ÊLIH – 19 ciwanên HDP’î yên bi armanca beşdarî nobeta li dijî Heskîf bikeve bin avê bibin duh hatin navçeyê, ji aliyê polîsên dagirker ve hatin binçavkirin. Piştî îfadeya 19 ciwanan hatin girtin, serbest hatin berdan.
19 endamên Meclîsên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê kom bûn, bi armanca beşdarî nobeta ji bo ku Heskîf dibin avê de nemîne di saetên şevê de xwestin çalakî li dar bixin, lê ji aliyê polîsên dagirker ve hatibûn binçavkirin.
19 ciwanên HDP’î yên bi hinceta bi komî meşiyane hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. 19 endamên Meclîsên Ciwanan û Jinên Ciwan ên HDP’ê piştî ku li Miduriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin, di saetên şevê de serbest hatin berdan.