MEXMÛR – Li Hewlêrê piştî çalakiya 17’ê Tîrmehê ya li dijî xebatkarên konsolosxaneya Tirk a li resturanda Huqqabazê, asayîşa PDK’ê rêya Hewlêr-Mexmûr girt û ev 13 roj in nahêle kes ji wargehê derbikeve.
Ev 13 roj in li ser wargehê ambargoyek pêk tê û destûr nayê dayîn ku kesek ji wargehê derbikeve.
NEXWEŞ Û KARKER MEXDUR IN
Hêzên PDK’ê ku destûr nadin karkerên li Hewlêr kar dikin ji wargehê derbikeve û li aliyê din nahêle nexweşên giran jî bikevin Hewlêre.
Netewên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê ji bo rakirina ambargoya li ser wargehê ketine dewrê.
JI DU KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Hêzên asayîşa PDK’ê bi ser gelek malên Mexmûrî û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê de giritbûn. Agahî ji du kesên ku hatine destgîrkirin nayê girtin.
Li aliyê din tevgera balafirên şer û keşfê li ser wargehê didome.