AGIRÎ – Eskerên Îranê ê dagirker li Gundê Balesorê yê Bazîda Agirî li ser welatiyan gule reşandin. Eskerên dagirker di gulebaranê de Haşem Tilaver qetilkir û 4 ciwan jî binçav kirin.
Eskerên Îranê ê dagirker li ser sînorê navbera Bazîda Agiriyê û Îranê li 5 ciwanên Gundê Belasorê yê Navçeya Bazîrê ya Agiriyê gule reşandin. Li gorî çavkaniyên herêmî, şevê din dema 5 ciwanên bazirganiya sînor dikirin û xwestin ji Îranê derbasî Tirkiye bibin, eskerên Îranê li ser wan gule reşandine. Di êrîşa eskerên Îranê de ciwan Haşem Tilaver bi giranî birîndar bû. Haşem Tilaver bi saetan li erdê ma û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Anbulansa ji Gundê Qelenî hat ciwanê birîndar rakir nexweşxaneyê. Lê Tilaver di rê de jiyana xwe ji dest da. Eskeran ciwanên bi navê Yunus Tilaver, Samet Tilaver, Yusuf Yiğit û Nevzat Yiğit jî binçav kirin û birin qereqalên îranê.