QAMIŞLO – Di bin dirûşmeya “Bi vegera li ser kokê em ê govendên xwe zindî bikin” îro Mihrîcana Govendê ya 4’an bi tevlibûna 11 komên govenda gelêrî ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo bi dawî bû. Komên govendê yên ku tev li 4’emîn Mihrîcana Govendê bûne di roja dawîn ya mihrîcanê de bi rêya behremên xwe yên govandên gelêrî têkilek cihereng ji kultur û çanda gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.
4’emîn Mihrîcana Govendê di 27-28’ê Tîrmehê de li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo destp kir. Di dirêjahiya du rojan de komên ku tev li bûne berhemên hunerî û gelêrî cuda pêşkêş kirin. Îro mihrîcan li bajarê Qamişlo bi tevlibûna bi dehan şêniyên bajêr bi dawî bû.
11 komên govendê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda û ji tevahiya pêkhateyan; Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkman tev li mihrîcanê bûn. Her komek bi reng û cilûbergên çanda pêkhateya ku girêdayî wê ye li xwe kirin. Bi vê yekê têkilek cihereng di cihekî de kom bû.
Koman di roja dawîn de berhemên xwe yên hunerî, stran û govendên her çandekî pêşkêş kirin.
Mihrîcan bi tevlibûna şêniyan koman di gerandina xelekên govendê de li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi gelek zimanan bi dawî bû.