ŞEHÎD HELMET (DIYAR XERÎB)
“Îro duduyê tebaxê ye; roja cejna gul e, roja guhertina stratejîk e. Di Duduyê Tebaxê sala 1999’an de, Rêber Apo pêşniyara guhertina stratejîk kir. Tevgera me jî, ew roj weke cejna gulê pênase kir. Em di rojeke bi vî rengî de, di bin tavê de, di rewşeke întîşarê de, li ser dîroka Kurdistanê dest bi waneyeke dikin.
Destpêkê vê rojê, hevalan pîroz dikim. Rewşa ku em îro jiyan dikin, berhema guhertina stratejîk û pengava ku Serokatî di duduyê Tebaxa 99’an de avitî ye. Dema ku Serokatî ew gav avit, di nava me de jî hin kesan, bi awayekî rast ew pengav nexwendin û weke ku Rêber Apo di zindanê de radest bûye girtin dest. Lê Serokatî wê demê jî got, “bi salên dirêj ez lêkolîn dikim û ez gihêştim wê qanatê ku tevgera me û hevalên me fedakar in, lê di stratejî û textîka me de valatî heye. Divê em stratejiya xwe biguherînin. Divê em mûtefîqên xwe jî ber çavan re derbas bikin.” Li ser vê esasê stratejî guhert. Dema ku em jî behsa stratejiye dikin, em li ser esasê stratejiya nû digrin dest, em weke berê nagrin dest. Ew girîng e.
Ne tenê dîrok, dema ku heval her mijarê digrin dest, divê guhertina stratejîk bînin bîra xwe. Îro hinekî rehet e, ew 16 salin em li ser guhertina stratejîk diaxifin. Lê ji 99’an heya 2005-6’an ne rehet bû. Serokatî her digot, “hevalên min herî dirust, di bendewariyeke ku ez berxwedaneke çort bikim de bûn. Dijmûn jî hêvî dikir ku ez radest bibim. Lê min ne berxwedaneke çort kir, ne jî radest bûm. Min erka xwe pêk anî. Rengê berxwedanê ku pêwîst dike, min pêk anî. Ez li çareseriyê geriyam û min dît. Sedema ku em ketine vê rewşê, tevgera me bû. Strateji û textîka tevgera me xitimîbû.” Bala we jî kişandibe, Serokatî di paraznameyan de dibêje, “Piştî salên 90-91’an ez di nava lêgerînekê de bûm. Lê min nikarî lêgerînên xwe formîle bikim,ev yek jî bû sebeb ku piştî salên 95’an gelek tişt ji bo min dubare bûn. Zindan bo min bû derfetek ku ez bikarim lêhûrbûnên xwe kûr bikim û van lêhûrbûnên xwe bikim çarçoveyekê.”
Ji 99’an heya 2005-6’an, Serokatî hem ji milê leşkerî, siyasî ve; hem jî ji milê stratejîk û textîkî ve, nêrînên xwe bi form kirin. Tevgera me çawa ku ji 1972’yan heya 78’an bingeha strateje û birdoziya tevgera me ya ewil avitibû, Serokatî ji salên 99’an heya 2005-6’an jî starejî û textîkên paradigmaya me ya nû diyar kirin. Di sala 99’an de got, “ez destpê dikim.” Wê demê her tişt şênber nebûbû, gav bi gav diçû. Dema ku destpê kir, gelek fikar çêbûn. Mesela di 99’an de li Başûrê Kurdistanê nivîskarek hebû, navê wî Marûf Xiznedar e. Kesekî dîroknivîs, civaknas û kesekî bi hûrmet bû. Têkiliyên wî jî li gel hevalan hebûn, mirovekî extiyar bû, dostanî dikir. Van salên dawî jî wefat kir. Di 99’an de dema ku Serokatî guhertina stratejîk çêkir, nivîsek li ser Serokatî nivîsandibû. Serokatî û Cemal Evdil Nasir şibandibûn hev. Digot, “dema 1956’an de, li ser Misir, şerê Îsraîl, Brîtanya û Sîvîsê çêbû; Cemal Evdil Nasir çû Rûsya û wê demê li gel Xoroşînov rûnişt. Di hevdîtinê de li ser rewşa Îsraîl û Ereban gelek nîqaşan dikin, piştî ku hevdîtina wan ya fermî xilas dibe, xwarin dixwin. Taybetmendiyeke Rûsan heye, dibêjin dîplomasiya xwe li ser xwarin û vexwarinê zêdetir dikin. Dixwazin xwe bigêhêjînin armanca xwe. Wê demê jî Xoroşînov dibêje, ‘Cemal Evdil Nasir, em niha xwarin dixwin, em ne di fermiyetê de ne, ez dixwazim weke dostekî hin pirsan bikim, tu rehet bersiva min bide.’ Cemal Evdil Nasir jî dibêje, ‘tamam, ez rehet bersiva te bidim.’ Xoroşov dibêje, ‘hûn her li dijberî Cûhiyan dirûşmeyan berz dikin, hûn bawer dikin ku hûnê Îsraîlê tûne bikin?’ Cemal Ebdil Nasir jî dibêje, ‘na, em bawer nakin.’ Dibêje, ‘tu bawer dikê ku Îsraîl bikaribe Ereban tûne bike?’ Ji wê re jî dibêje ‘na.’ Xoroşînov dibêje, ‘wisa be, çima hûn li hev nakin?’ Cemal Ebdil Nasir dibêje, ‘ew pirseke girîng e, lê ger ez niha bibêjim, em li gel Îsraîl rûnin, dê Ereb hemû tifî min bikin, min qebûl nakin. Niha her kes ji min re dibêje Serokê netewî, lê wê demê kes min qebûl nake.’ Xoroşînov jî dibêje, ‘wisa be tu li gorî ya pêwîst tevnagerê. Dibe ku
niha ji te re bibêjin Serok, lê ew karê we bi encam nabe.’” Marûf Xiznedar jî ew şîrove dikir. Dibêje, “ew pencî sale, di navbera Ereb û Cuhiyan de her şer heye û tiştek jî bi ser nexistine. Ji ber ku Cemal Evdil Nasir wêrekiya avitina gaveke wisa biavêje nîşan neda, ew şer didome.” Lê dibêje, “rûxmî ku Serokatî di zindanê de ye jî, wêrekiya vê gavê nîşan da. Ez mezinahiya Apo di vê derê de dibinim. Ger ew gav li ser bikeve, Apo dikare gelek tiştan bike.” Dibêje, “Cemal Evdil Nasir, serokatiya xwe nexist nava nîqaşan; lê Apo serokatiya xwe xistiye nava nîqaşan.”
Jixwe heya salên 2004-5’an di nava rêxistina me de ew yek kete nîqaşê. Lewra bi paradigmaya nû, Serokatî ew rewş derBais kir. Ji ber vê asta îro, berhemên ew pengava Serokatî ne. 16 sal beriya îro, Serokatî gaveke wisa avit û ew gav timam bûye. Serokatî neket gumana, “xelk ji min re bibêje radest bûye , an na.” Ger Serokatî ew pengav neavitana, jixwe em xitimîbûn; em ê an radest bibana, an jî bi berxwedaneke bi rûmet tûne bûbana. Lê Serokatî riyeke nû dît, xêra wê em niha gav diavêjin û em gihêştine asta îro. Ji bo wê ew roj girîng e û rojeke wisa dest bi vê waneyê kirin jî mahneyeke xwe heye.
Dema ku em behsa dîrokê jî dikin, hemû hevalan parazname xwendine; di paraznameyan de Serokatî, bi mantiqeke nû dîrokê digre dest. Girîng e ku em li ser wan mijaran kûr bibin. Ji bo vê waneyê (ders) armanca me ew e; mantiqa dîrokê ya Serokatî û nêrîna wî ya li ser dîroka Kurdistanê û civakê fêr bibin. Em ê li ser van mijaran bi taybetî bisekinin. Li gorî derfetên heyî, em ê hinekî jî li ser kronoloji û bûyerên ku çêbûne bisekinin.
Weke qaneat ez dibêjim; divê dibistanên me yên navendî weke Mazlum Doxan, Zeynep Kinaci, Mahsun Korkmaz ûhwd, em zêdetir û berfirehtir li ser dîroka Kurdistanê bisekinin. Niha dem kêm e, weke heft rojan hevalan dem daye me. Berê kêmtir bû, hevalan digot 3-4 roj. Em behsa dîrokeke kevn dikin, em dibêjin Kurd netewa herî kevn e; lê em dixwazin bi 3-4 rojan behs bikin û beqedînin. Ew ne rast e. Bala we jî kişandibe, Serokatî paraznameyeke pir berfireh li ser vê mijarê nivîsandiye. Em bi hevalên berpirsyarên perwerdê re jî nîqaş dikin, divê demên pêş de herî kêm 15-20 rojan li ser dîroka Kurdistanê perwerde bê dîtin. Ne şert e ku weke waneyeke giştî jî mirov bigre dest, serî carê weke beşekê bigre dest. Demeke dirêj li ser hev waneyek be, mirov tengav jî dibe. Bûyer bi bûyer û dem bi dem mirov dikare bigre dest. Bi kurtasî hefteyek pir kêm e.
Em ê bi hev re hewl bidin ku van rojên xwe bi awayekî dewlemend derBais bikin. Me weke qomîsyon jî nîqaş kir. Heval dikarin pêşnûmeya (taslak) xwe jî bigrin, da ku ew waneya ku li vê derê dîtine, heval biteyisînin cihên din. Ji bo her waneyê wisa ye. Em ê pêşnûmeya xwe pêşkeşî hevalan bikin û em ê li ser wê esasê waneya xwe bimeşînin.
Mijara yekem ku em dixwazin li ser bisekinin, dîrok çi ye? Rêbazên behskirina dîrokê çi ne? Rêbazên ku heya niha hatine ceribandin kîjan in? Em ê hinekî behsa wan bikin. Weke tevger, di demên derBaisbûyî de me kîjan rêbaz pêjirandiye û îro pê ve em dîrokê çawa digrin dest? Ew jî mijareke esasî ye. Di vê mijarê de, ya esas em ê li ser fikir û felsefeya Serokatî ya dîrokê bisekinin. Em niha dibêjin, Rêber Apo tenê ne serokê hizbekî ye! belki zanistek e, feylezof e. Lewra di hinek mijaran de Serokatî avabûnên nû çêkirine, xûlikarî pêş xistiye. Ger dîrokê ji aliyê fikir û felsefe ve em bigrin dest, Serokatî di dîrokê de xûlikarî kiriye. Bingeha zanistê dîrok e, ger em wê baş bizanibin, em dikarin têkoşîneke baş jî bimeşînin.
Bala xwe bidinê, niha li gelek zankoyên cîhanê teoriya dîrokê ya Marks tê xwendin. Nabêjin ew çep e, an rast e. Dibêjin ew zanista dîrokê ye. Ger em jî zanista Serokatî rast fêm bikin û bidin
fêmkirin, dê cîhan bixwîne. Ew zanist e. Kes nikare bibêje, ew Evdilah Ocalan e û ew jî Serokê PKK’ê ye. Dibe ku PKK jî, ji vê zanistê îstîfade bike, lê gelên din jî dikarin jê îstîfade bikin. Lê heya niha ji vî alî ve kêmasiyên me hene. Mesela niha hevalên me li ser jineolojiyê dixebitin, jineolojî zanisteke nû ye. Ger em bikaribin baş formûle bikin, dê cîhan wê bixwîne. Serokatî pêşêngtiya wê kiriye. Bi vî rengî em dikarin cudabûna Serokatî bidin nîşan dan. Di civaknasiyê de jî Serokatî, gelek nûbûyin û guhertin çêkirin. Ger em bingeha wê baş bikaribin teqez bikin, niha li gelek akademiyan pirtûkên Serokatî dê bên xwendin. Di gelek mijaran de Serokatî nêrîn û felsefeyên nû pêşkeşî civakê kiriye, lê em kêm li ser disekinin. Ji bo vê Rêber Apo teng dîmîne. Di mijara yekemîn de em dixwezin hinekî li ser vê bisekinin.
We li ser şaristaniyê wane dîtiye, ji ber vê barê me hinekî sivik dibe. Lê ji ber ku waneya me dîroka Kurdistanê ye, divê em careke din mezîkirina xwe ya dîrokê vebibêjin. Îlma me ya dîrokê çi ye, em li ser kîjan esasan dîrokê digrin dest? Ji bo vê mijara me ya yekemîn ew e.
Mijara dûyemîn li ser erdnîgariya Kurdistanê ye. Erdnigariya, pozisyona Kurdistanê ji kudera cîhanê ye, rewşa wê çi ye, ji milê jeostratejîk ve girîngiya wê çi ye û nêzikbûna me ya erdnigariyê çi ye? Xeynî vê jî hinekî li ser erdingariya îdarî û siyasî ya Kurdistanê em ê bisekinin.
Di beşa seyemîn de ger îmkan bibe, em ê li ser demografyayê bisekinin. Ango rewşa civaka Kurdistanê ye, civakên ku li Kurdistanê jiyan dikin di çi rewşê de ne? Em ê hem li ser pêkhateyên cuda yên Kurdistanê, hem jî pêkhateyên Kurd bisekinin.
Piştî xilaskirina demografiye, em dixwazin behsa kronolojiya dîrokê bikin. Em ê behsa kronolojiya dîroka Kurdistanê bikin. Di wê derê de jî em ê di destpêkê de, di civaka xwezayî de dîroka Kurdistanê bigrin dest. Em hemû civaka xwezayî nagrin dest, lê di wê demê de em ê dîroka Kurdistanê bigrin dest. Pêşketin û tiştên dîrokî ku di wê demê li Kurdistanê çêbûne em ê vekin, em ê behsa cih û warên dîrokê yên Kurdistanê bikin. Wê demê forma civakê, li Kurdistanê bi çi rengî ye, bawerî çawa bûye? Em ê li ser van mijaran bisekinin. Ger îmkan bibe, di vê mijare de em ê weke du beşan bigrin dest; serdema kevn û serdema neolîtîkê em ê cuda bigrin dest. Herdu jî civakên xwezayî ne, lê du demên cuda ne.
Dema ku ew xilas bibe, em ê dema hiyerarşiye, ango dema ku çîn-tebaqe çêdibin bigrin dest. Di vê demê de bi taybetî çima çînîbûn, li Kurdistanê çênebûn? Dema ku çêbûn, li Kurdistanê tesîra wê çi bû, guhertinên ku bi vê merheleyê re di civaka Kurdistanê de çêbûne çi ne? Em ê bi mînakan behsa wê demê bikin.
Em ê heya serdema Medan, wisa bigrin dest. Ew jî dema hiyerarşiye ye, lê em ê hinekî bi taybet li ser serdema Medan û Zerdeştiyê bisekinin. Baweriya Zerdeştiyê, pergala îdare û jiyana wan; rista Kurdan ya wê demê em ê bigrin dest. Piştî wê ji aliyê zanistê ve pêşketinên ku li Kurdistanê çêbûne, bi taybetî ji aliyê astronomiye ve pêşketinên ku li Kurdistanê çêbûne, nirxên ku hatine avakirin em ê bigrin dest.
Mijareke din jî, ji ketina Medan heya serdema Îslamiyetê, em dixwazin weke demeke cuda bigrin dest. Çima Med têkçûn, em ê vê binirxînin. Di vê derê de em ê hinekî li ser xiyanet û berxwedanê jî bisekinin. Serokatî jî di şexsê Harpogos û Astiyeges de digre dest û dinirxîne. Qonaxa ketina Medan heya serdema Îslamê, li Kurdistanê rewş çi bû û çawa derBais bû, em ê hewl bidin vekin. Derdorên ku li ser Kurdistanê bûn deshilatdar kî bûn, çawa nêzikî civaka Kurd bûn, civaka Kurd çawa nêzikî bawerî û formen xwe bûn? Heya hatina serdema Îslamê, em ê weke mijareke bigrin dest.
Mijareke din, derketin û pêşketina Îslamiyetê û hatina wê ya li Kurdistanê ye. Li wê derê jî, em dixwazin bingeha fikra Îslamiyetê û derketina wê û tesîra li ser rewşa siyasî dike, vebibêjin. Li ser cîhanê, bi taybetî li ser Kurdistanê bandoreke çawa kiriye? Heya serdema ABaisiyan xilas dibin, em dixwazin di bin navê vê serenavê de vebibêjin. Îslam çawa nêzikî Kurdan bû, Kurd çawa nêzikî Îslamê bûn; pergalê îdarî, di dema Îslamê de bi çi rengî bû? Di ew pergala îdarî de, rista Kurdan çi bû? Di dema Îslamiyetê de têkiliya Kurdan, bi miletên din re çawa bû? Pêşketin û paşketinên di vê demê de li Kurdistanê çêbûne, em ê bigrin dest. Her wiha bawerî û nêzikbûnên dervayî Îslamê yên weke Yarsanî, Elewîtî û tarîqatên pêş dikevin em ê vekin.
Piştî wê hatina Kurdistanê ya Moxol, Tatar, Ak Koyunî, Kara Koyunî, Osmanî û Safewiyan bigrin dest. Ji 1250’î heya 1500’î rewşa Kurdistanê çi bû, em ê wê bigrin dest. Van hêzan li ser Kurdistanê çi dan meşandin? Di vê demê de hêdî bi hêdî wêjeya Kurdî bi pêş dikeve, em ê hinekî li ser wê jî bisekinin. Heya parçebûna Kurdistanê ya 1514’an em ê vê mijarê bigrin dest.
Mijareke din, ji parçebûna Kurdistanê heya sedsala 19’an e. Ji 1514’an heya 1800’î, nêzikî 300 sal rewşa Kurdistanê bi çi rengî derBais bû. wê demê Kurdistan bûbû du beş, beşek ya rojava ya ku di bin destê Osmaniyan de bû, beşek jî ya rojhilat ku di bin destê Îraniyan de bû. Em ê rewşa Herdu beşên Kurdistanê cuda bigrin dest.
Sedsala 19’emîn, em ê weke mijareke taybet ku pergala sermeyaderiyê pêş dikeve bigrin dest. Feraseta netewe dewletê û tesîra wê ya li ser Osmanî, Safewî û Kurdistanê em ê vekin. Serhildanên Kurdan yên sedsala 19’an jî em ê bigrin dest. Heya ku tê sedsala bîstan, wisa ye.
Di sedsala 20’emîn de jî, destpêka sedsalê, heya parçebûna Kurdistanê û peymana Lozanê, Birûkselê û Enqereyê jî em ê weke mijareke taybet bigrin dest. Ew mijar hemû girîng in, bes ew mijar ji bo fêmkirina îro pir girîng e. Çawa ku fêmkirina neolîtîkê, ji bo hemû mirovahiyê pir girîng e; fêmkirina destpêka sedsala 20’emîn û avabûna pergala nû ya cîhanî (yeni dünya düzeni) jî ew qesa girîng e. Heya ew pergal hate avakirin, pevçûn û nakokî hebûn. Ew pergala ku em îro dibêjin, bingeha wê xirab bûye ye, ango divê bingeha wê xirab bibe. Bala xwe bidinê, Serokatî hemû hevdîtinên xwe de gelek caran diçe wê demê, lewra bingeha vê pergalê wê demê hatiye avitin. Ger em dixwazin pergala îro fêm bikin, divê em wê demê fêm bikin. Pêwîst e, em li ser wan îtîfaqên ku wê demê çêbûne kar bikin û wan biguherînin. Çawa ku em dibêjin, ji bo ku em azadiyê fêm bikin, divê em civaka xwezayî fêm bikin; da ku em bikaribin pergala demokrasiye ava bikin. Ji bo pergala îro jî ew girîng e. Ew jî weke serdemekê ye.
Jixwe piştî wê Kurdistan dibe çar parçe (Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat). Em ê hewl bidin ku li ser her parçeyekî bi taybatî bisekinin. Em ê wisa bigêhêjin encamê. Bi vî rengî me pêşnûmeyek amade kiriye. Cihên dîtir jî me ew perwerde daye, lê dema wê kêm bû. Niha hinekî din dem zêde ye. Li gorî wê em ê hewl bidin, dema xwe baş kar bînin.
Weke qomîsyon nêzikbûna me ev e; em ê wisa beş bi beş biçin, em ê li ser her beşe biaxifin, di her beşê de ger axaftin û pirsên hevalan hebin dikarin bikin. Dibe ku pir dema me ya nîqaşê çênebe. Ne weke mijareke felsefîk û teorik e ku wisa bi dirêjî nirxandin bên kirin. Lê di her beşe de em maf didin hevalan; heval hem dikarin agahiyan bidin, hem jî şîrove û nirxandinên xwe dikarin bikin. Tiştê ku em weke destpêkê bibêjin ew e, bila weke pêşnûme van tiştan di destê hevalan de jî hebin.”
JI PIRTÛKA “DÎROKA KURDISTANÊ” HATIYE WERGIRTIN