DERSIM – Cangoriyê azadiyê şehîd Destiyar Veroz (Mûrat Çakmak) ê HPG’î yê li Meletiyê, li goristana bêkesan hatibû veşartin, niha jî li Dersimê spartin axê.
Cenazeyê Mûrat Çakmak (Destiyar Veroz) ê HPG’î yê di encama bombebarana 19’ê Hezîranê de, li çoltera Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev ji goristana bêkesan a Meletiyê hat derxistin û malbatê anî Dersimê.
GELEK KES BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN
Malbata Çakmak, diyar kir ku mala cemê ya li Dersimê baweriya Alewiyan temsîl nake û ji ber vê yekê li mala xwe ya li nêzî Kemerbel a Navendê merasîma cenaze li darxist. Ferdên malbatê, Hevşaredarên HDP’ê yên bajêr û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyê Çakmak, li goristana malbatê ya nêzî Kemerbel hat definkirin.
AGAHÎ JI MALBATÊ RE NEHAT DAYÎN
Hat diyar kirin ku ligel ku di dosyeya dozger de hat zanîn ku cenaze aîdê Mûrat Çakmak jî agahî nadin malbatê û cenazeyê Çakmak li goristina bê kesan defin dikin. Malbatê piştî hewldanên dem dirêj encex karin ku cenzayê kurê xwe ji goristina bêkesan bigirin.