KOBANÊ – Li dijî gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên mertalên zindî li kantona Kobanê, di roja xwe ya 18’emîn de berdewam dikin.
Li dijî gefên Tirkiyê û ispatkirina berxwedanê, bi sedan ji şêniyên gundên Qeremox ê rojhilatê Kobanê û gundê Ziyaret ê rojavayê bajêr, nêzî sînorê Tirkiyê çalakiyên mertalên zindî lidar dixin.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Macîda di derbarê Çalakiya Mertalên Zindî de ji ajansa me re xivî û got ew wek Ciwanên Şoreşger ev 11 rojin cihê xwe di nav Çalakiya Mertalên Zindî de digirin.
Macîda bal kişand ser giringiya çalakiyê û wiha axivî: “Ev Kon bi armanca piştgirî ji bo Çalakiya Mertalên Zindî a ku li Başûrê Kurdistan hatiye destpê kirin. Em wek Ciwanên Rojava em ê heta dawiyê li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe bidin, bila dewleta Tirk a faşîst bizanibê em li vir ne tenê gelê Kurdin, gelê Aşûr, Turkmen û Suriyan heye. Rojan gelê me yê Tebqa, Reqqa, Minbicê, Sirînê û hwd. serdana me dikin. Hedef û armancê me yê vir yek Netewa Demokratîke lê belê dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi dagirkeriya xwe axa Rojava dagir bike. Nikare tu carî derbasî axa Rojava bibe ji ber ku bi fikr û felsefa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan em nefes digrin. Em wek Ciwanên Rojava piştgirî didin gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê, çiqasî êrîş li ser gelê me were em ê ewqasî bersiv bidin dagirkeriyê.
Macîda di dawiya axaftina xwe de bal kişanid li ser dagirkeriya dewleta Tirk û wan gotinan anî ser ziman; “Axakî ku bi hezaran Şehîd lê hatine dayîn ne hêsane ku were dagir kirin. Em jî wek ciwan erka ku dikeve li ser milê me em ê heta dawiyê pêk bînin û xwedî li axa xwe derkevin. Hedef û armanca me ji vê Çalakiyê ew e ku em bêjin dagirkeriya dewleta Tirk êdî bes e ji te re tu mafê te nîne ku tu werê axa me dagirker bike”.