BEDLÎS – Li Bedlîsê waliyê dagirker li navçeya Tetwanê gund û cîwarên wê Teknecik, Sallıca, Boblesür, Beşikli, Dönertaş, Kepenek, Aktoprak, Özekli, Kısıklı, Suboyu, Yumrukaya, Uçankuş, Çörekli, Sarıdal, Güntepe, Beşparmak qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Waliyê dagirker ku bi sedema operasyonê dagirkerinê qedexeya derketina derve îlan kiriye wiha daxuyanî da: “Ji 27’ê Tîrmehê 2019’an saet 10:00’an ve heta 27’ê Tîrmehê 2019’an saet 23:00’an qedexeya derketina derve em îlan dikin.”
HPG BÎM ragihandibû ku di 19’ê Tîrmehê de li Bedlîsê hêzên Gerîlla li dijî leşkerên dagirker ên tirk çalakî lidar xistibû, û di encamê de Serdarek û 7 leşkerên dagirker hatibûn kuştin.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/21/li-bedlis-u-xakurke-serdarek-u-13-lesker-hatin-kustin1/