“Her roj daxuyaniyan didin, her roj gef li ser gefan dixwin. Dibêjin “em hatin, em ê şevekî ji nişkan ve bi ser jiyana we de bigirin. Em ê werin welatê we, mal û warê we, jiyana we hilweşîn in.” Sedem çi ye? Hûn çi dixwazin ji kurdan, derdê we bi kurdan re çi ye? Hezar sal e kurd bindestin ma hûn çima parçeyekî jiyana azad ji wan re pir dibîn in?
Bêguman sedem hêsan e. Dibêjin bila kurd li ser rûyê erdê azad nejîn. Bila kurd xwe bi rê ve nebin. Bila kurd tim û tim di bin destê me de bin. Çawa ku axayek bi çavnebarî xulamê xwe ji hemû maf û azadiyan diparêze (!), helwesta dewletên serdest a li hemberî kurdan jî wisa ye. Yanî ew dikarin her tiştê qebûl bikin lê belê azadiya xulamê wan têkçûna serdestiya wan e. Ev yek ji bo wan wekî mirinê ye.
Ka kurd birayê we bûn. Ka hûn hevalbendên mazlûm û mexdûran bûn. Ka we evdên xwedê ji ber xatirê xwedê hez dikir. Derew. Hemû derew in. Me dizanibû ku rastî ne wisa ye, lê belê yên ku bi van gotinên we xwe xapandin divê ku êdî vê rastiyê bibînin. Hinek ji wan vê rastiyê dibînin lê ji ber berjewendiyên erzan dev ji xulamtiyê û sîxuriyê bernadin. Bindestî ji bo herdu aliyan, hem ji bo serdestan û hem jî ji bo bindestan pîvanên mirovî tar û mar dike.
Êrîş û gefxwarinên li hemberî Rojava di vê çerçoveyê de wekî mijarekî girîng û sereke di rojevê de ye. Herî dawî Hulusî Akar gefxwarina “em ê bikevin Rojava” bilêvkir. Beriya wî Erdogan gotibû “em ê heremên terorê tar û mar bikin.” Cihê ku jê re dibejin teror herêma kurdan e yanî cîhê ku jiyanek alternatîf lê rû dide ye. Di civîna MGK’ê ku duh hate lidarxistin de jî ev mijar wekî mijara sereke di rojevê de bû.
Di şer û êrîşa li hemberî Rojava de israr dikin. Ji ber ku ji bilî dijberiya wan a kurd sedemên wan ên din jî hene. AKP-MHP tenê dikare hebûna xwe bi şer û kaosê bidomîne. Mesele siberoja Tirkiyeyê nine, siberoja AKP û MHP’ê ye. Ji bo vî hedefa wan a sereke kurd in. Lê li hemû derê Erdogan di nav lêgerîna gengeşiyê de ye. Ji Akdenîze heya Ewropayê hemû polîtîkaya xwe li ser vê yekê ava dikin.
Erdogan hesaba “ez tenê dikarim bi şer û kaosê li ser pêyan bimînim” dike lê belê hêzên navneteweyî jî bi qasê Erdogan dixwazin ku Tirkiye bikeve şer. Mesela Rûsya di vî warê de Tirkiyeyê teşvîk dike. Amerîka jî her çiqas wekî li hemberî vê yekê be jî hesabê wî yê îhtimala êrîşkirina Rojava heye. Çawa ku her hezekî bi destên komên çekdar polîtîkayên xwe yê Sûriyeyê meşandin li cîhê ku ev kom qels bûne dê bi destê Tirkiyeyê van polîtîkayê xwe bimeşînin. Îhtîmala şerekî hem Tirkiyeyê û hem jî kurdan neçarî hêzên navneteweyî dike.
Tu kes ji şerê daye destpêkirin serkeftî dernetiye. Şer qumarekî siyasî ye. Di dawiya vê şerê de îhtîmala têkçûnê mezintir e. Osmanî bi şer têkçû. Di pirsgirêka kurd de jî şer tê wateya têkçûyînê. Ew dikarin bikevin Rojava lê îhtîmala ku ji Rojavayê dernekevin jî zêdetir e.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya