NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan balafireke bar a leşkerî ya dewleta tirk a dagirker ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê ku çek û cebilxane ji çekdaran re dibirin, kir hedefa xwe û rûxand.
Li gorî nûçeya El-Erebiye balafirên artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê îro baregeha Misratayê bombebaran kir, bi wê yekê dibe cara duyemîn ku di hefteyekê de baregeh dibe hedef.
Daxuyaniyeke ji artêşa El-Wetenî tekez kir ku hêzên asmanî yên Lîbyayê balafira barên leşkerî ya Tirkiyê ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê kir hedefa xwe.
Li gorî daxuyaniyê, balafirê çek û cebilxane ji derveyî Lîbyayê anîn da ku desteka terorîstan bike.