NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê ragihand ku di vê operasyonê de rêjeyek zêde ya çek û cebilxane ketine destê hêzên wan.
Navenda Ragihandina YPG’ê li ser operasyonê ev agahî da: “Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê yekîneyên Tîmên Operasyonên Taybet ve ev demeke tên şopandin, di 4’ê Tebaxê de, li bajarê Hesekê operasyonek berfireh hat Iidarxistin. Di encama operasyonê de mîqdarek çek û cebilxane û amûrên ku ji bo êrîş û teqemeniyê tên bikaranîn hatin girtin.
Çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin wiha ne:
73 mayîn
77 roketên B-7 û 128 serikên teqandinê
2 AK-47, 28 jarjûr
1 M16, 10 Jarjûr, 300 Gule
1 hawana 82mm. û 3 topên hawanê
6 bombeyên destan
1 kamera
1 dûrbîn
1 rextê teqemeniyê
3 destik
500 guleyên AKS
150 bateriyên mayînan û hejmarek zêde funye û amûrên din yên teqemeniyê hatin desteserkirin.