NAVENDA NÛÇEYAN – Hat diyarkirin ku liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser çiyayê Asosê zêde bûye. Navendê diyar kir ku ev demeke balafirên keşfê yên rejîma Îranê jî li ser çiyayên Koselanê û Şaho digerin.
Navenda Çapemeniya YRK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser zêdebûna liv û tevgera balafirên keşfê yên Tirkiye û Îranê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev demeke dirêj e balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Çiyayê Asosê yê li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê digerin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk di 28, 30 û 31’ê Tîrmehê de li ser Çiyayê Asosê geriyane.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê liv û tevgera balafirên keşfê daye destpêkirin û ev agahî hatin parvekirin: “Di 30’ê Tîrmehê de balafirên keşfê li ser çiyayên Koselanê û Şaho geriyane. Di 31’ê Tîrmehê de jî balafirên keşfê liser çiyayê Koselanê geriyane.”