RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Dikare bê gotin ku, rasteqîna Kurdistan’ê qasî ku bi çi welatî re neyê berawirdkirin sotînerî ya vê pirsê diçespîne û hewqas jî bersîva lezgînî dixwaze. Min xwest ku pratîka jiyana xwe bi kurtasî bidim. Çawa ku hun dizanin, di “Çîroka Vejînê’’ de pratîka jiyana xwe, ji zaroktiyê vir ve vegotibûm. Va, çawa di wirê de jî tê dîtin, hema ji her tiştî re bervêdan û bertek raber kirim; pergaleke ku hema her tişt di aleyhê de ye, dema ku min çavên xwe vekir venekir, li hemberê derketim û li dijî cîhana xeniqandîner bi sêrîrakirinekê çalakiya xwe ya yekem dame destpêkirin.
Şoreşgertiya me ya 1970’yan pir şunde ye. Zaroktî û salên min ên dibistanê jî di bingeh de, li ciyekî bi pergalê re lihevnekirin, yanî di aliyekî de xwesteka pergalê li xwe rikibandin, lê di aliyê din de jî jê filitandin e. Nakokiyên ku bi rêpîvan û bêsinciyên tên zanîn, rêpîvanên malbatî û rewşên aboriyê û hema bi her tiştî re tên jiyandin ber bi bervêdaneke mezin û ev dihêle ku li ser kesayetiyê zext û serîrakirinekê re rê bê vekirin. Min, hewqas serîrakirinê çima guncav dît? Xwendevanekî bi baldar dizane ku kesayetekî dixwaze rê vebike ji bo azadiyê, ji vê pê de bi çi awayî nikare tiştek çêbike. Di mercên hinek malbatan de dibe ku jiyana zaroktiyeke têrbûyî guncav be. Yanî hinek malbat, bi derfet, axaftin û bi hêza xwe ya xistina bin temenê pergalê, dikarin zarok tevlî riyeke wisa bikin. Zarok, ya ber bi olê ve, ya ber bi asta aborî ango di hundirê pergalê de bi gor xwedî derfetên pêşveçûnê û dîsa bi gor rewşa otorîta malbatê tên perwerdekirin û dixine rê. Di vê bingehê de rêpîvanên ku cîbicî bûyîne hene. Îcar heke ku hinek jî rewş dest bidin ango mirov karibe xwe bi derfetan xwedî bike, rê wergirtin hewqas zor nîn e. Di temênê piçûk de dikevin vê riyê. Tebî jin zêdetir di bin zexteke şidiyayî û di bin çavdêriyê de tên mezinkirin. Zêdetir rêpîvanên xedartir ser wan tên çespandin; tê xwestin ku jiyaneke stûtewandî û rajêrî bipejirînin.
Dema ku min rewşa xwe kurtasî kir, bêşik dikarim bibêjim ku heman tişt ji bo min jî derbasdar bû. Yanî stemkariya malbatê, bêwateyî ya pergala gund û mercên bi her awayî şensê pêşketinê nadin; ew tiştên ku tu wek baş, rast û xweşik dizanî bi wana negihîştin, bêhêviya ku bi xwe re diafirîne û heta bertek, ew jiyana ku mirov bi dilê xwe nikare bije… Mirov çi dixwaze, bersîv qasî ku tunebin hindik in. Yanî bi dilê xwe nikarî bigerî, nikarî bi zimanê xwe biaxivî û zêde xwedî çand nîn î. Nêvengên pir wehş, şikîner û pêşketinê belên nakin, di vê mijarê de malbateke zêde hatiye pelişandin. Bi taybetî jî di wateya malbata kevneşopî de pelişandin û bêhêzî tê jiyandin. Va, ev tev hem egerên mirovên me ne, hem jî encam û armanc in. Jiyana min, va wisa dest pê kir. Min çi dikir? Çi tiştek ji destê min nehatiba jî, derdiketim çiyê, ji malê direviyam. Yanî mitleqa di nava mijûlahiyekê de bûm. Dema ku wan rojan tînim bîra xwe, di vê mijarê de ez têdigihîjim ku, di nava tevgerîneke wek cîwa de peyda dibûm. Hemin mijûlahiyekê peyda dikirim. Heta tevgera vala nesekinandinê hebû. Yanî ew mezinên ku pîvanên xwe yên taybet hene, çavên wan tim li ser min bû. Digotin, va virê xet kir, dest avêt virê. Dixwestin bi gora xwe pergalekê biçespînin. Tebî em jî pir bi tevger bûn. A ku me pêş dixist, bi yê cîdayî re şer bû. Ew pergala ku hemû pê qayilbûn, ez pê neqayil bûm. Ez li pey eleqedariyên cewaz, nêzîkatiyên cewaz, azweriyên cewaz, peroşmendên cewaz baz didam. Jiyaneke ne bi rengê ku pergal dixwaze, di şêwaza ku li xweşê min diçû bû.
Divê pergal çawa be? Tebî di virê de jî pirsa, “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Bi min re bi çarenûsê nerazîbûn, çarenûsa ku ê din ji min re qayil dîtine nepejirandin û hewldana bi hêza xwe diyarkirina çarenûsa xwe hebû. Bi gotineke rastir, ji jiyaneke wisa re bersîveke wisa hebû. Min negot, bêderfet e, zor e. Tevî ku hemû kes di radeyeke dawî de, bi vê sincê re dibû yek, her ku ez çûm û çûm. Min ew tişta ku xwesteka piraniya hebû bigihîjinê, lê nedigihîştinê, esas girt; ew tişta ku dixwestin biramin, lê nediramiyan, dixwestin çêbikin, lê çênedikirin, xwest vana çêbikim ango ew tiştên ku yên din dikin, ez naxwazim bikim re mijûl bûm. Ev qonax hemû, di bingeh de, bertek e li hember wê jiyana ku tê çespandin. Di salên dibistanê de ango dema ku ez bi pergalê re nasdarî bûm, min dîqatê rêpîvanan dikir. Di bingeh de ev taktîkê jiyana min bû. Di xwiyangê de bi rêpîvan û rewatiya civakî ve pir girêdayî bûm. Lê di hundir de jî, bêyî lêpîrsîn nakim û min nedikir. Dîsa di cara yekem de pir girêdayî bûm. Lê ber bi çûyînê ve min bi kûrahî lêpirsîn çêkir. Bi heman şêweyê hewl didam ku bi pergalê re di nava ahengê de bim. Lê dîsa jî, bertekeke pir rehdar bi min re pêş diket. Bi mamoste û mezinên xwe ve pir dilsoz bûm; lê tim û tim mezinan lêpirsîn dikirim. Ev di bingeh de rewşa heyî bi awayekê anîna pêş çavan ango zêde gotûbêjnekirin, lê çawa ku hebe bi wî halî nepejirandin bû. Di bin re di bin re lêpirsîna wê bike û ger derbaskirin pêwîst be, derbas bike. Min di wateyekê de li jiyanê tim wisa nihêrî.
Hun jî pê re ahengekê nîşan didin, di hemû temenê xwe de jê dûr nabin, lêpirsîn nakin ango rawetiya pergalê qet nasnakin û ev jî dibe anarşîzma bêteşe. Ya vê neqlê bi gotineke, “em pergalê nasnakin” tenê wek li hember derketineke ji bertekê peyda dibe ku ev yek jî ber bi binketinê ve dibe. Libat, bi anarşîstî û bi şêwaza ewanî çêdibin. Di bingeh de bêrî, bi pergalê re lêhatin e. Bi vî awayî lêpirsîneke ku rehdar dibe û pergalê bi rehdarî di lêpirsînekê de diborîne, pêk hat. Ez weke malbat, ol, hiquq, pergala siyasî, xebata aborî, jiyana gund û bajêr, çi bûyer, kirû û têkilî nema ku bi rexnedarî nêzîk nebûm. Tebî min vana ji sala 1970’yan vir ve gihand asta teoriyê. Di destpêkê de çawa ku we jî jiyabe, eleqe û bervêdan hebûn. Yanî hê rewşa bilindbûna teorî tunebû. Ev piştî daneheviyekê çêbû û em tevlî vê bûn. Yanî piştî ku bingeheke zanistiyê hate wergirtin, hemû bervêdan û lêpirsînên xwe ber bi teoriyeke şoreşger, vê jî li Kurdistan’ê navê welat lê kirin, ta pêwîstiya nasname û xwe bi salan lêpirsînkirin heta ku navdayîna weke xwedî nasnameyekê ve birim. Min vê ber bi çûyînê ve, teoriyeke partiyê, rêgezeke partiyê û koma pêşin ve gihand. Ev, di heman demê de ji pirsa “Çawa’’ re dibe bersîvek. Di gelala romanê de dema dest bi xebata komeke şoreşger hate kirin, min hewl da ku, ka di nava bersîvek çawa de vebêjim. Ji sala 1975’an şunde komeke şoreşger dest bi xurtbûnê dike. Di bingeh de ev li hember pergalê bi awayekê bersîvek e. Koma serhildêr, têkiliyên azad (di nav de jin jî hene) dîsa mirovên ku ji hawîrên cuda û herêmên cuda yên welatên din hatine hene. Ev yek di aliyekê de me têrbûyî dike û dibe bersîvek.
Li virê çawa dibe? Hun dizanin ku têkilî di radeyeke dawî de qels in, têkiliyên dilsoziyê tayê pembû ne. Eleqe û têkiliyên hevalbendiyê qels in, di bingeh de kê di hundirê civakê de çi be, vî dije. Malbata kê çi be, wê temsîl dike. Çîna kê çi be, wê temsîl dike. Heta hêviyên kê çi bin, di bingeh de ew e. Şoreşgertî modaya sala 1970’yan bû. Yên me jî wek pêwîstiya modayê tevlî bibûn. Lewma gûhertineke puxteyî û rehdar nehatibû destgirtin. Encam, bi têkiliyên me yên ku nabine şoreşger tim timî belavbûn çêbû; kom bi zehmetî pêş ket; rewşa arastenebûna teoriya rehdar û pratîka rêxistinî pêk hat. Bi seranserî nirxandina qonaxê û veqetandinên hêsanî kete rojevê. Têkiliyên hevalbendiya nû tên pêşxistin û di van têkiliyan de, di bingeh de azwerî heye. Mirov dixwaze vana bîne asta girêdana herî bi îdîa. Lê têkiliyên hundirê pergalê hewqas xurt in ku mînak, dibistan û malbat li ser her tiştî tên girtin û ji ber vê egerê xwestek nîn e, hêz ji bo pratîka şoreşgerî bê dayîn. Lewma kom, wê pir li hewa bimîne û berjewendî li ku derê ferman bide wê li wê derê jê qut bike û biavêje.
Me di van salan de jana vê kişand. Şoreşgertiya erzan, hilweşandinên hêsanî û xwe zêde nedana pratîkê… Ez vê qonaxê weke qonaxa dilsozî û ramana hevalbendî, netew û welatparêziyê, mînanî qonaxa bi tayê pembû ve girêdayî dinirxînim. Ên we jî pêvajoyên mînanî vê ku we jiyaye hene. Yanî pêvajoyeke girêdayê tayê pembû. Di bingeh de mebesta şoreşgerî heye. Tê xwestin girêdan û têkiliyên nû bên avakirin. Lê berjewendî û pergal qet fersend nadin. Hemû peroşmendî û azweriya min a wê demê, di vê wateyê de li zinar û kesayetiyên hişk dikevin û paş ve dizivirin ango xwe navegerînin dilsoziyên pir bandordar.
Tebî di heman demê de li wirê têkiliya jinekê jî heye. Li rexmî hemû mebesta baş, rasteqîna çînayetiyê pir hişk bû; rasteqîna malbatê li ser her tiştî serdest bû. Şoreşgertî hindek di xwiyangê de bû û wê girêdanên bingehîn ê bi devletê ve girê dida. Lewma têkiliyeke şoreşgerî zêde pêş nediket. Li rexmî tevahî zordayîn û hincet pêşxistina me, rasteqîna hişk bêtir giran derket. Dema ku şoreşgertî pêş ket, çawa ku li wirê tê dîtin, kesayetiya pergalê, kesayetiya ku bi hawîrên dewlet û hevkarmendên serdest ve girêdayî ye derdikeve pêş û xwe her ku diçe diçespîne û naxwaze ji serdestiya xwe dest berde. Di vê mijarê de bi her cure lîstokan diceribîne. Durûtî, bêrêzdarî û bêastî xwe zêdetirîn zirav diçespîne. Ji pergala xwe qayil e, wê hembêz dike. Eleqeyeke herî piçûk nîşanê têkiliya şoreşger nade. Ev, ew pêvajoya jiyana pir xeter a ku em dizanin ve encam girt. Tecrûbeya têkiliyeke şoreşger heye. Di bingeh de tevî ku gelek hincetên bîrdozî, siyasî û hwd. dihate rêzkirin û dîsa tevî ku pêwîstiyên welatparêzî û sosyalîzmê dihate bîrxistin, ev tev dikarbûn di axaftinê de bimînin. Kom pêş dikeve li hember vê, ew komê bi gor rasteqîna xwe eyar dike. Gûherîn û vegûherîn li aliyekê her tiştî bi gora xwe eyar dike; û her ku diçe vedigerîne berjewendiyên dewlet û malbatê. Jinantiya xwe jî di bingehê têgînên ku pergal weke, “pêwendiya taybet’’ ya jî “warê têkiliyên taybet’’ pênase dike, da ku girêdanên taybet bide pêşxistin, vê di bin navê zewacê de bi kar tîne. Ev tev di bingeh de têgînên formalîte ne. Yanî di hundirê pergalê de navê wan hene, lê di pratîkê de çi aliyê wan ê rişt nîn e. Tê gotin rêpîvan û tenê tê fermankirin. Em jî dibêjin, bila wisa be. Ev, bi ya min rewşeke jiyandina we hemûyan e. Va, dema ciwanek tê bîst saliya xwe, mitleqa yekî/ê dixwaze û pêwîstiya hezkirina yekî/ê bi xwe re dibîne. Bi ya min di virê de bi pergalê ve girêdana koletî heye.
Ezê li virê hindek rastîna xwe vebikim. Di bingeh de li ser navê ku her kes di vî temenî de hindek tiştan dirame, ez ne evîndarê hizirandina vê bûm. Heta ez, hayjixwe bûm û li hember derdiketim. Min dixwest şêwaza şoreşgertî pêş bixim. Lê çawa ku min got, bi şêwaza şoreşgertî nedibû. Ji ber ku rewşeke mostere û derewînî hebû. Ez bi xeteriyê hesiyabûm. Yanî min dizanibû ku şêwaza kevneperest, wê kesayetiyê bixeniqîne û ji ber vê yekê jî neketim rewşeke wisa. Li virê weke ku eleqeya we dikişîne, hun lêpirsînê dikin. Hinek ji we rewşên hestiyarî yên ku jiyane hene. Mirov dikare bûyera hezkirinê hindek pêgirê nirxandinê bike. Ez eşkere li xwe mukir werim ku, wê demê min zêde bawer nedikir hezkirin ango jê hatin hezkirinê, wê pêk were. Gelo we çawa ceriband? Bûyera hezkirin û jê hatin hezkirinê we çawa jiya? Min, wan çilûheşt pirsan ji ber vê bûyerê pirs kiribû. Mirov dikare di ciyekî di van hemû pirsan wiha daxîne pirseke bingehîn: Ma dema hezkirinê ye, ma nêvenga hezkirinê ye? Yanî di mercên welat û di rasteqîna civaka me de, gelo bi her awayî ev gengaz e yan na? Lê hemû kes hindik zêde van tiştan diceribînin. Bi ya min ev kevneşopiyek e. Ango pergalê tiştek wisa eyar kiriye ku weke “her kes dike, tu jî bike’’, “her kes dizewice tu jî bizewice’’, “her kes dibe keç ango zilamek wisa, tu jî bibe’’ weke pîvanekê bi kar tê. Min, di bingeh de bi bevêdanê bersîv dayê. Yani di lêpirsîna kesayetiya xwe de vê pirsê çareser kir û min nexwest ku xwe wisa bibînim. Dema ku min xwest ez çêbikim jî, min xwest şêwaza xwe bidim meşandin. Di heman demê de min xwest ku bi viyan û hêza xwe çêbikim. Di Kurdistan’ê de hêza mirov jî bi hewldana şoreşgerî dest pê dike. Hewldana şoreşgerî hêz dide avakirin û ev hêz jî ber bi viyanê ve dibe. Viyan jî ji têkiliyeke wisa re dikare wêrekî nîşan bide. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîst e hezkirin wisa dest pê bike. Hezkirin ne bi gor saziyên pergalê û ew hêza dide te, divê bi gor hêza te ya pêşxistina şoreşê dest pê bike. Tebî çawa ku min got ev nagihîje serkeftinê. Ji ber ku pergal bi xwe astengeke mezin e. Weke latekî li te dikeve û te vala derdixe.
Di pêvajoya şoreşger a piştre de bûyera hezkirinê ku hate gihandin zelaliyê, ger bibe bibe di şêweyeke tund bersîvdayîna li hember nêvenga bêrêzdarî ya mezin a heyî û nêvenga nakokî ya mezin û zextkar dikare pêş bikeve. Têkiliyên heyî, têkiliyên kirîn û firotinê ne. Ha ji te re hewqas qalan, ha ji te re vê keç ya jî vî xortî filan dewlemendî, ha ji te re hewqas zêr, cilûberk… Vana tev di bingeh de aliyên pêşxistina bêrêzdarî ya kar e. Ma jixwe ramana xwe nîn e, civakbûna xwe nîn e, siyaseta xwe nîn e, hêza xwe nîn e. Bi pere û pulan, bi cilûberkên rengûreng dixwazin hev û dî bixapînin. Ji ber wê yekê jî eleqeya me nekişand. Min vê wek bêrêzdarî dît û hesiband. Lewma me girt hundirê pêvajoya lêpirsînê. Va, min negot, “her kes nas û zarokên xwe hene, bila rewşeke min jî ya wisa hebe.’’ Temam rewşeke min a wisa çêbû, lê ez radest nebûm. Aliyê xwe yê herî balkêş jî ev der e. Di hundirê kar de çiqas hest hebin bila hebin (aliyê me yê herî bi avantaj jî ev e) dema ku bi nirxên bingehîn ve kete nava nakokiyan, dîlnebûna hestan girîng e. Yanî girêdana partiyê li ser hestan dîtin, bi ya min bûyereke mezin e. Heke ku min pir zehmetî kişandibe jî, min vê hêzê nîşan daye û xistina riya welat pêk aniye.Va, di vê derê de li têkiliyê gerîn girîng e. Nirxandineke bi hingaf e. Ez neketime nava “pir hez dikim, di oxira hezkirina xwe de cîhanê dişewitînim, ezê xwe bikim xwelî’’ nêzîkatiyên sivik ên wisa. Min tim xwestiye ku ya dijberê xwe bikişînim.
Ev, riyek e ku li Kurdistan’ê belkî jî zilamek yekem car diceribîne. Zilamê herî qirase yê Kurd jî, ji bo malbatê, ji bo perçeyek zevî, ji bo jinekê dikare bibe mirovkuj. Heta dikare ji bo mirîşkekê şer bike; bi egera dijunekê sihêl dikare bikeve nava şer. Lê dema ku dor tê dilsoziyeke bingehîn, bibêjî “werin em di oxira welatê xwe de, di oxira gelê xwe de, di oxira azadiya xwe de hinek tiştan bikin’’ nayên. Îcar ji bo vana ji malbata xwe, ji mal û mulkê xwe devjêberdan ne gengaz e. Tu nikarî wî bikişînî. Yên ku dibêjin, em hene jî, ew tîpên axayê feodal yên hevkarmendên kevin ê mîna Barzanî ne. Vi karî ji bo firotinê dikin. Kurdayetiya wan mînanî têkiliyên kirîn û firotinê ne. Tê wê wateyê ku ferqa min heye û ev pir girîng e, heta dikarim bibêjim ku tekane ye. Ev mirovên ku pir qîmet didamê, ji malbat û pergalê qut nedibûn û hêza xwe tevlî hêza me nedikirin. Ango dixwestin yek bidin, deh bistînin.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN