NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Herêma Kurdistanê (YRK)daxuyakirin ku Îran bi progandaya derew rastiyan berejavî dike. Herwiha YRK’ê bal kişand li ser balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ku çiyayê Asos geriyane.
Navenda Yekîneyên Parastina Herêma Kurdistanê (YRK) têkildarî şerê di 20’ê Tîrmehê de di navbera gerîlayên wan û hêzên Îranê de qewimî daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya YRK’ê wiha ye;”Şeva 20’ê Tîrmehê li herêma Hewrama Text di nava yekîneyên me û komên çekdar û cerdevanên rejîma Îranê ya dagirker de ku kemîn danîbûn pêşiya hevalên me, şer rû da. Di şer de ti ziyan bi hevalên me negihîşt. Bi selametî gihîştin cihê xwe. Lê ji çekdarên dijmin kuştî û birîndar hene. Hejmara wan neheta zanîn. Lewma rejîma Îranê bi propaganda derew û şerê taybet rastiyan berevajî dike û hemû daxuyaniyên medya şerê taybet a Îranê û sêbera wê bê bingeh û ji rastiyê dur in.
Di berdewama dagirkerî û êrîşên hevbeş ên dagirkerên Kurdistanê de roja 22’ê Tîrmehê de di saet 23.30 û 00.30’an de û sibeha 23’yê Tîrmehê di saet 04.30 heta 08.30’an balafirêş keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Asos geriyan.”