RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Hîna tê bîra min: em li ber siya mizgeftê bûn. Min vegot, vegot… kalo serê xwe vedigerand. Digot; “kurê min, em weke darên ziwa ne. Ma tê niha me şîn bikî? Ev yek dibe bîranîna min a yekem û êz hîna ji bîra nakim. 1994’an de helbestvanek hatibû gel min, gotineke min anî bîra min: got “di kevir de şînbûna gulê”, yanî ez weke guleke di kevir de şîn hatime, yan jî ez dê bibim. Ji dara ziwa şînkirin, di parçeyeke kevir de weke gulekê şîn hatin… Hun hêrsa me dizanin. Azadî di zaroktiyê de destpê dike. Ji berê de her min dixwast em bi hev re bimeşin. Di xebat û lêyistokên zarokan de, bûyereke ku herî zêde ez pê dilxweş dibûm, pêşxistina meş û xwepêşandana zarokan bû. Ji bo ku ew lêyîstokên tên zanîn ez tiştekî biafirînim, min ji hezar çeman av dida hev. Lê bi hev re. Bi tenê lêyîstin nîne. Min gelek lêyîstik derdixistin. Bi şev û roj min ew di tevgerê de digirtin. Jixwe di wê aliyê de ez hindekî navdar bûm. Her kesî zarokên xwe vedişartin. Digotin: “radestî vî nekin”. Piştre Kemal Burkay jî heman tişt got. Lê hîna wê demê jî yên ku wisa digotin gelek bûn. Ez weke nêçîrvanan li dor malên wan digeriyam. “dîsan” digotin, “hatiye dê bi hişên zarokên me bilêyîze”. Gelek bûn û hindekan zarokên xwe kirin fermanber (fermanber). Lê, ez dê wan dîsa jî bigrim. Heke em rojekê herin gund ew zarokên ku ji me veşartin ez dê bigrim hemberî xwe. Ez dê dîsan bibêjim “werin”. Ez dê wan li meydanekê bicivînim û wan fêrî lêyîstokan bikim. Vaye, min bi qandî dixwast min nekarî ez bi zarokan re jî bilêyîzim. Azadî nîne. Ya me dixwast ne şer bû, tenê lêyîstikeke bi zarokan re bû. Lêyîstikên erzan: li çiyan meş, komkirina pîvokan, komkirina gîha, nêçîra civîkan… hewla me hemû ji bo vê bû. Me pir kêm dikşandin lêyîstokê, niha jî tên.
Min got, azadî di zaroktiyê de destpê dike. Ez pir li çiyan dimam. Tiştên xwarinê min didan hev, nêçîra civîkan dikir… ya rast zêde civîkên nêçîrê jî nebûn, lê min ewqas kevir diavêtin ku… Bi qandî ku tê bîra min li banî min li çend civîkan da. Wisa min xistin erdê. Xefikên ku min çêdikirin hebûn. Min gelek tivîlk nêçîr dikirin. Bêguman, çar pêncên wan bi hev re nêçîrkirin, serkeftineke mezin bû. Û êdî ew min bi xwe dipijandin. Vê yekê bala zarokan kişand. Li dûv civîkan min ew hetanî dolê dibirin. Û ji wan civîkan min her parçeyek dida yekî. Ew dik hîna di bîra min de ye. Piştî ku min ew civîk nêçîr kirin min xistibûn nava kirasê xwe. Bi çar çavan min çavdêriya der û dora xwe dikir. Ji ber ku dewlemendiyeke mezin di berîka min de heye! Dikarîbûn min bigrin. Yek hema hindekî bibêje “were” ez dê hema xwe biavêjim, derfeta girtina min nîne. Min wisa di dilê xwe re derbas dikir: “ne malbat, ne gundî dê min negrin… ez dê weke zanîna xwe van civîkan bipêjim…” Li pêşiya gundê me darek hebû. Me jê re digot tavî, yanî dara tavê. Dareke gelekî mezin bû. Belkî jî temenê wê sed sal didît. Di germa havînê de ez her dem diçûm bin siya vê darê. Bi qandî ku min dinasî wisa sê darên tavî hebûn. Her sê jî hîna ji bo min pîroz tên. Ez li siya yekê ji wan bûm. Wisa germa havînê jî lê dida. Digotin, “teknîk tê”, “li avê digeriyan”. Bêguman dilopeke avê ji bo min di balkêşiyeke awarte de bû. Heta hindekî ji wir wêdetir, cihekî weke şikeftokan hebû. Min navê wê ji bîra kiriye. Di biniya wir de dilop bi dilop av kom dibû. Di germa havînê de satilek av heye. Gihiştina wê, bêguman dîsan balkêşiyeke awarte bû. Min xwe dirêjî dikir, pir bi zehmetî di nava şîkêran de wisa min xwe dikemişand, dema devê min bi wê avê diket, min dilxwaşiyeke mezin hîs dikir. Ew av hîna bi hemû zelaliya xwe di bîra min de ye, vaye armanceke wisa ye. Piştî min ew teknîk jî dît, pêwîstiya li ser zêdekirina têgeha welat min wiha dît: li dijberî ev hişkahiya mezin mirov dikare çi bike? Gelo ev li kîjan aliyê gundê me ye? Ma av li dolê ye? Çawa dikare were meydana ev zewiyê han? Erê, hindek avên dîtirê jî hebûn. Lêgerîna avê girîng bû. Wê demê av dikirin kupan û ez ji paleyê dihatim.
Dema di germa nîvro de me wisa xwe diavêt, hemû armanca me wisa vexwarina taseke av ji kup bû. Ma te digot tas çibû? Tiştekî ku biniya wî zingar girtiye. Dîsan av misoger nîv bi nîv tije toz e. Lê hindekî di kup de cemidiye. Te digot qey cîhan dibû ya me. Piştî wê jî em rûdiniştin. Dîsa me gêrmiya sawarê ya tamxweş dixwar. Ew gêrmiya dayîka xwe ez gelekî diecibînim, ez bawerim hîna kesekî ku wisa gêrmiyê çêbike nîne, yan jî wê demê bi min wisa dihat. Jiyan ew bû: tasek av, pariyek gêrmî. Dîsa me curn digot. Dema mirov wateya xistina serê xwe ya nava curn û vexwarina avê nizanibe; bi çawabûyîna axên ziwa û çawaniya zindîkirina xeyala wê jî nizane. Dîsan bêyî ku di nava xwîn û xwîdanê de mirov palê neke, tama xweşiya gêrmiyê jî nayê fêmkirin. … Hevalbendiyên min ên jêneger hebûn. Li gor vê hevalên kedê yên baş bûn. Bi hev re baş nêçîrkirin, dîsan bi maran re eleqedarbûn, ji dolan xweş derketina girên bilind û di vê mijarê de zanîna wan a bi min re tiştên giranbiha bûn. Hîna tê bîra min Her tişt tê bîra min hemû rêkên ez tê re meşiya me, hemû kesên derketine pêşberî min. Em ji mala me bigrin, malên mirovan, dîsa coşên lêyîstokan, lêgerînên nan û lêgerîna dibistanê… pir balkêş e; baxçeyeke ji darê fistiq û zeytûnan hebû. Çûyîna me ya dibistana seretayî di rojevê de bû. Hewayeke wisa çêbûye ku dibêjin hun dikarin herin dibistanê yan jî ihtimala çûyînê heye. Berbi payizê em diçin. Wê demê dema min destên xwe sparte ew dara zeytûnê ez wisa hizirîm “gelo ev mamoste şêr in, piling in, gur in? Dê çi ji min bikin.” Wê demê rastiya mamostetiyê min wisa fêm dikir: “ev dikarin çi ji min bikin? Kî ne ev?” û tu hîna neçûye dibistanê, tu tiştekî nizanî, bi taybet jî tu Tirkî nizanî… Ez hesas bûm. Cîranekî me hebû, kesekî ez lê baldar bûm, ji min mezintir bû. Xwedî çekeke Qeredaxî ya ku ji sedsala 19. mayî bû, bostek dirêjiya wê hêbû. Destpêkê saçmeyên wê dadigirt pişt re barûta wê û wisa diteqand. Ew çek jî hîna di bîra min de ye, yekemîn çek a min nas kiribû. Pînek hebû. Pir caran mar dikete vê pînê. Wisa marên reş bûn. Tam ji keviya dîwarê me û cîranan derdiketin. Bêguman ez dê bi mar re mijûlbama.
Ji bo mar ez dibêjim cîranê xwe “dê ka were ji bo mar wê amrazê bi kar bîne”. Lê cîranê me ez zikreşî kirim. Nîv demjimêrê wisa tetik radike li bendê disekine, disekine û disekine… “min got ev çi amraz e” li gor dilê min bi têrahî neteqand. Min got, em zikreşî kirin. Lê her dem jî li ser wî bû. Ji bo wî ev nîşana hêzê bû. Me zêde wate neda çeka wî, lê hîna tê bîra min. Erê, wê çekê ew bihêz dikir, ji bo wî avantajek bû. Ji wê pînê jî marên wisa derdiketin. Di dîwarên malên me de hêlînên kevokan hebûn. Dema mar derdiket û xwe nîşanî me dikir em gelek peroşmend dibûn. Em derdiketin jor, me kevir radikirin, silum dianî. Ma dê tu bi çi li mar bixî? Ew şerekî pir rişt (cidî) bû. Ketiye pîne çend cêlik xistine zikê xwe. Dîsa di çavê diduyê malê de mar heye. Yanî ev di nava malê de ne. Tu di heman cihî de radizî. Ev tê wateya hawirdoreke pir rişt û xeternak. Vaye me dixwast em bikujin. Lê em zêde bibandor nebûn. Piştî wê her ku çû me kuştina maran bi ser xist. Azweriya kuştina mar her ku çû vegeriya rastiyê. … Di min de aliyê welatparêziyê xort e. Weke ku ez dizanim çawa bi xwezayê re tê jiyîn, bi hêsanî ez wê ji bîra jî nakim. Ez li mayîna li wan qiracan, dolan û xirbeyan tu caran eciz nedibûm. Lê gundiyên me yên wê demê her dem direviyan. Jixwe teşeyê reva ji wan axan qet li xweşiya min nediçû. Ji ketina wan a nava jiyaneke hêsan pir eciz dibûm û vê yekê her dem ez didam hizirandin. Ez her dem li ser wendakirina wan mirovan dihiziriyam.
Lê pirsa “ez bibim mirovekî çawa jî” ji bo min bêpersiv bû. Di vê derê de pirsgirêka hêzê derdikeve holê. Tu qebûl nakî, lê ma tê çi bikî? Vaye sebr, xwe gihiştandin, taktikên jiyanê pêşve xistin û yekemîn hesta dijminiyê. Min lê temaşe kir, dê malbat min mezin bike û ez dê bi malbateke mirovan re şer bikim. Ji bo ez pêşiya vê yekê bigrim, min bi kurê cîranan Hesen re têkîliyeke veşartî pêş xist. Ew li cem min pir bi wate ye. Ew, têkîliyeke pir girîng a taktîkî ye. Li dij paşverûtiya feodal têkîliyeke girîng e. Û min zarokên wê malê cîranan baş didîtin. Yên herî zêde ez dikişandim ew zarok bûn. Min zêde ji yên din hez nedikir, ji zarokên mirovên xwe jî. Min zêde bal nedida wan. Ev, girtibûna min a ji têkîliya feodal re û daxwaziya min a aştiya bi wan re nîşan dike. Pêşveçûyîneke awarte ye. Ez di temeneke pir zû de li dijber şêwazê şerekî ku Kurdistan qedandiye radiwestim û vê li gor xwe dadihûrînim. Ez zarokbûm, min dixwast ez zarokan bi ser xwe ve bikşînim; ji bo ez bikaribim bibim civat, hindekî bibandor bim û ji bo ez kêmekî ABC yê fêr bibim. Hindekî bi nêçîriya ji çep û rast, bi berhevkirina pîvokên li çolê û heke hebe bi anîna hindek tiştên ji rez û bîstanan rêxistinkirinên min ên destpêkê destpêdikin. Û yek bi yek min li hemûyan belav dikir. Yanî dema zarokek tê derûdora min dizane li gel min tiştek heye. Erê, min xwe dikir çavkaniyeke dewlemendiyê. Di gund de yekemîn komên zarokan min wisa ava kir. … Kevokên min hebûn. Dîsa kevokên min û yên cîranan pir xwezayî tên gel hev. Lê kevokeke min her diçe û bi kevokên cîranan re difire. Bêguman ez çavdêriyê dikim. Carekê firiya, du caran firiya dev ji koma xwe berda. Li gor min ev tişteke weke xiyanetê bû. Min girt ew kevok bi tevahî rûçikand, ripûrût kir û min berda ser banê xanî: min got “bifire”. Azîneyeke min a wisa ceza kirinê hebû. Pir balkêş e, lê min kir. Hetanî ku yek mûye kevokê nemîne min ew rûçikand. Piştre çi bû, ez nizanim. Lê tawana wî ew bû ku dev ji koma xwe berda bû û bi kevokên cîranan re firiya bû. Ev ji min re weke xiyanetê dihat. Kuçik jî wisa bû. Kuçikekî min ê sipî hebû. Bêguman me pê dida xwarin, dida vexwarin. Balkêş e!
Em li ber darên fistiqan bûn, piştî ku ez diketim xewê hema radibû diçû cem cîranan. Êdî ez nizanim, her hal wî baştir rêxistin kiribû. Weke kuçikekî xayin bû. Ya balkêş, ez jî dixapandim. Yanî hîna weke kesên ku me dixapînin, hema mîna wan bû. Wî kuçikî jî ez dixapandim. Min lê temaşe kir, hema bi roj, bi şev kengê mecal dibîne direve diçe ma cîranê me… ewqas dilxweş û baş li cîranan dimêyzand ku ez mat dimam. Dîsa çima wî kuçikî wisa kir ez nizanim. Dibe ku hindekî jî şensê me be. Berê li gundê me ker hebûn. Min dixwast ku ez kerê me jî bînim pîvanan. Wî wisa serê xwe û quna xwe radikir asîmanan ku, me nedikarî em wî kontrol bikin. Di gund de kerê herî pêpîvan bû. Hîna di bîra min de ye, di gund de em kiribûn henekên her kesî. Tu kerekî wisa tûne bûn. Kerê super, bêguman navê kerê me dikarî bû bibe “kerê sûper”. Li gor vê kuçikê me jî dibû kuçikê sûper. Ji bo li nav baxçe, zewî û rez min biparêze, min bi destên xwe xwedî dikir. Piştî ku ez ketim xewê hema radibû direviya. Kuçikê sûper, kuçikê revok! Ez zarokekî piçûk bûm. Min temaşe kir, me şer kiriye yekî serê min şikandiye. Bêguman bi ser de hatina dayîka min a erjeng heye. Got “na”, divê “tu neyê malê”. Waneya yekem dayîka min da min. Digot encax piştî tolhildanê ez dikarim te bigrim mal. Bi rewşa xwe ya dayiktî qet dilê xwe naşewite, misoger nafikire ku “kurê min e, nizanim çiyê min e”. Hêza min heye nîne li wê jî nanêre. Qet di xema wê de nîne ku “ev zarok, tirsonek e, destên wî zêde ranabin”. Ez nabêjim misoger, lê belkî li ser min bi bandor bûye. Di zaroktiyê de tu kesekî ji min feqîrtir nîne. Yan jî her kesî digot: “bila xwedê zarokê tu kesî weke yê filakesî neke”. Demeke dirêj her wisa bû, her kesî bi qeşmerokî pêşwazî dikir. Navê bavê min Omer bû. Digotin “Omer şewitiye”, “şewitiye”… Dîsan weke kurê bavê biaqil hevalekî min hebû, pêş de ez dê wî bînim ser ziman. Kurê bavê biaqil û fiqareyekî weke min. Jixwe zilamê ku jê re Omer tê gotin bi rastî zilamêkî pir balkêş e. Ew jî zilamekî feqîr ê gund bû. Ma kî wî nas dike? Pir hêjar e. Lê ya balkêş!
Xizanbû, lê hetanî dawiyê misilman û girêdayî ola xwe bû. Ez dikarim bibêjim ku xwedî rêgez bû jî. Divê mirov mafê zilam jî înkar neke. Ez dikarim bibêjim ku tevî hemû bêhêziya xwe ji bo hindek nirxan dijiya. Mirov bibêje ku ez qet jê bibandor nebûme, ew dibe nankorî. Bêguman misoger di hindek aliyan de ez bibandor kirime. Bi rêgez ve girêdayî ye, lê pir bêhêz e. Û bêhêziya xwe dizane. Erê, ez di heft an jî di deh saliya xwe de bûm. Dayîka min çi ji min re digot? Hun dizanin di malê de dayik axa ye, ji bo zarokê heft salî digot: “tu wisa şer bike, wisa şer bike”. Min ne kir. Çima min nekir? Ez dadigerandim û digot “herê lê bide”. Yek-du caran wisa bi ser min de hat: “tu bênamus î, tu nikarî şer bikî”. Bêguman ez zarokekî xwedî hiş û aqil bûm, heke ez weke gotinên wê biçûbama, dê li min xistiba. Jixwe li min didan jî. Ez jî weke şervanên niha yên ji rêzê dihatim û digiriyam: “ev dera min şikest, ew dera min şikest”. Piştre min lê temaşe kir ku wisa nabe, min jî xwe amade kir. Pîrika min jî digot: “hestên vî yên namusê xeter in”. Min vegot: malbata hevalê Hesen Bîndal dijminê me bû. Ji ber ez jî zarokekî cewazbûm, min xwast herî zêde ez bi Hesen re hevaltiya xwe pêş bixim. Carekê dayîka min dît got; “wey vî bênamusî bi zarokê dijminê me re têkîlî çêkiriye”. Têkîliyeke pir veşartî bû û me piştre ew dijminatî têperand. Min çima ew têkîliya veşartî bi dest girt? Ez ji bo têkîliya yekîtiyê tekoşînê didim meşandin. Ez dixwazim di heft saliya xwe de pîvaneke feodal xirab bikim. Heke wê demê ev helwesta min nebûya, min nedikarî niha ez evqas êşîr, qebîle û kesên cewaz bînim gel hev.
Deriyekî me hebû, hîna li pêş çavên min e. Ji ber şerê bi dayîka min re tu cihê wî derî nemabû ku nehatibû hûrkirin. Ka em dê vê çawa çareser bikin? Kê bihata û deriyê me binêrîba dikeniya. Digotin; “ev deriyê çi ye?”. Ji ber şerê bi dayîka min re, wê ez hildigirtim hundir. Ez dibirim gomê, azîneya “pêkanîna” wê jî wisa bû. Sê caran destên xwe dikir qirika min û ez radikirim jor. Digot; “bêje tobe”, him jî sê caran. Wisa hêsan nîne. Hetanî ku hilma min a dawiyê derdiket. Min neçar towbe dikir. Lê dema min kuneke biçuk jî bidîta, ez hema difiriyam min xwe li derî dixist û direviyam. Piştre wê ew derî digirt. Min li her du deriyan jî dixist, dixist. Min perîşan dikir û piştre derbas dibûm. Ez ji wî temenî bi vir ve wisa me. Jixwe her dem diya min digot: “tu kes bi vî re nikare here serî” yan jî “tu kes bi te re nikare here serî, tu kes bi te re mijul nabe”. Ev aliyên min jî hene. Ez vekirî bibêjim: hun çawa şîrove dikin bikin, lê baldar bin. Hun weke ku min dibînin hun nikarin min bi dest bigrin. Piştre navenda me jî wisa ez bi dest girtim, hiziriyan ku dikarin min bi kar bînin. Xwe xapandin e. Tiştên ku dayikê ji min hêvî dikirin, nedîtin… tiştên ku min ji dayikê hêvî dikirin û nedîtin… bi hev re jiyaneke me ya zêde demdirêj nebe jî, pir dijwar bû. Li gor xwe wê ez nasnedikirim, li gor xwe min dixwast ez wate bidim wê. Tê bîra min ku ji bo nanekî sêlê (şerekî nan, hîna di bîra min de ye) min çawa bi dayîka xwe re şer dida meşandin. Piştî nanê garis dema nanê genim derket, ev di min de bû lêgerînek û nanekî sêlê zêde bi dest xistin, ji bo min tam bibû armanc. Ji bo wê min şervantiyeke mezin dida meşandin.
Hedef jî dayika min bû. Diviya ku min ji cihê tê de veşartî yan jî ji destên wê girtiba. Mafê min bû yan jî ne mafê min bû ew mijareke dîtir e. Lê dema min nanê dixwast bi dest nedixist, ez derdiketim çiyê. Li çiyê gihayên tên xwarinê hene, berhevkirina wan, dîsa ji keskahiyên hatine çandin û ji darên fêkiyan nirx dana hev jî ji bo min hedef bû. Me hindek didizîn. Ji bo bi dest xistina hindekan jî me hewlên pir giranbiha nîşan didan. Serdemek wisa derbas bû. Ez dikarim bibêjim ku, di vê mijarê de min şerekî rêbertiyê dida meşandin ku, min komên yekemîn ên zaroktiyê li ser bingehê jêkirinê rêxistin kir. “vaye, werin ez we bibim berhevkirina pîvokan. Li filan cihî zebeş hatine çandin, em dikarin çendekan bigrin. Tirî derketiye, fistiq derketine.” Bavik ji bo zarokên xwe rêber in. Bavê min jî ji bo rêber bû. Lê nedikarî bi rê ve bibe. Ji zû ve dest avêtina min a hunera rêbertiyê hindekî jî ji ber nebesiya bavê min e. Ez wê demê vî tiştî dibêjim: “bavê min jî weke bavê kesên dîtir bila ji me re rêbertiyê bike ku, valatiyê dagre.” Başe ku bave min ê wisa hebûye. Heke wisa nebûya min nedikarî ez di temenekî biçuk de bikevim lêgerîna rêbertiyê. Min digot; “ev bav, nikare me bi rê ve bibe. Di rewşeke pir zor de ye, pir xizan e kêmaniyên mezin dijî.” Bi rastî jî di gund de bi qandî ez dizanim kesê ku di nava malbatê de yê herî zêde di lêgerîna rêbertiyê de bû ez bûm. Dibe ku di wateyê de li ser rêbertiyê min waneyên bingeh wergirtine. Şerekî ku bavê min kiribû hebû. Lingên wî li banî dilêyîstin. Yekî ew xistibû bin xwe. Xwişkeke min a mezin hebû bi ser wê de diqêriya: “wê kêrê bîne…” di binî de ye, lingên wî banî ne, yek kêrê bîne jî nikare bigre, ji ber ku destên wî hatine girtin. Rewşa giyana têkçûyî, kesayeta felç bûye, bi ser de jî kêrê ji min dixwaze. Çekê ji min dixwaze. Dibêje, “bîne Evdileh”. Erê dibe ku navê min jî gotibe. Min ji vê yekê şerm kir û min got “ez tu carî wisa şer nakim”.
Serkeftinên min ên mezin tunebin jî, ez neketim nava karekî ku ez nikarim ji binî derbikevim. Tiştê ku hêza min lê nabe, ma çima ez bi mirinî xwe bikim nav de? Hîna tê bîra min. Dema ez bervî Berêçûk (Birecik) dimeşiyam min bi kirasê bavê xwe re girtibû û min wisa li her tiştî temaşe dikir. Min tirsnak didît. Min dipirsî “ev çi ye? Ev çi ye? Ji her tiştekî ez tiştekî dîtir digrim. Dema yekem car ez li ber kirasê bavê xwe ketim bajêr şerê min dest pê kir. Belkî bajar çiyayekî mezin e û bi ser min de dirûxe. Gav avêtina min a li kolanên Berêçûk weke meşeke di qada dijmin de bû. Bavê min ji bo min hêzeke mezin bû: ji ber ez di wan kolanan de didam meşandin. Bavê min kesekî zêde xirab nebû. Ew jî, her dem min hêvîdar bû û ji min bawer dikir. Dîsa yê ku herî zêde dilê bihêvî kiribû ez bûm. Lê rêxmî vê yekê min gelekî li dijî wî serî hildida. Yanî min mînakeke zarokekî malê yê ne baş raber dikir. Wisa yekî bêfêm, her xwedî kirdeyên xirab, serî hildide ne, berovajiyê vê, bavê min ji min gelek hêvî dikirin. Ez vê jî hîna bi bîr tînim. Di bin darekê de, êdî çi wî bandor dike, ez nizanim, ez nîşan dam ên kêleka xwe û wisa got: “dest nedin wî, li ser eniya wî fetih hatiye nivisîn.” Ez bawerim dîsa vê yekê li gor hedefên min ên xebata jiyanê û berhemê dibêje. Min zêde xwe nedida ber kar, lê dema ez diketim nava karekî min ew kar pir paqij bi kar dianî. Belkî jî aliyê min ê ku herî zêde ew bi bandor kiriye ev bû. “tu herî ku derê here, tê fetih bikî. Li ser eniya te nîşana fetihê heye.” Ev gotin hîna tê bîra min û ji bo çi ev yek got hîna nayê bîra min. Ez lê nedihatim, ez di nava pêvajoyeke dijber de bûm. Karê min ê paqij misoger bû, lê ez gelekî jî du dil bûm, bi hêsanî lê nedihatim. Hawirdor jî wisa bû. Min zêde kar nedikir. Kêm û cewherî min dikir. Bûyera ku jê re fetih tê gotin, şêwaza fetihkirinê ye. Ez hîna di deh saliya xwe de hebûm an jî tune bûm. Hişyariya min hebû. Ez zarokekî xwedî hiş bûm jî. Ez hîna bi bîr tînim, baş di bîra xwe de digrim: ez fêrî baldarbûna li ser mirovan dibûm… bavê min, li gor alimiyê pîvan dadianîn holê, digot: “peleke cigarê bixe bin balifa xwe. Heke tu hindekî ji bilindbûyîna wê balîfê fêm bikî, tuyê bigihê asta alimekî baş.” Û min qet ji bîra nekir. “pela cigarê çiqas e? Dema bikeve bin balîfê, dê tu bibêjî ‘balîf bilind bûye’ yanî dê tu ferx bikî.”
Lê îro ji bo hindekan ne pela cigarê, mirov daran jî bixe bin balîfa wan ferx nakin. Berê hêza min jî zêde nebû. Bavê min wê demê jî digot, “tu kesî ku li te guhdar bike nîne”. Di vê watê yê de heman tişt didome. Erê, di wateyekê de ev yek îro jî rast e. Ez bi tenê me. Lê ez ji bavê xwe jî bihêztir im. Zilamê ku ev yek digot bi xwe ne tu tişt bû. Li gel ku ez jî wisa me dîsa jî min ji ya xwe bostek jî bi paş ve neavêt. Dîsa li gor hemûyan ê herî xort ez im. Li gor kalik û bavê ez im. Digotin, “bila kurê tu bavî weke yê wî nebe”, bavê min jî ne di we rewşê de bû ku aqil bide min. Jixwe min ew zilam qedandibû, baviktiya wî jî bi temamî min qedandibû. Hîna di bîra min de ye, Îsmaîlekî pir tembel hebû. Îsmaîlê qurbanê bû yan jî Îsmaîlê bêhiş bû? Yekemîn pêşniyaza bavê wî jê re wisa bû, “derbasî pêşiyê nebe, li dawiyê nemîne, tam di nîvî de bisekine”. Tam felsefeya gund. Vî, demeke dirêj kurê xwe rê nekir dibistanê. Dît ku em zarokên xwe rê dikin dibistanê, dikin xwedî dahatû, wî jî rê kir. Piştre kete nav zar û zêçan, nehate pêşentiyê. Jiyana hemû gundiyan bi şer derbas dibe. Lê di ev şêwaza şer de serkeftin nîne. Rewşeke dijî şerê gelerî ye. Û ji ber vê yekê ji nakokiyên hundirû xwe qedandine. Rûyêkî vê yê dîtirê jî, pasîfîzma ji xwedê razî ye. Encamê vî şerî, pasîfîzma gunditiyê û serî tewandina ji qederê re ye. Di her şerî de bavê min digot: “here, here! Li ser gund wisa şer bike, here wisa xeberan bide”. Min weke şêwazê wî nekir. Heke min weke wî kiriba, ez niha ji zû de miribûm. Ez nedigihiştim panzdeh saliya xwe jî. Bav jî axayek e, dixwaze şerê berê bide meşandin. Wisa tê fêmkirin ku, dayîka min ji min re dibistana herî baş bû ye. Di gund de ev jin, kesa herî zêde diqêre, ji şer re vekirî û serhildêr e. Hîna di bîra min de ye û ez dikevim bin erdê. Min digot xweziya, bila dayikeke min a wisa serhildêr nebûya. Di gund de li hember xelkê ew wisa çawa şerm nake? Çawa wisa her kesî dixe nava welweleyê, çawa wisa serî hildide? Ez bi rewşa xwe ya zaroktiyê ve diketim bin erdê.”
JI PIRTÛKA “ZIMAN Û ÇALAKIYA RASTIYÊ” HATIYE WERGIRTIN