KOBANÊ – Li Kobanê di çalakiya Mertalên Zindî de ya ku di roja xwe ya 10’emîn de li ser sinorê gunde Qeremoxê didome, şehîd Hogir û şehîd Viyan Amara hatin bi bîr anîn. Bîranîna şehîdên Şoreşê bi yek deqe rêzgirtin destpê kir. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rodîn di bîranînê de axivî û wiha got: “Em şehîd Hogir û şehîd Viyan Amara bi bîrtînin. Qehremantiya wan em ji bîr nakin. Bi êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusre yên li ser Girê Spî û hewldanên yê xistina Kobanê şehîd Amara xist nava tevgerê û wê pênûsa xwe û pirtûkên xwe danîn û rahişt çeka xwe da ku gel ji êrîşên hovane biparêze.”
Piştî axivînê Sinevizyonek der barê jiyana şehîd Hogir û Viyan Amara de hatin temaşe kirin.