NAVENDA NÛÇEYAN – Mirinê leşkerên tirk ên dagirker bi awayekî bi guman didomin. Nava 24 saetên dawî de 2 leşkerên dagirker bi awayekî guman mirine.
Erzîngan
Çawişekî dagirker ê pisportiya komando bi navê Habil Karahan dema li qerekola Erzîngan-Sêwas di mefkiya teraziyê de bû ji ber sedemek ku nayê zanîn qeza kir û mir. Di qezaya ku leşkerê dagirker Habil Karahan mire, li kêlêka wî leşkerê bi navê Batuhan Güneş bîrîndar bûn.
Dîlok
Li ser riya Dîlok û Riha ji ber qezaya trafîkê leşkerê serdeste ê dagirker Süleyman Sırakaya mir. Serdestê dagirker ku li Hatay navçeya Reyhanli gorev dikir, li nufûsa Enqerê de qeydkirîbû di emrê xwe ê 30 salî de dema diçû Rihayê ji ber qezaeyek ku sedema wê nayê zanin mir.