SERÊKANÎ- Li Serêkaniyê ku dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirinê lê dixwe hicreyên veşarî yên DAÎŞ’ê tevgeriyan. Li herêmê sibehê piştî ku wesayiteke bombebarkirî hate zevtkirin vê carê jî tankêreke avê ya bombebarkirî hate bêbandorkirin.
Tankêra avê ya ji bo teqandinê hatibû hazkirin, li taxa Menacîr a Serêkaniyê ji hêla Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hate bêbandorkirin. Bi vê re pêşî li komkujiyeke pêkan hate girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe serê sibehê jî li ser rêya El Sefîhê wesayiteke bombebarkirî bêbandor kiribûn.