NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li bajarê Mare li dijî komên çete yên bi navên Ehrar El-Şam, Cebha El-Şamiyê û Alaya Duyemîn çalakiyek li dar xistine û di çalakiya wan de 6 çete ji her sê koman hatine kuştin.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Yekîneyên me li derdora bajarê Mareyê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin.
Di 28’ê Tîrmehê de hêzên me li hember çeperên hevbeş ên çeteyên bi navên Ehrar El-Şam, Cebha El-Şamiyê û Alaya Duyemîn çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de ji her sê komên çete 6 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
Ev wêneyê serçeteyê bi navê Ebu Hemze ye, Fermandarê koma Feyleq el-Şam e. di çalakiya 26 Tîrmehê gundê Birc Heyder hatibû kuştin.