêwîst e, ji bo yekîtiyeke siyasî ya mezin. Ji ber vê yekê, ezê bi peywireke polîtîk a hewlnak xwe rapêçim û pêk bînim. Piştre ev şev weşiya. Nêzîkatiyên tirsnak hene. Me li vê derê jî şer bi bingehîn kir. Ji ber ku her tişt bi wê, bi şer re dikare were dahûrîn. Şer xwedayek e. Tu çiqas bi xwedayê ve girêdayî tuyê ewqas bi şer ve girêdayî bî. Heta tuyê bibî xwedayekî şer û xwedewendekî şer. Niha xwedayên me yên herî mezin, xweda yan jî xwedawendên şer in. Kîne ev? Kesayet û serokên bi serkeftinê şer bi dawî bikin.
Bûyîna xwedayê şer tê çi wateyê? Ji bo ku hun bibin xwedawend divê hun bikaribin şerekî mezin bidin. Bûyîna xwedewenda feodal-entrîkayî: vaye ya li beramberî min hindekî wisa bû. Divê qey ez qral im an jî diçim bibim qral, qraliçeyek kêm e! Lê kar wisa bi dest nedihate girtin. Kesên ku qralan diafrînin, (weke Joseph Fouche ku li Fransayê Napolyon afirandiye) min dît ku, qaşo li paş min di rola afirandêriya min de ye. Dest ji afirandina vê kesê ya qralan berde, destên xwe ji ava germ nedixist ava sar. Em min bixin şûna kesekî gundî. Wisa gundiyekî gelekî karker, xwedî kedeke hewlnak. Qaşo ew ji paş min axayê xwedî benên min e û nêzîkatiyeke ji vê yekê jî xirabtir a jiniktiyê. Li ser vê bingehê nêzî hemû zilamtiya me dibe. Şarezayiya wê çi ye? Hişmend bûye, fêlbaz bûye û jin bûye. Bêguman ev nêzîkatî di nava civakê de xwedî bandoreke giran e. Li gel me gelek kes wisa ne, mêtîngeran wisa rêveberî kiriye. Axayan wisa gundî bi rê ve birine. Entrîkayên jinê wisa zilam bi rê ve biriye. Van huneran hemû dike yek û dixwaze min têk bibe. Piştre çawaniya min me raber kir. Ma çawa dikarin min bi rê ve bibin? KT çawa dikare min bi rê ve bibe? Dewlet hîna dixwaze min bigre bin kontrolê. Em binêrin ka dê kî kê bigre bin kontrolê? Ezê hindekî behsa Egît bikim. Em di pêngava xwe ya dîrokî de xwedî biryar bûn. Bi her meşa biryardar ve em qonaxekê li paş dihêlin. Erê di pêngava 15 Gelawêjê de komplo ketin dewre yê. Piştî şehadeta Egît tê bîra min, hindek kesan gotin, “ev kar wisa nameşe, zilamên ku tu gelekî jê bawerbûyî çûn, careke din bi te nefesê nadin girtin.” Ji şehadeta Egît re şêwazeke me ya nêzîkbûnê hebû. Ger ku ew dixwazin şerê me yê çekdarî bidin rawestîn, em jî dê bi kêmanî jimarên yekîneyên xwe derbixin pênciyan û bi vê şêweyê bersiv bidine wan. Ger ku jimara yekînê ya ku Egît gihiştiye sih bû, emê jimarên yekîneyan zêde bikin. Emê vê yekê him bi dorfirehî, him bi kûrahî û bi wesfî zêde bikin û bersiv bidin. Encamên hatine girtin tên zanîn. Pêwîstiyên bîranînan bi cih hatin û gihiştina qonaxeke pêş çêbû. Bersiva li ser bingehê bîranîna Egît me daye, yek ji nêzîkatiyên herî di cih de bû. Ger min wisa berdaba, piştre emê jî biban çîrokeke bêdawî. Firsend nedayîna min a vê yekê girîng e. Wan deman jî keçek hebû, tê bîra min. Rehîme Kahraman keçeke egît bû. Li gel me bû. Ew jî bi bûyereke pir balkêş şehît ket. Ji şehîdên destpêkê ye.
Heta di derbarê nemirina wê de efsaneyek hatibû afirandin. Digotin ji nû ve vejiyaye, gel wisa vedigot. Ev jî mir weke Zîneke qels mir û çû. Hemû di bîra min de ne. Ev keça ku me şandiye Cizîrê jî wisa. Bêrîvan. Keçeke Êzîdî bû. Dema hat gel me xwendevaneke dibistana seretayî bû û ji bo ku xizmete zarokên xwişka xwe bike biribûn Ewrûpayê. Me ew gelekî bandor kir û me kişand qada xwe. Esas me xwast em hînî hezkirinê jî bikin. Me xwast em hindekî bi wê jînê şiyarbikin. Û dema gihişt Cudî di nameyeke nivisandî de, behsa semyaniya çiyan û bi azwerî behsa bidestgirtina gel dikir. Û ket nava gel. Bi qandî ku li çiyan dihat, li çekê û li gel jî dihat. Û xwe bi gelê Cizîrê da hezkirin, gelekî da hezkirin. Gel jî ew girt, mirov dikare bibêje ku piştre di rabûna gelê Cizîrê de bandora vê keçê gelekî mezin e. Esas em van bûyerên wisa zêde nanirxînin, lê ma ew kes çi îfade dikin? Bi vê bingehê bi nirxandinekê re mirov dikare di cih de bide rûniştîn. Û wisa li sedan kesan dan. Bêguman şêwaza lêdana wan a dijmin jî hindekî qehremaniyane ye. Ji ber ku mirina Zînê ya li wir tê zanîn. Memê dibîne û dimire. Mem lê temaşe dike û dimire. Lê di destên van de çek hene, bi şerkirinê dimirin û ev yek jî gaveke pêş e. Hezkirin û azadiya mezin ve girêdayî ye. Azadiya mezin bi şerê mezin ve girêdayî ye. Evqas hesasiyeta me ji bo rê vekirina li pêş hezkirinên mezin e. Ji bo nêdîtina vê yekê ya di nava PKKê de divê mirov kor be. Nêfêmkirina çareseriya PKKê ya di vê mijarê de, tê wateya xwedî diliya conegan. Riya yekem û xwedî hêz a hezkirinê ev e. Derveyî vê yekê evîn miriye. Derveyî vê yekê hemû tiştên bi navê evînê tên kirin gemarî ne. Her wiha firsendeke mezin heye. Ev firsendeke bêhempa ye. Weke kur û keçên gel, piştî ku me şerê azadiyê wisa gihand şêweyê jiyaneke şênber êdî tu kesî ji we dilxweştir nabe. Ji dilxweşiyên herî mezin ên ku min didin jiyîn yek jê jî ev e. Belkî di zaroktiya xwe de me baş bi keçikan re nelêyîst, lê ez niha bi keçan re baş şer bi rê ve dibim.
Heke hun dilxweşiya vê nabihîsin, bersiva pêwîst hun nadin, hun dîlê kevneşopiyên kevin, paşverû û zingar girtî ne. Di vê mijarê de yê ku winda bike dê ev paşverûtî be. Dema em di PKK de careke din çareseriyê dinirxînin, ez bawer dikim ku, di riya hezkarî ya ku mafê me ye de, me ya herî rast kiriye. Ji warê hezkirina mezin bêpar, ez riya çûyîna hezkirina herî mezin vedikim. Belki dirêj be, lê di berbanga mirovahiyê de li ser ev axa ku yekem car bûye warê babistîna (soy) mirovan, hezkirinê û hestên zilam û jinê yên destpêkê jiyane, vê carê azadtir, zanatir û belkî tu azadiya jin-zilam a di tu rastiyên civak-netewa cîhanê de beden negirtiye, him ji bo pêşvexistina şerê li dij dijmin û him jî ji bo sererastkirina bêmafiya li ser hev şerkirin û di encama vî şerî de bi qandî dîroka mirovahiyê kevnar, a ku hatiye wendakirin dê bi şûn ve were bidestxistin. Bi pisporaneyî rengdayîna wilfa azadiyê, taybetmendiyeke mirovî ya bingeh e. Me ew gîhand. Me daxwaza azadiyê xiste pêşiya gel. Û ez bawerim vê yekê tedbîrên şerê taybet parçe kir. Min pêhtir xwe xist awêneya civakê. Min weke awêneyeke xwe xist nava gel. Ez bawerim vê yekê jî tedbîrên şerê taybet parçe kir. Min çawa xwe amade kir? Mesela pergal feqîr dike, ez xwe dewlemend dikim. Pergal pir dixe lîtavê, ez pir dipîrozînim. Pergal pir ajoyan radike ji piyan, ez hezkirina awarte mezin dikim. Esas bersivdayînên min ên mezin hene. Pergal pir tirsnak ji rêkê derdixe, nezaniyê bi pêş dixe. Ez çalakiya zanebûnê bêeman disepînim. Vê yekê ez pir erjeng dewlemend kirime û niha bi aliyekî min ê mezin ve, ez artêşeke bi serê xwe me. Mirina min jî dê ji zindîbûna min pêhtir kar bike. Zindîbûna min jî her roja biçe dê pêhtir kar bike. Mirovê xwedî rêxistin hêzeke mezin e. Tu kes nikare îdia bike ku ez ne hêzeke mezin im. Jixwe di hiş û eqlê dijmin de jî hilnayê. Dibêje ku, “kesekî wisa çawa dikare vî şerî bide meşandinê? Li paş wî cîhan heye.”berovajiyê vê yekê tê zanîn ku ez li ku dera cîhanê me. Cîhan li pişta min e, yan jî li pişta KT yê ye?
Cîhan li pişta min e, lê ez dikarim bibêjim ku ez li pêşiya cîhanê me. Mirovê ku xwe baş rêxistin kiriye li gor min dikare ji bombeya atomê jî bandorkartir bibe. Min ev yek kir. Û ez li ser vê bingehê ji mirov bawer dikim. Ger baweriya min a bi mirov evqas mezin nebûya, min nedikarî ez wisa xwe bi pêş bixim. Hemû hêza min bi rastî jî bi vê teşeyê ji destgirtin û pêşvexistina mirov tê. Tu kesî çend qirûş pere nedan me. Her qada ku ez çûyîme ji sifirê re hatiye destpêkirin. Bi bawerî, ked û zanebûnê stirîna me, pêşveçûn derxistiye holê.