ÊLIH – Polîs û leşkerên dagirker êrîşî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên xwestin li Heskîfê çalakî li dar bixin kirin û 10 kes bi lêdanê binçavkirin.
Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê û Koordînasyona Heskîfê ya Amedê bi piştgiriya Meclîsa Endamên Koordînasyonan pêk tên, derketin geşta cihên dîrokî yên Heskîfê. Başaran û yên pê re ku derketin herêmên dîrokî, polîs û leşkerên dagirker derdora wan girtin.
Koma ku ji herêma dîrokî hat navenda navçeyê, dirûşmeya “Heskîf dîroke xwedî dîroka xwe derkeve” berz kirin. Leşker û polîsên dagirker liser vê yekê gotin berzkirina dirûşmeyan qedexeye û êrîşî komê kirin. Polîsên dagirker herî kêm 10 kes bi lêdanê binçavkirin.