Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Meclîsa Gel a Mexmûrê ji ber dorpêça li ser kampê banga lezgîn kir

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ji ber ambargoya PDK’ê û êrîşên hewayî yên PDK’ê banga lezgîn kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/08/2019 - 20:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Meclîsa Gel a Mexmûrê ji ber dorpêça li ser kampê banga lezgîn kir
ParvekeTweet

MEXMÛR – Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ji ber ambargoya PDK’ê û êrîşên hewayî yên PDK’ê banga lezgîn kir.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li kampa wan malzemeyên tibbî û xurek kêm bûne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe pêk bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kampa Penaberan a Mexmûrê a ku 13 hezar kes lê dijîn, êrîşên leşkerî jî di nav de li hemberî gelek zextan li ber xwe da. Di 6’ê Kanûna 2017’an û di 13’ê Kanûna 2018’an de artêşa Tirk êrîşeke hewayî li ser kampê kir. Di van êrîşan de 8 kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Di 19’ê Tîrmehê de jî pêleke êrîş û zextan dest pê kir.

Piştî ku li restoranda Huqqabaz a li Hewlêrê di 17’ê Tîrmehê de xebatkarên MÎT’ê hatin kuştin, PDK’ê zextên xwe zêde kiriye. PDK’ê rêyên kampê girtiye û ambargo daniye ser kampê.

– Pêla dawîn a êrîşê di 19’ê Tîrmeha 2019’an de saet di 00.10’an de dest pê kir. Ji hewayê herî kêm 3 bombe avêtin nêzî kampê.

– Du kesên sivîl ji ber bombeyan birîndar bûn. Tendirustiya sivîlan niha baş e.

– Di bomberdûmanê de xisar gihişt bax û baxçeyên gel.

– Di heman rojê de hêzên ewlehiyê yên PDK’ê hin kesên sivîl ên li kampê girtin û tu agahî ji van kesan nayê stendin.

– Ji 19’ê Tîrmehê û vir ve ketin û derketina kampê hatiye qedexekirin. Rewşên lezgîn jî tê de nahêlin ku tu kes ji kampê derkevin.

– Destûr nayê dayîn kesên li derveyî kampê ne, biçin ser karê xwe. Gelek kesên li Hewlêrê dixebitîn ji karê xwe bûn.

– Li ser şêniyê kampê zextên tacîz û psîkolojîk tê kirin.”

Tu eleqeya şêniyên kampê bi bûyera li Huqqabazê re nine

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê diyar kir ku tu eleqeya şêniyên kampê bi bûyera li restoranta Huqqabazê re tune ye û got; “Zextên li ser kampê zêde dibin û gefeke mezin li ser kampê heye. Kesên li kampê dijîn li ser wan îzolasyoneke mezin tê kirin û hewl tê dayîn şêniyên kampê di rewşeke awarte de bijîn.

Heta ku Hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng bin, wê êrîş zêdetir bibin. Me derbarê êrîş û zextan gelek name ji nûnerên saziyên pêwendîdar re nivîsand û daxuyanî da. Lê heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî NY tu nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk nedane. Li gorî hiqûqa navneteweyî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê serweriya Iraqê bin pê dike. Ev rewş li dijî feraaseta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin û bila ji bo rakirina ambargoya li ser kampê têkeve nav hewldanan. Em bang li Tirkiyeyê jî dikin ku bila êrîşî Kampa Mexmûrê neke. Hikumeta Iraqê jî divê nerazîbûnê nîşanî vê êrîşê bide. Civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan jî divê li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk nerazîbûnê nîşan bidin.”

Parve Bikin1252TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK’ê cangoriyên qetlîama Zergelê bi bîr anî

Nivîsa Pêş

ROJEVA 2’Ê TEBAXÊ 2019’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 2’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

ROJEVA 2’Ê TEBAXÊ 2019’AN

NIRXANDIN – Ji Pirsa “Çawa Bijîn’’ re Bersiva Rast Roman e

NIRXANDIN - Ji Pirsa “Çawa Bijîn’’ re Bersiva Rast Roman e

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.