NAVENDA NÛÇEYAN – Li Stenbolê û Îzmîrê beriya niha li herêma Marîna û Pendîkê di encama agirekekî de avahiyên luks hatibûn ruxandin. Milîsên HBDH ev çalakî girt ser xwe.
Li Stenbolê doh (26.07.2019) li Atakoy Marîna, û li Îzmîrê jî li Pendîkê bi giştî 3 avahiyên luks hatin şewitandin. her 3 avahî bi temamî hatibûn ruxandin. Milîsên HBDH bi daxuyaniyekê ev çalakî girt ser xwe.
Daxuyaniya Milîsên HBDH wiha ye:
“Ev çalakiyên li dijî patronên ku keda karker û kedkaran biçûk dixe, ji bo jiyana xwe ya luks bikar tînin û dest datine ser meaşên wan hatiye lidar xistin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: “Li Atakoy Marîna û Pendîk Marîna ku avahiyên luksin ji milê me ve di 26’ê Tîrmehê de hatiye şewitandin. Disa di rojên dawî de li Îzmîrê li avahiyên luks bi heman awayî çalakî hatin lidar xistin.
Ev avahî, bi kedxwariya keda karker û kedkaran, bi siyaseta AKP ya talan û çûr ku qasê xwe ên pera tijî dikin, şer, kedxwarî, dagirkerî xwe dide jiyan kirin.
Disa di rojên dawî de faşîzma Akp-Mhp di serî de gelê Kurd hemû gelên herêmê bi dagirkeriya xwe tehdît dikin. Piştgirîvanên mezin ê DAIŞ’ê rejîma Akp’ê dema çeteyên wê nikarî bû li ser sinorê Rojava daxwazên wan pêk bine, ew bixwe bi sewkiyatên leşkerî dixwaze pêk bine. Ev herêm veguherandina cihê agir, tê wateya hemû gelan avêtina nava agir. Ancax bila bê zanin ku yê li wir agirê dagirkerî û qetlîama pêxê wê ev agir Stenbol û Îzmîrê jî bişewitînin. Ji şer, dagirkerî û faşîzmê yê zengîn dibin û ji xwe re jiyana luks ava dikin, wê bibe armanca me û em dev ji wan bernadin.
Ger zarokekî biçûk yê gelê bindest nikaribe di nava aramiyê de razê, wê kesên ku ji vî şerî xwe xwedî dike jî nikarî be rehet razê.”