BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 28’ê Tîrmehê de li qada Çelê Sor a Şehrîbanê ya li Bestayê gerîlayên HPG’ê Alî Poyraza (Pilind Dijwar) û Yûsûf Koç (Zindan Canfeda) rastî leşkeran hatine û li vir şer çêbûye. HPG’ê diyar kir ku her du gerîla jî şehîd bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di daxuyaniya me de ya di 31’ê Tîrmehê de em diyar kiribû ku di 28’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Çelê Sor a Şehrîbanê ya Bestaya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de şer çêbûbû. Di vî şerî de 2 hevalên me şehîd bûbûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Piling Dijwar
Nav û paşnav: Alî Poyraz
Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn
Navê û dê û bav: Hariye – Mehmet Selîm
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmeha 2019’an/Besta
Nasnav: Zindan Canfeda
Nav û paşnav: Yûsûf Koç
Cihê jidayîkbûnê: Sêrt
Navê û dê û bav: Ayhan – Abdurezzak
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmeha 2019’an/Besta
ALÎ POYRAZ (PILING DIJWAR)
Rêheval Piling di sala 1992’an de li Mêrdînê ji dayîk bûye û bûye şahidê zilma dewleta Tirk a faşîst. Rêheval Piling ev zilm qebûl nekiriye û ketiye nav lêgerîneke heqîqetê. Rêheval Piling felsefeya azadiyê ya Rêbertî xwendiye û di sala 2014’an de li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Piling di nav jiyanê de bi pratîkbûna xwe derdiket pêş û li hemû qadan peywirên xwe bi awayekî serkeftî bi cih dianî. Rêheval Piling ji bo ku bibe gerîlayê li gorî ruhê serdemê gelekî ked daye.
YÛSÛF KOÇ (ZINDAN CANFEDA)
Rêheval Zindan li gundê Bikatê ya Sêrtê di malbateke welatparêz de ji dayik bûye û nirxên Kurdistanî bi awayê herî kûr jiyaye. Li hemberî dewleta Tirk a ku êrîşî van nirxan dikir, di sala 2015’an de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, roj bi roj xwe bi pêş ve biriye. Ji ber nêzikbûna wî ya rûken û dilsoz, rêhevalên wî her dem jê hez kirine. Herî dawîn jî li herêma Bestayê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye.
Malbatên hêja yên rêhevalên me Piling û Zindan di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.”