NAVENDA NÛÇEYAN – Di 1’ê Tebaxê 2019’an di fabrîkayên zeyta zeytûnan yên aîdî Cem Boyner û Ali Kurşat şewat rû da û di encamê de bû xwelî û bi milyonan dolar zirara maddî derket holê.
Li dijî operasyona bi navê “Şaxê Zeytûnê” ku bû sedema dagirkirina bajarê Efrînê, milîsên HBDH fabrîkayên zeyta zeytûnan û kesên ku piştgirî didin vê dagirkeriyê kir hedef û got “Zarokên çav zeytûn şûnde vergeriyan”.
Ev çalakî milîsên HBDH diyarî Şoreşgerên ku ji Tirkiye û Kurdistan ku li Efrînê li dijî dagirkeriya tirk li berxwe dan û şehîd ketin kir.
Daxuyaniya Milîsên HBDH wiha ye:
“Di 1’ê Tebaxê 2019’an di fabrîkayên zeyta zeytûnan yên aîdî Cem Boyner û Ali Kurşat ji milê me ve hatin şewitandin û di encamê de verguherî xweliyê û bi milyonan dolar zirara maddî derket holê.
Sîstemên kedxwar ku di bin navê TUSIAD Û MUSIAD bûn yek û cudabûna wan ji hev nînin, hebûna xwe bi kedxwariyê, dagirkirin, û bi talanê didomînin.
Di pêşengtiya Akp-Mhp, hemû saziyên dewleta tirk a dagirker û cînên sermaye bihev re bi navê “Şaxa Zeytûnê” dagirkirina Efrînê da destpêkirin, ku di encama wê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, çeteyan îskence meşandin, bi hişmendiya xenîmet û talanê hewldan kedxwariya xwe ferz bikin, bi hezara darên zeytûnan şewitandin, zeytûnên Efrînê dîzîn û xistin xizmeta markayên sermaye.
TUSIAD ku ji vê operasyonê bi hemû hêza xwe piştgirî raber kir, bi daxuyaniya “ji bo ewlehiya welatê me…” çavê xwe berda pereyên ku ji wê dagirkeriyê dihat.
“Zarokên Çav Zeytûn” ku li dijî siyaseta dagirkeriyê li Efrînê li berxwe dan şûnde vereriyan.
Songul, Dicle, Huseyin Cem, Gorkem, Ruhat, Sedat, Erdal, Sinan, Kenan, Ramazan û bi hezaran yên din şûnde vereriyan. Yek bi yek hesab pirs dikin.”