BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya ‘Ulkeden’ a Medya Haber TV bû û êrîşên rejîma AKP-MHP, berxwedana li dijî êrîşan û nêzîkatiya PDK’ê ya li dagirkeriya dewleta Tirk nirxand.
Karasû bersiv da pirsên Ararat Sûveyda.
Li dijî êrîşên rejîma AKP-MHP’ê gerîla çalakiyên bi bandor dikin. Hûn şerê heyî çawa dinirxînin?
Niha şerekî dijwar diqewime. Faşîzma AKP-MHP’ê di nava welêt de dîktatoriyeke faşîst ava kiriye. Xwe dispêre wê û êrîşî tevgera azadiyê û gel dike. Li gorî xwe hewldaneke tasfiyeyê dike. Çawa ku di salên 1990’î de êrîşên ji bo tinekirina gerîla dan destpêkirin, gund şewitandin û vala kirin, kuştinên kiryar nediyar kirin, bi deh hezaran mirov xistin zindanan, li Tirkiyeyê zext li gel hate kirin, bi taybetî konsepta ku di salên 1993-94’an de li dijî demokratan hate kirin, konseptek mîna wê niha tê bikaranîn. Wê demê jî êrîşên bi vî rengî pêk hatibûn. Bêguman wê demê jî şer giran bû. Li Botan, Amed, Serhed û Zagrosan şer dijwar bû. Bêguman berxwedana li dijî şer jî xurt bû. Di vê pêvajoya şerê dijwar de dibe ku dema ku herî zêde windahiyên gerîla rû da ew dem bû. Wê demê windahiyên gerîla gelekî zêde bû. Şer hinekî veguherîbû şerê eniyê, yanî ji ber ku şer li dijî hêzên mezin hate kirin windahî jî bi sedan bû. Bi giştî bi hezaran windahî di salên 1993-94’an de rû da.
Niha şerekî bi wî rengî dijwar ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve tê meşandin. Hem li Bakur, hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û gefên xwe yên li dijî Rojava zêde kiriye. Bêguman ev yek hewldana ji bo bidawîkirina Kurdan e. Çawa ku Tansû Çîller got, ‘ya wê biqede ya wê biqede’, bi heman rengî Erdogan dibêje ‘ya wê biqede ya wê biqede’. Heman mejî ye, heman nêzîkatî ye. Bêguman wê demê jî gerîla li ber xwe da. Zextên giran li gel hate kirin. Di serhildana sala 1993’an de bi sedan mirov ji gel hatin qetilkirin. Mîna li Cizîr, Nisêbîn, Dîgorê li her deverê xwestin serhildanên gel bitepisînin. Gund bi rengekî topyekûn hatin şewitandin. Şerekî qirêj bû. Niha jî şerekî bi heman rengî tê kirin, divê bi vî rengî bê dîtin. Lê belê divê di heman demê de bê dîtin ku ev hemû bi Şerê Dinyayê yê Sêyemîn ve girêdayî ye. Wê demê hewldanek tenê li dijî gerîla bû. Êrîşa ji bo rawestandina pêşketina gerîla bû. Niha ji wê jî wêdetir niha tê xwestin ku di Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de hevsengiyên berê bên hilweşandin û yên nû bên afirandin. Di vê pêvajoyê de dixwaze Mîsakî Mîllî ya Kongreya Sêwasê ya sala 1919’an bixin meriyetê. Bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê re dixwaze piştre tevlî xaka xwe bike. Piştre dixwaze Bakurê Sûriyeyê dagir bike û tevlî xaka xwe bike. Projeyeke wiha ye.
Ev êrîşkarî êrîşkariyeke ji rêzê nîne, di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de Tirkiye dixwaze li gorî xwe bandora xwe bike. Dixwaze li Iraqê, li Sûriyeyê bi bandor be. Dixwaze Kurdan di nava vî şerî de tasfiye bike. Bêguman gerîla li dijî vê yekê bi xurtî li ber xwe dide, wê li ber xwe bide. Em vê bêjin; dibe ku êrîş giran bin, dîktatoriyeke faşîst heye, civak, rewşenbîr hatine bêdengkirin, televîzyon, radyo, rojname, di salên 1990’î de ji wan re digotin çapemeniya Mehmetçîk niha jî bûne çapemeniya alîgir. Li dijî şerê topyekûn gerîla li ber xwe dide, wê li ber xwe bide. Em ê bi berxwedanê vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji holê rakin. Li dijî polîtîkaya êrîşkariyê ku di çarçoveya dijminatiya li Kurdan de tê kirin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û êrîşkariyê têk bibin.
FAŞÎZM BI BERXWEDANÊ TÊ TÊKBIRIN
Bêyî berdêlan, bêyî berxwedanê nepêkane ku faşîzm bê têkbirin. Êrîş dijwar e, wê demê berxwedan jî divê dijwar be. Di têkoşînên azadiyê hemûyan de serdest ji bo têk neçin hemû derfetan bi kar tînin, niha jî deshtilatdariya AKP-MHP ji bo têk neçe hemû derfetan bi kar tîne. Ji ber ku tengav bûye ewqasî dike qareqar. Dixwaze encamekê werbigire. Eger encamê wernegire wê têk biçe. Bêguman ev yek jî wê bibe sedem ku demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn gengaz be. Di vê çarçoveyê de wê derfetên azadiya gelê Kurd jî biafirin. Lê belê gelê me divê vê zanibe; ev êrîşkarî wê bidome, berxwedana li dijî vê jî wê bidome. Divê gelê me li dijî vê amade be. Ciwan, jin divê amade bin. Divê bi hemû derfetên xwe, bi hêza xwe tevlî vê berxwedanê bibin. Di salên 1993-94-95’an de êrîşên hatin kirin bi vî rengî bûn. Lê belê ciwan pêl bi pêl tevlî nava gerîla dibûn. Gel bi hêza xwe bi gerîla re bû yek, bi gerîla re tevdigeriya. Di encama vê yekê de bêguman êrîşên wê demê bi ser neketin.
Ji ber ku bi ser neketin serî li Emerîkayê dan. Got, ‘Ez tasfiye dibim, ez parçeyekî NATO’yê me, weke endamekî NATO’yê belav dibim, aboriya min têk diçe, sîstema min a siyasî, civakî û leşkerî têk diçe. Min rizgar bike’. Emerîka jî bi hawara wan ve hat. Di dawiya salên 1990’î de bi her rengî têk çûbû, Emerîkayê ew rizgar kir. Niha jî dibêjin, ‘Emerîka bi PKK’ê re hevkariyê dike’. We xwe spartin Emerîkayê û komplo li dijî Rêbertî kirin, we xwe spartin Emerîkayê û êrîşî tevgerê kirin, mîna ku ev bûyer qet rû neqewimîne. Niha endamê NATO’yê ye, hemû teknîka NATO’yê werdigire. Şerê balafirên şer dike. Balafirên xwe, teknîkên di balafirê de bi kar tînin ên Emerîkayê ne. Hemû ew teknîk in ku Emerîkayê pêşkêşî wan kirine. Teknîkeke wan bi xwe nîne. Balafirên keşfê afirandiye, lê ew jî bi çi rengî afirandin? Heron radestî wan kirin, predatorên Emerîkayê radestî wan kirin, ew lêkolîn kirin û bi vî rengî afirandin. Ew kamerayên qewîn jî bi xwe nafirînin. Ji Koreyê, ji deverên din werdigire û di vê çarçoveyê de şer dike.
Piştî kuştina berpirsyarê maseya Başûrê Kurdistanê ya MÎT’ê Osman Kose, PDK hîn bêhtir bêperwa bû. Divê ev yek çawa bê nirxandin?
Bêguman divê ev êrîş bi berfirehî werin nirxandin. Li her deverê êrîşî destketiyan dikin, wê êrîş bikin. Tirkiye heta ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekir wê êrîşî Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistanê bike. Ne tenê êrîşî têkoşîna Kurdan bike li ku deverê têkoşîna demokratîkbûnê hebe wê li wê deverê êrîş bike. Ji ber ku demokratîkbûnek li devereke Rojhilata Navîn wê bandorê li Tirkiyeyê bike. Li Tirkiyeyeke demokratîkbûyî polîtîkaya qirkirina Kurdan nikare bê meşandin. Li deverekê destketiyeke Kurdan hebe wê nikaribe qirkirina Kurdan bidomîne. Çima êrîşî Rojava dike? Sedemeke tenê ya êrîşa dijî Rojava heye, ew jî ew e; statuyeke li wê deverê wê bandorê li Bakur bike. Ji ber ku Kurd herî zêde li Tirkiyeyê hene. Ji ber vê yekê Başûrê Kurdistanê qebûl nake, dibêje ‘me şaşitî kir’. Eger firsendê bibîne wê ‘sererast’ bike. Ji ber ku dibe mînak, Kurd hene. Ji ber vê yekê li ku deverê destketiyeke Kurdan hebe wê teqez êrîşî wê deverê bike. Li ku deverê pêşketineke demokrasiyê hebe wê êrîş bike. Divê her kes vê zanibe. Rêya astengkirina êrîşa dijî Rojava bi çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakur dibe. Ewlekirina destketiyên li Başûrê Kurdistanê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dibe.
Çend roj berê hevalê Abbas got, “Bi tena serê xwe li Başûr pirsgirêk çareser nabe, bila xwe nexapînin”, ji ber vê gotinê qiyamet rakirin. Gotin, ‘çima wiha dibêje’. Eger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, îro nebe wê sibe dijminatiyê bikin. Dewleta Tirk çima êrîşî referandûmê kir. Gelo sedema vê yekê ne eşkere ye? Pirsgirêkeke Kurd a serbixwe heye, li Rojava heye, li Başûr heye? Rewşa Kurdên li Bakur, bandorê li rewşa li Rojava û Başûr nake? Dijminatiya AKP-MHP’ê ya li Kurdan a li Bakur gelo bandorê li Rojava nake, bandorê li Başûr nake? Bandorê dike. Çima dest li referandûmê werda? Dewleta Tirk dest lê werda, ji ber ku pirsgirêka xwe ya Kurd çareser nekiriye. Lewma referandûma serxwebûnê li Başûr qebûl nekir, red kir. Dema ku li Bakur pirsgirêk çareser nebe, li Başûr jî çareser nabe. Gelo îradeya tam a Başûr heye? Dest lê wernedan? Li Kerkûkê dest wernedan? Di nava rastiyeke wiha de çareserkirina pirsgirêkê li parçeyekî tenê wê nêzîkatiyeke têrker nebe. Pirsgirêka Kurd tenê li parçeyekî çareser nabe, divê mirov bi rengekî yekpare binirxînin. Gelo çima nerazîbûneke ewqasî mezin nîşanî vê nirxandinê didin? Nerazîbûna li dijî vê nirxandinê tê wê wateyê ku partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd fêhm nekirine. Gelo tiştekî wiha heye; Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hev kirine? Başûrê Kurdistanê bi Îranê, Sûriye yan jî bi devereke din re li hev kiriye? Gelo peymaneke bi rengê ‘Hûn tiştekî bi devera ez lê me nekin, li Bakur, Rojava hûn çi bi Kurdan dikin bikin’?… Wê Kurdên li parçeyên din hemûyan qir bikin û bi vî rengî tenê Başûr qebûl bikin. Gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî heye? Em bawer nakin ku hêzên Başûrê Kurdistanê peymaneke bi vî rengî bikin. Eger peymaneke bi vî rengî tine be wê demê heta ku dewleta Tirk pirsgirêka xwe çareser neke wê destketiyên hemû parçeyên din di metirsiyê de bin. Ya ku hatiye gotin ev e. Gelo ev ne nirxandineke vekirî ye?
Eger referandûma serxwebûnê rû nedabûya hingî dikarîbû li dijî vê nirxandinê derketibûna lê belê referandûm di demeke nêz de pêk hat. Di nava rastiyeke wiha de divê Kurd bi aqlê selîm tevbigerin. Rewşa dewleta Tirk ne rewşeke ji rêzê ye, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe wê dijminatiya xwe ya li Kurdan bidomîne û eşkere ye ku wê her tim vê yekê bike. Niha ji ber ku bi PKK’ê ve mijûl e, bi Bakur ve mijûl e, ji ber ku di wê mijarê de tengav bûye, ji ber ku polîtîkaya xwe ya der barê Başûrê Kurdistanê, Ewropayê, Rûsya, Emerîka, Çîn û polîtîkaya xwe hemû li gorî Kurdan, li gorî tasfiyekirina PKK’ê amade kiriye, polîtîkaya xwe ya der barê Başûrê Kurdistanê de jî li gorî wê dimeşîne. Lewma ji vê rastiyê ve jî mirov nikarin bêjin ku dewleta Tirk dostê Başûrê Kurdistanê ye ya jî têkiliyeke xwe ya baş pê re heye. Ev yek wê bibe xapandina xwe, wê were wateya fêhmnekirina ji siyasetê. Pîvana herî hêsan a dîplomasiyê, ya siyasetê ye; tu yê hedefên xwe yek bi yek têk bibe. Li dijî dijminê xwe yê herî mezin tu yê dijminên xwe yên din niha jinedîtî ve bê. Ya ku dewleta Tirk dike ev e.
AKP DI QIRKIRINA KURDAN DE POLÎTÎKAYA OSMANIYAN DIMEŞÎNE
Min beriya niha diyar kiribû; Osmaniya li dijî Kurdan polîtîkayeke çawa meşandin? Dema ku eşîrek xurt bû, piştgirî da eşîrên din ên lawaz, bi vî rengî bi ser wê eşîra xurt ve dişand. Ew lawaz dikir, destek dida eşîreke din, piştî ku ew xurt bû vê carê bi eşîrên din re hevkarî dikir. Bêguman wê dewleta Tirk dijminê PKK’ê be, ku çil sal e pê ve mijûl e. Ji ber vê yekê Başûr niha jinedîtî ve tê. Gotin ‘me şaşitî kirin’. Gelo hişê dîrokê yê Kurdan nîne, dîroka Tirkiyeyê, polîtîkaya Tirkiyeyê nizanin? Nexêr, gelê herî polîtîk ê niha gelê Kurd e. Kurd xwedî hişekî xurt ê polîtîk e. Ne tenê gelê Bakur, gelê Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwedî heman hişmendiyê ye. Gelek bûyerên neyînî bi serê wan ve hatin. Gelek êrîşên giran li wan hatin kirin, xiyanet li wan hate kirin, xençer li wan dan. Lewma ev hemû bûn sedem ku Kurd di mijara rastiya Rojhilata Navîn, rastiya dijmin de têgihiştî bibin. Di nava rastiyeke wiha de şaş e ku êrîşên heyî weke tenê êrîşên dijî PKK’ê, şerê dewleta Tirk ê dijî PKK’ê bê dîtin. Belê li dijî PKK’ê ye, lê belê piştî ku PKK bêbbandor kir wê rewşeke bi çi rengî rû bide? Ji hinekan heye ku bi bêbandorkirina PKK’ê re wê bi Kurdan re li hev bike. Dema ku lawaz kir wê li hev bike? Dewleta Tirk xwedî rastiyeke qirker e. Ew nêrîna hin nezanan e.
MÎNA SAZIYA WEŞANÊ YA POLÎSAN E
Tê gotin ku piştî bûyera Osman Kose PDK’ê zimanekî gelekî êrîşkar bi kar aniye, ez li qenalên wan temaşe nakim. Lê belê tê gotin ku Osman Kose endamekî MÎT’ê ye, berpiryarekî MÎT’ê ye. Hevalan bi wî rengî îzah kirin. Xuya ye agahiyên xwe hene. Amberîn Zaman got, ‘Ne endamê konsolosxaneyê ye, endamê îstîxbaratê ye’. Wekî din îfadeyên du personelên MÎT’ê yên hatin girtin hene, me xwend. Her du personelên MÎT’ê diyar kirin ku piraniya kesên li konsolosxaneya Mûsilê dixebitin endamên MÎT’ê ne û ev yek belgekirî ye. Gelo PDK Osman Kose weke dîplomatekî dibîne? PDK bi xwe jî zane ku MÎT li wê deverê heye.
Di nava PDK’ê de endamên MÎT’ê hene, navên wan jî hene lewma em pê zanin. PDK bi maseya MÎT’ê ya li dijî PKK’ê re xwedî têkiliyeke xurt e. Civînên xwe li Konsolosxaneya Hewlêrê dikin. Konsolosxaneya Hewlêrê veguheriye wê deverê ku endamên Parastin a PDK’ê û endamên MÎT’ê civînên hevpar lê pêk tînin. Em vê yekê nabêjin, endamên MÎT’ê vê yekê dibêjin. Divê li vê rewşê bê pirsîn.
Bêguman divê kes dest nede dîplomatan, lê eger dîplomat be û têkiliyên derve dimeşîne. Lê belê Konsolosxaneya Hewlêrê êdî navenda dîplomasiyê nîne, veguheriye devereke ku endamên MÎT’ê yên li Başûrê Kurdistanê xwe lê bi rêxistin dikin. Me ev yek beriya niha gelek caran anîn ziman, di destê me de di vê mijarê de belge hene. Her wiha MÎT maeş dide hin kesên nava Parastinê. Em naxwazin navên wan eşkere bikin. Şexsekî girîng ê Parastinê yê bi PKK’ê re mijûl dibe timî pere ji MÎT’ê werdigire. Ev yek di belgeyên MÎT’ê de heye. Yek bi yek dibêje çiqas pereyî dide kê. Lewma ji xwe eleqeya çalakiyê bi me nîne. Dibêjin, ‘Cemîl Bayik ferman daye’, bi temamî derew e. Me ji televîzyonê bihîst. Ji xwe Navenda Parastina Gel daxuyanî da û diyar kir ku eleqeya wan pê nîne, lê belê yên kirine welatparêz in.
Tu li weşanên PDK’ê temaşe dike, çend roj berê ew dîmen nîşan dan. Çawa ku AKP’ê beriya niha mirov derdixist ekranê û teşhîr dikir, bi heman rengî dikin. Yanî televîzyoneke polîsan. Veguheriye saziyeke weşanê ya polîsan. Piştî ku mirov lê temaşe dikin dibêjin, ‘gelo bi rastî jî wan kirine’ û dikevin nava fikaran. Ji ber ku bi rengekî ewqasî sansasyonî hin kes derxistine û didin axaftin. Piraniya tiştên diaxivin jî derew in. Tiştên derbarê tevgerê de gotine derew in. Dibe ku ew hevdu nas dikin, lê belê eleqeya xwe bi tevgerê re nîne. Li tevgereke siyasî ya Kurd nayê ku vê yekê weke ku şer li dijî PKK’ê ragihîne dimeşîne. Zimanê AKP’ê ye. Endamekî MÎT’ê hatiye kuştin, tevgereke siyasî ya Kurd li dijî PKK’ê şer radigihîne, terorîst radigihîne. Ev yek çûyîna ji ser hişê xwe ye. Ji ber zexta dewleta Tirk vê dikin.
Tê gotin ku rola Osman Kose di şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb de heye. PDK ji ber vê êrîşê Qendîl û Mexmûrê dike hedef. Hûn vê çawa dinirxînin?
Divê PDK vî tiştî bibîne, divê gelê Başûrê Kurdistanê jî vê bibîne, li Başûrê Kurdistanên MÎT’ê wekî tevnepîrkê her der dagir kiriye. Li her derê hene. Konsolosxaneya Hewlêrê bûye navenda vî tiştî. Gelek bûyer hene. Ne bi tenê ya heval Helmet heye. Bûyera heval Sînan û hin bûyerên li Behdînanê heye. Teqez bi hevkarî û rêxistinkirina MÎT’ê û bi agahiyên hin sîxurên ji wê derê, hin bûyer pêk hatine. Ma dibe ku Hewlêr li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bibe biryargeha êrîşî û konsolosxane ji bo vî tiştî were bikaranîn? Derveyî vê bûyerê em dibêjin, beriya kuştina Osman Kose jî me gelek caran ev tişt got. Ji ber ku li holê mikurhatin û gotinên endamên MÎT’ê hene yên ku hatine girtin.
Di vê çarçoveyê de hin hevalan jî nirxand, ji bo Helmet sersaxî nexwestin lê ji bo Osman Kose tofan rakirin. Gelek heval bi operasyonên MÎT’ê şehîd dibin, di vî warî de bêdeng in lê xwe dispêrin bûyereke ku baş nayê zanîn çawa pêk hatiye, li dijî PKK’ê şer didin destpêkirin. Divê mirov bi rûmet û wijdan be. Qaşo PKK dixwaze li Başûrê Kurdistanê kaosê ava bike, nizanim dixwaze çi bike. Dema ku Hewlêr diketa biketa û DAÎŞ’ê êrîş kir, ma gerîllayan DAÎŞ nedan sekinandin? Kaosa çi? Gerîllayan Başûrê Kurdistanê rizgar kirin. Dema ku êrîşî Kerkûkê hate kirin, ma gerîla neçû Kerkûkê? Hêza ku çû Kerkûkê ma ji bo kaosê çû? Gerîllayên ku di têketina Hewlêrê de DAÎŞ dan sekinandin gelo ji bo kaosê çûn Hewlêrê? Em ê ji kê bawer bikin? Em ê ji televîzyon û propagandaya derew bawer bikin an jî em ê ji gotinên Mesûd Barzanî bawer bikin? Mesût Barzanî wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû. Mesût Barzanî spasî li gerîlayan kir û got ku “Tirkiyeyê tu carî alîkarî neda me” Ji ber ku wan piştgirî didan DAÎŞ’ê ma wê çima alîkariye bidin te? Wê Hewlêr bixistina û şaşiya ku qala wê dikirin wê bi rêya DAÎŞ’ê sererast bikirina. Çawa ku êrîşî Kobanê kirin û xwestin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin, wê bi rêya DAÎŞ’ê ya ku AKP’ê piştgiriya wê dikir destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakirina. Û jixwe Mesût Barzanî got Tirkiye nebû alîkar û tiştek nekir.
Niha jî bombeyan bi ser Şengal û Mexmûrê dibarînin. Bila dewleta Tirk bombe bi ser DAÎŞ’ê jî bibaranda. AKP û MHP bombeyan bi ser gerîlayan dibarîne yên ku li Şengalê rûmeta PDK’ê rizgar kirin. Rûmeta Hewlêrê jî rizgar kirin. Bila dewleta Tirk bombe bi ser DAÎŞ’ê jî bibaranda, ma we tiştekî wisa dît? Dema ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, got ku ez li dijî DAÎŞ’ê me. Kete Cerablûsê. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Tirkiye heta bi dawiyê bi Hîtler re bû, têkilî bi Elmanyayê re danîbûn. Dema ku diyar bû wê Hîtler têk biçe, Tirkiye şer da destpêkirin. Piştî ku DAÎŞ li Rojava têk çû, Tirkiyeyê diyar kir ku ew li dijî DAÎŞ’ê ye. Piştî ku Minbîc hate stendin wan dîtin ku ew der jî dikare ji aliyê QSD’ê were stendin.
PKK KAOSÊ AVA NEKE, PKK PARÊZVAN E
Li ser vî esasî em dixwazin ku PDK rast nêzik bibe. Divê bûyera li Hewlêrê neke hincet û dijminatiya PKK’ê neke, divê civakê sor neke. Bi weşanên şerê taybet, civakê sor dike. Ji bo PDK’ê rexneyên me jî hene. Em têkiliya wê û dewleta Tirk û bêdengiya wê ya li hemberî dagirkeriyê rexne dikin û qebûl nakin. Em dibêjin ev şaş e. Em dibêjin ku ev êrîş ne bi tenê li dijî PKK’ê ye, di dahatûyê de wê êrîşî destkeftiyên Başûr jî were kirin. A niha meseleyeke wisa heye ku li dijî PKK’ê şer bidin destpêkirin. Divê hemû partiyên Kurdan û gel baldar bin. Divê gel vî tiştî bibîne, PDK bi van weşanan zemîna şerê li dijî PKK’ê ava dike. Divê hemû partiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê, hikumet jî Goran jî, YNK û tevgera Îslamî jî li hemberî vê rewşê bihistyar bin. PDK bi zextên dewleta Tirk hewl dide hemû partiyan li dijî PKK’ê têxe nav tevgerê. Ev daxwaza dewleta Tirk e. Heta niha PDK’ê êrîş dikir, niha dixwazin YNK, Goran û parlementoyê jî tevlî van êrîşan bikin û dibêjin PKK li Başûre Kurdistanê kaosê ava dike. Dewleta Tirk destkeftiyên Başûr dixe xetereyê, heke ev êrîş neyê sekinandin û pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin, ew ê bibêjin ‘Bila ev ji bo me bibe ders’ lê êdî wê dem derbas bûbe. Hin kesên bêrûmet derdixin televîzyonan û wan didin axaftin. Divê PDK cîddî be, asta xwe evqasî danexe. Bi kuştina endamekî MÎT’ê yê li Hewlêrê qiyametê radikin û propagandayê dikin. PKK kaosê ava nake, PKK parêzvanê Başûr e.
Heke PKK tasfiye bibe wê berxwedana wan biqede. Ew ê ji binî ve teslîm bibin. Niha jî ji ber PKK’ê li hemberî wan nerm e, lê piştî ku PKK tasfiye bibe, 20-30 sal berê çi digotin wê ji PDK’ê re jî heman tiştî bibêjin. Jixwe di dema referandûmê çi negotin? Rojnameyan vekin û lê binihêrin. Erdogan û Bahçelî ji bo PDK’ê çi û çi negotin? Ev tişt hate jibîrkirin. A niha bi lîstikeke AKP û MHP’ê PKK hedef tê nîşandan. Şirîkê AKP’ê kî ye, MHP ye. Yên ku niha AKP’ê bi rê ve dibe, MHP ye. Polîtîkaya niha xeta MHP’ê ye. Hemû Kurd dizanin ev çi ye. Hemû rewşenbîrên Kurd dizanin. YNK, Goran û PDK jî bi vî tiştî dizanin. Li ser DYE û Ewropayê ferz dikin û dibêjin bibin dijminê PKKê. Zextan li ser Sûriye û Îranê jî dike. Ma li ser PDK’ê nake? Temam dikare li ser her kesî bike lê PDK Kurd e. Yên din belkî li berjewendiya xwe bifikirin. Li vê derê êrîşa li ser me, tê wateya êrîşa li hemû Kurdan. Bila kes xwe nexapîne. Ev çi Kurdbûn e? Ew ê li dijî Kurdan êrîş were kirin û ew ê bibêjin ev tişt min eleqedar nake. Wê êrîşî rêxistina herî mezin a Kurdan, ji rêxistina herî têkoşer a Kurdan were kirin û wê bibêjin ev êrîş ne li ser min e. Ev tişt dibe? Heke PDK û YNK êrîşî me bike, em ê çi bikin? Em ê li hemberî êrîşan helwesta xwe diyar bikin. Dibe ku di nav rêxistinên Kurdan de cihêtî hebe lê heke êrîşek were kirin, ew ê helwesta me ji bo gelê Kurd be.
Divê vê meseleya Osman Kose nekin hincet û astê danexînin. Em dibêjin divê PDK di vî warî de baldar be. Ev ne karên hêsan e. Em jî rexneyan dikin lê ku mirov civakê li dijî Tevgera Kurdan sor bike, ev tiştekî din e. Wê encamên vî tiştî giran be. Tê xwestin ku di navbera Kurdan de parçebûn were kirin. Divê ev tişt neyê kirin. Ma em tiştekî wisa dikin? Em dixwazin gelên Başûr bînin hav û hestên wan ên gelê Bakur bikin yek. Divê PDK vî tiştî neke û televîzyonên xe hişyar bike. Rexne cihê ye, wan berê xwe da dijminatiyê. Divê dev ji vî tiştî berdin.
Gefên rejîma AKP û MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye? Bi herêma ewle re dixwazin çi bikin? Li hemberî van gefan divê helwest çawa be?
Jixwe me vê meseleya herêma ewle fêm nekir. Jixwe ew der herêmeke ewle ye. Niha li Rojhilata Navîn herêma herî ewle, Bakurê Sûriyeyê ye. Li wê herêmê îstîkrar heye. Tirkiye gefê li ewlekariya wê dixwe. Her roj topan diavêje û mirovan dikuje. Efrîn dagir kirin, her roj gefan dixwin. Kesek jî nabêje çi heqê te heye. Ewropa û DYE dibêjin ku hincetên Tirkiyeyê normal in. Ev çi fêmkirin e? Ma Rojava li dijî Tirkiyeyê şer daye destpêkirin. Erê şerek heye lê Tirkiyeyê şer da destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî nabêje DYE çi karê te li wir heye? Çi îşê te ji wan e? Tirkiyeyê şerê li Sûriyeyê anî vê astê. Yan na ew ê wisa nebûya. Mûxalefeta hundirîn a Sûriyeyê tune kir. Tirkiye bû sedem ku şerekî wisa giran derkeve holê.
ROJAVA JIXWE HERÊMA EWLE YE
Niha dibêjin ‘herêma ewle’. Jixwe ew der herêma ewle ye. Xwedêgiravî wê bi qasî 35 km bikevinê. Jixwe ew der encex 35 km ye. Hemû bajar li ser sînor in. Ev rasterast eşqiyatî ye. Ez ê têkevim her deverê. Ka hiqûqa destûrî, ka mafê mirovan, ka mafê civakan? Li wir civakeke dixwaze bi Ereb, Sûryanan re xwe rê ve bibe, ziyanê nade kesî, bi ser hemû cîhan pê şanaz e. Baş e, dewleta Tirk wê çima êrîşê bibe ser? Em dipirsin; ji Ewropa, NY’yê, Rûsya û DYE’yê. Çima wê êrîşê bibe ser? Van gelan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ji 10 hezarî zêdetir şehîd dan, ji 20 hezarî zêdetir mirov birîndar bûne, hûn ê giş ji vê li çepkan bidin lê dema ku Tirkiyê êrîş bi ser de anî hûn ê bêdeng bimînin. Bi ser de hûn ê bi Tirkiyê re bazarê li ser herêma ewle bikin. Ev êdî binpêkirina wijdanê mirovahiyê ye. Wê were gotin ma wijdanê kapîtalîzmê, ma exlaqê wê heye? Dewleta Tirk dikare bike, êrîşê bîne. Heta ku meseleya xwe ya Kurd çareser neke, wê êrîşê bibe ser Bakur, Başûr. Tekane rê berxwedan e. Heke berxwedan hebe her tişt dikare were serûbinkirin. Dikare li wir Tİrkiyê bixe nav çiravê. Tirkiye di encama vê polîtîkaya şer de dikare bibe weke Enwer Paşa. Lê ku berxwedan hebe. Divê berxwedan hebe. Li şûna wê ne filan û bêvan. Dixawaze wê derdora demokratîk a li wir rake, li Rojhilata Navîn qada demokrasiyê ye, qada azadiyê ye dixwaze wê ji holê rake. Wê neqencî pê kir? Dixwaze azadiya Kurdan ji holê rake.
BERXWEDAN WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE
Ji vî alî ve ne pêkan e ku mirov AKP’ê bi filan hevdîtinê, bi filan peymanê qanih bike. Rast e, dîplomasî dikare were kirin, mirov dikare raya giştî ya cîhanê agahdar bike, mirov dikare mafdarbûna xwe deyne holê lê desthilata AKP-MHP’ê guh nade vê. Zordar e, faşîst e, qirker e, dijminê Kurdan e. Nizanim behsa korîdora terorê dikin, korîdora çi? Pêşî wê biçin Behra Spî. Dema ku behsa korîdorê dikin jî heta bi Behra Spî. Dema ku behsa korîdorê dike, te ew der dagir kiriye. Tu dagir dikî, dixwazî Bakurê Sûriyê dagir bikî. Tevgera dagirkeriyê heye. Ji vî alî ve bi mîsogerî divê gel hazir bin, divê berxwedanî hebe. Gel bi zar û zêç, jin û yixtiyaran divê li ber xwe bide. Tenê bi YPG’ê, QSD’ê berxwedan nabe. Divê gel li ber xwe bide. Wê jiyana xwe jî feda bike, li ber xswe bide, dema ku AKP’ê ketiyê wê wir bike qada şer.
DIXWAZIN ÇETEYÊN HERÎ TÛJ ÊN DAÎŞ’Ê BÎNIN Û LI HERÊMÊ BI CIH BIKIN
Bêyî ku fedî bike yekî wê rojê got, paqijiya etnîk tê kirin. Ê ku paqijiya etnîk dike hûn in. Dibêjin wê biçine wan deran, Ereban bînin li wan deran bi cih bikin .Heke hebin Ereb dikarin biçine wir bi cih bibin. Erebê kûderê be, heke ji Til Ebyad Ereb hebin dikarin biçin, kî dikare bibe asteng? Erebên ku behs dikin ne Erebên wiha ne. Dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê li wir bi cih bikin. Em ji cîhanê dipirsin, hûn Sûriyeyeke wiha dixwazin? Hûn Sûriyeyeke wiha dixwazin ku yên li serî bi hişmendiya DAÎŞ’ê bin? Dewleta Tirk Sûriyeyeka wiha dixwaze. Dixwaze pêşî li demokratîkbûna Tirkiyê bigire. Heke Tirkiye êrîşê bîne berpirs ew in.
DYE jî, Ewropa jî, Rûsya jî berpirs e. Em ê hemûyan berpirs bibînin, ne tenê Tirkiyê. Li dijî DAÎŞ’ê koalîsyon xurt bû. Ên ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didin hene, dixwazin wan serkut bikin. Dixwazin tola DAÎŞ’ê hilînin. Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê neyê paşvexistin, mirov nikare li Rojhilata Navîn hişmendiya DAÎŞ’ê qels bike. DAÎŞ wê dîsa derkeve holê. Mesele ne DAÎŞ e, mesele hişmendiya wê, wê dîsa derkev holê. Jixwe yê ku hişmendiya DAÎŞ’ê derxistî holê AKP-MHP ye. Her roj dibêjin filan dijmin, bêvan dijmin, ev dijminê Tirkan e, ev dijminê Îslamê ye, her kesî dikin dijminê Îslam-Tirk û hişmendiya DAÎŞ’ê derdixin holê.
Ev zelal e, ê ku vê dike Erodgan e, Devlet Bahçelî ye. Heke dagirkeriyek bibe em ê her kesî berpirs bibînin. Ewropa, DYE, Rûsya, koalîston wê berpirs bin. Em bang li gel jî dikin divê li ber xwe bidin. Heta dawî divê li ber xwe bidin. Ev berxwedan wê lîstikê xira bike. Tiştekî dî nikare xira bike. Ji ber ku hişmendî qirker e, faşîst e. Ji gotinê fêhm nake. Ji ber ku meseleya xwe ya Kurd çareser nake, wê dijminatiya Kurdan bike, çavnebariyê li wir bike. Nabêje, ”me li Başûr şaşî kir?”. Dibêje, min li wir şaşî kir, dikare çavê wê lê bar bibe? Ya dî, li gorî xwe qels jî dibîne, wiha difikire.
Ji ber vê jî em li bendê ne. Bila kesek nebêje AKP-MHP’ê tevgera dagirer nake. Her kes heta ferdê ddawî divê xwe ji şer re hazir bike. Bila wir ji AKP’ê re bikin çirav. Çawa ku Enewer Paşa got şer û kete çiravê û divê ew jî bikev çiravê, hêza gel he.e Dema ku di nav şer de gel hebe encama wê bi çekê naqede, berxwdana gel encamê diyar bike, fedekariya gel diyar dike. Heke wiha bi teknîkê bûye, li Wîetnamê wê DYE bi ser biketa. Heke gel di nav şer de AKP wê têk biçe. Mirov tenê mîna şerê YPG, QSD’ê biner wê şaş be, em dibêjin li wir tevgera gel heye. Em dibêjin, şoreşa gel. Naxwe gel wê şr bike, bi gel re wê şer were kirin. Hemû gel, tevî zar û jin û yixtiyaran wê ndi nav şer de be. Di şoreşan de şer wiha tê kirin. Mirov wiha şer bi ser dixe. Kîjan şoreş tenê bi artêşan bi ser ketiye, heye tiştekî wiha? Ji ber vê, divê her kes xwe hazir bike. Divê AKP’ê poşman bikin, ji bo ku ketiyê.
Beriya niha di dauyaniyekê de we gotibû demokratîkbûna Tirkiyê wê bibe jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn, mebesta we çi ye ji vê?
Faşîzma AKP-MHP’ê qels ket, gel vê desthilatê naxwazin, ev teqez e. Dixwaze bi geşkirina şowenîzmê, bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan bihêle. Mirov bi dijberiya şer dikare vê pûç bike. Niha em li CHP’ê binerin, heke nebe dijberê şer nikare AKP’ê têk bibe. Ji ber ku bi şer li ser hemû pirsgirêkan digire. Dixwaze bi şer desthilata xwe zexm bike. Niha dixwaze pergala ku îtîraz li wê tê kirin, bi şer rê ve bibe, qeyîm bike. Heta ku mirov li dijî vê polîtîkaya şer dernekeve nmirov nikare AKP’ê bi temamî têk bibe. Rast e, di hilbijartinê de hate têkbirin. Ev tê vê maneyê; civak AKP’ê naxwaze. Dikare AKP’ê têk bibe. Têkçûna di hilbijartina Stenbolê de mirov dikare veguherîna têkçûneke giştî . Lê ji bo vê divê hêzên demokrasiyê werin cem hev. Divê li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê derkevin. Tişta ku divê were kirin ev e. Ana na hemû desthilatê faşîst wiha ne. Hemû desthilatên faşîst li her deverê şer berbelavî derve kirine. Wiha kirine ku bala civakê berbelav bikin û muxalefeta naxwe serkut bikin. Hîtler jî wiha kiriye, Mussolînî jî. Dijminên hemû desthilatên faşîst hene. Ev mîsoger e. Ji ber vê jî, divê mirov li dijî polîtîkayên şer ên deshilata AKP-MHP’ê derkeve. Divê hem li nav Tirkiyê û hem jî li derveyî wê li dij derkeve.
DEMA KU DIJMINATIYA LI KURDAN WERE ŞIKANDIN WÊ TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN DEMOKRATÎK BIBE
Li Rojhilata Navîn a ku paşverûtiyê li ser piyan dihêle dewleta Tirk e, faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku heke demokrasî û azadî were Rojhilata Navîn wê li Tirkiyê jî ev geş bibe. Wê demê wê polîtikaya qirkirina Kurdan nema sazkar bibe. Lê niha stratejiya sereke ya Tirkiyê li ser qirkirina Kurdan e. Hê jî dev ji vê neqeriyan. Ji ber ku stratejiya serek e ev e helbet polîtîkaya şer daye ber xwe. Lê dema ku ev hate şikandin, dema ku polîtîkaya dijminatiya li Kurdan a Tirkiyê were şikandin, dema ku hêzên demokrasiyê bi ser ktin wê demê ne tenê li Tİrkiryê li hemû Rojhilata Navîn wê hêzên demokrasiyê bi ser bikevin. Bi ser de wê hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî bi ser bikevin. Li ber geşbûna demokrasiya cîhanê tekane asteng Tirkî ye, desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye.
Heke li Rojhilata Navîn geşedaneke demokratîk bibe ev ê bandorê li cîhanê bibke. Ji ber ku civakîbûna pêşî li van deran bûye. Şaristanî li van deran zîl daye û hatiye jiyîn. Divê mirov cografyaya Rojhilata Navîn kêm nebîne. Divê mirov dîrok û çanda wê kêm nebîne. Heke li vir demokratîkbûn bibe, helbet li gorî zemîna çanda Rojhilata Navîn. Demokratîkbûn ne demokratîkbûneek wiha ye; ne demokratîkbûa mmîna takekesitiya Ewropayê ye. Na, demokratîkbûna Rojhilata Navîn divê civakî be. Rêbertî wiha dibêje; li Rojhilata Navîn netewayatî dibe ku bie lê milliyetgirî divê nebe, divê were rdkirin. Divê mirov li dij vê derkeve lê helwesteke rast were nîşandan. Ji vî alî ve, divê mirov karekterê demokratîkbûna Rojhilata Nafvîn û ya rojava weke hev nebîne. Lê ne bi rengê dijber, ku cih nadin hev û weke dijmin jî bibîne, divê demkratîkbûneke wiha weke sentezê bei ,nirxên demokratîk ên wir jî distîne lê bi rengê ku li karakterê Rojhilata Navîn were. Heke wiha bie, wê bandorê li demokratîkbûna hemû cîhanê bike. Bandora demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê li ser hemû cîhanê bibe.
Li ser vê mijarê wiha bibêjim; niha li ser mijara demokratîkbûnê du qad xurt in. Yek jê Rojhilata Navîn ya dî jî Emerîkaya Başûr e. Sedema ku dibêjim Rojhilata Navîn ev e: civakîbûn pir ji kûr ve jiyane. Civakîbûna xurt ji alîyekî ve dibe demokratîkbûna xurt. Li vir şoreşên xurt ên demokratîk wê derkevin holê. Ji ber ku li vir nirxên wijdanî, mafê, dadê, wekheviyê zêde ne. Demokrasî jî karê civakê ye, ne yê şex e. Ne azadiya takekes e. Azadiya takekes bi azadiya civakî watedar e. Ji vî alî ve li Rojhilata Navîn meylên demokratîkbûnê hene. Heke Tirkiye demokratîk bibe, li Rojhilata Navîn wê demokratîkbûn geş bibe.
Aliyê dî jî Başûrê Emerîkayê ye. A rast Emerîka jî di nav vê de ye. Wan dewletbûn dîtiye, dewlet nas kirine, dewleta wan eva 200 sal in tê nasîn. Azaweriya azadiyê kûr e. Demekê wiha digotin, li Ewropayê civakên Germen hebûn, rihê azadiyê heye ango. Ji ber ku dewleta wan hatibû naskirin. Emerîka jî, di serî de Başûrê Emrîkayê dewlet nas kirine. Hê jî rihê azadiyê yê wan Înkayên berê, Maya, wan civakên komunal-demokratîk hene. Li wir pergala dewletî nû ye, bi zorê ye. Hêzên derve li wir pegaleke otorîter danîne. Berê pergala faşîst a Emerîkaya Latîn hebû. Hemû ji hêla hêzên derve ve hatine çêkirin. Li Başûrê Emerîkayê nirxên demokratîk qeyîm in. Ji vî alî ve, Rojhilata Navîn bi nirxên xwe yên dîrokî û civakî, ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê wê ji bo geşedana dmeokratîk nirxên girîng biafirîne.