BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİN) têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Bagok û Xakurkê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got di çalakiyan de 18 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin;
‘DI OPERASYONA ŞOREŞGERÎ DE 5 EFSER BI GIŞTÎ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN’
“Ev demeke artêşa TC’ê ya dagirker dixwaze li Girê Şehîd Axîn yê herêma Bagok a Mêrdinê bicih bibe. Bi armanca ewlehiya vî girî hêzên dagirker li ser rê wesayîtên zirxî û leşkerî bicih kirine. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li qadê didome de roja 2’ê Tebaxê saet 19:00’an li dijî wesayîtên zirxî û leşkeran operasyoneke şoreşgerî dan destpêkirin. Hêzên me bi serketî ji sê baskan ve li çeperên dijmin û wesayîteke kirpî û wesayîteke kobra dan. Wesayîta zirxî ya tîpa kîrpî hate rûxandin û wesayîta zirxî ya tîpa kobra jî derbe xwar.
Wesayîta ku 5 efser tê de bûn û ji gir ji bo mudaxeleyê hate bû hedefa hêzên me. Hêzên me bi taktîka sabojatê li dijî wesayîtê çalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de wesayît û efserên tê de îmha bûn. Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 9 leşker kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi gelek ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê dest bi operasyonê kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregaha xwe.
LI TENGAVA ERMÛŞÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 5’ê Tebaxê (Îro) saet 06:50’an li dijî yekîneyeke operasyonê ya aartêşa TC’ê ya dagirker ku li tengava Ermûş a herêma Xakurk a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûnûn çalakiyek lidarxasit. Hêzên me 3 yekîneyên dijmin ên li eraziyê bûn xistin bin kontrola xwe û hemwext li dan da. Bi serketî li yekîneyên dijmin hate xistin qasî hate tespît kirin 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan herêm topbaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
OPERASYONA LI ÇELÊ BÛKA PAŞVE VEKIŞIYA
Roja 2’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çêlê Bûka ya navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê diomeşîne heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.”