NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got li navçeya Cindirêsê ya Efrînê du çete hatine kuştin.
HRE’yê got; “Roja 2’ê Tebaxê li gundê Firêriyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê hêzên me kemîn li pêşiya 2 çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam danîn û piştî kontrola belge û nasnameyên her du çeteyan, ew kuştin. Ev her du çete, gelek kiryarên dermirovane û terorane li Efrîne kirine û tevlî dagirkeriya dewleta Tirk bûne.
Navê her du çeteyên ku hatine kuştin wiha ye: Menar Mustefa û Ezîz Ezîz”