NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser hesaba xwe a fermî ya Telegram dîmenên çalakiyên xwe ên bi bandor û dîmenên cebilxaneya ku di encama çalakiyan de bidest xistiye parvekir. Di rojên derbasbuyî de şervanên HRE’ê bersivên xurt dan êrîşên çeteyên dagirker ên li Efrînê û navçeyên wê. Bi berxwedana şervanên HRE’ê êrîş hatin şikandin û gelek çeteyên dagirker ên girêdayî dewleta tirk a dagirker hatin kuştin. Di dîmenan de jî bandora xurt a çalakiyên HRE’ê û serweriya wan li ser herêmê berbiçav tê ditîn. Çeteyên dagirker ku li beramberî çalakiyan bêcare dîmin nema dizanîn ew ê kude biçin.