MÊRDÎN – Li Mêrdînê gundê Gunyurd li çiyayê Bagokê hêzên gerîla li dijî leşkerên tirk ên dagirker ku derketibûn operasyonê çalakî lidar xist. Li gorî agahiyên destpêkê çawişekî pispor bi navê Muhammet Ata Kiratli (27) hatiye kuştin û 4 leşkerên dagirker jî bîrîndar bûn e. Artêşa dagirker leşkerên xwe ên mirî û bîrîndar bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Mêrdînê a dewletê.
LEŞKEREK DAGIRKER REWŞA WÎ GIRAN E
Tê gotin ku ji leşkerên ku rakirine nexweşxaneyê yek jê rewşa wî girane.