ŞIRNEX – Şardedariya Silopî ku girêdayî Şirnexê ye beriya niha li dijî tiryak, fûhûş û bişavtinê tûrnûvaya fûtbolê bi şiyara “Nebe Muptela, Azad Bibe” dabû destpê kirin. Lîstoka finalê di navbera Silopi Ekmek Spor û Artukbey Spor hate lîstin. Lîstoka finalê ku li saha şaredariyê hate lîstin, Parlementerên HDP’ê yê Şirnexê Hasan Özgüneş û Nuran İmir, hevserokên Şaredariyê û bi sedan welatî ji bo temaşe bikin hatin sahayê .
Di lîstoka dawî ku bi coş serwer bû bi hewaya şahiyê derbas bû. Lîstoka dawî Artukbey Spor bi 4-2 biserket.
Di dawî lîstokê de Hevserokê HDP’ê ye Şardedariyê Adalet Fidan spasdariya xwe ji bo hemû tîman anî ser ziman.
Piştî axaftinan xelat ji bo tîmên fûtbolê ku beşdar bibûn hatin dayîn.