BEHDÎNAN – Li Behdînan nûçegihanê ajansa me çû serdana gundekî Aşûrî. Li vî gundî jinên Aşûrî ku mêvan perweriya berbiçav dihat ditîn der barê jiyana xwe ji ajansa me re axivîn.
Jina Aşûrî a bi navê Marta William di derbarê baweriya Aşûriya de ji ajansa me re axivî û got di nav Aşûriyan zewaca pir caran tune, û behsa rêzgirtina ji bo jinê di nava ola Aşûriyan de kir.
Dayika Marta William axaftina xwe wiha domand: “Ev ji sala 1955 em li deşta Nehlê ne, em hertim li vê derê bûn. Em li vir mezin bûn e. Em baweriya xwe bi hemû dêra tenin, em 24 saetan li dêrane ji bo Îsa, ji bo Meryem. Her kes tê dêra ziyaret dike, Meryem dayika Îsa ye. Îsa me ji mirinê parast. Beriya em şixulekî destpê dikin, em dibejin ya Îsa ya Meryem tu me diparêze her gavê. Di ola me de rola jinê pêşenge, bi keda jinê jiyan tê hunandin. Bila her kes di jiyana xwe de baş bin, ger bi 80’ê biçe bila bi awayekî dûrst biçe. Dema Meryem hate Îsa bibe, ew çûbû ezmana, dilî wî hertim pak bû. Di baweriya me de em keç xal, keç mam û keç xaltikê xwe ninin. Pêwîste ji xwîna me dûr be, û tene em dikarin yek car bizewicin. Hemû kes tên dêrê, keç, xort. Tên vir încîlê dixwînin.”
Dayik Aşûr jî wiha axivî: “Di dema berê de Jinên Aşûrî pir zor jiyan dikirin bi zilamekî aşûrî re, jiyana wê pir zehmet bû bi zilamekî re, lê bele jina niha bi hêza xwe dikare li beramberî her kesî bisekine. Jin niha êdî bi zanista xwe di her alî de xwe pêşxist di aliyê Ziman, Maf, Hebûn, Nasnameya xwe û hwd. Di dema niha de êdî jin herî bi nirxe di nava civakê de, ji ber ku bi saya keda Jinên Şoreşger û Zanista Jinên Demokratîk ev hebûna jin di nav civakê de hate qebûl kirin, ji ber vê yekê jin di vê demê de roj bi roj bi serkeftineke mezin pêşengtiya xwe îlan dike. Jiyana ku niha tê jiyankirin bi Zanista jinê kêlî bi kêlî xweştir dibe. Em bi wê hêviyê ne ku bi pêşengtiya Jinên Şoreşger wê her jineke ji wê zihniyeta baviksalarî were rizgarkirin.”
NC/Faraşîn Sîdar