BEHDÎNAN – HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayên şehîd ên li Gever û Cûdî eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di daxuyaniya me ya di 21’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 18’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Talê ya Gevera Colemêrgê êrîşeke hewayî kiribû û di vê êrîşê de 2 rêhevalên me şehîd bûne. Di van êrîşan de rêhevalên me Sînan (Vedat Bîngol) û Zagros (Serhat Kaya) tevlî nav refên şehîdan bûne.
Di daxuyaniya me ya di 29’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 27’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Navsera Cûdî ya Cûdî ya li Şirnexê operasyonek daye destpêkirin û di 28’ê Tîrmehê de jî êrîşên hewayî kiriye. Di van êrîşan de rêhevalên me Serhildan (Mûhammed Şîrîn Anakîn), Şervan (Zindan Şeveşoglû) û Şevger (Mehmet Ozgur Otlaz) şehîd bûne.
‘EM Ê ALAYA WAN A TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNIN SERFIRAZIYÊ’
Rêhevalên me Sînan û Zagros di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne. Rêheval Sînan û Zagros qirkirina li ser gelê Kurd qebûl nekirine û bi awayekî çalak tevlî nav refên gerîlayan bûne. Li Çiyayên Zagrosê li hemberî dijmin şer kirine û bûne xwediyên keda pîroz. Xeta berxwedanê ya rêheval Sînan û Zagros ji me re bûye mînak.
Rêheval Serhildan, Şervan û Şevger jî li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayik bûne û li hemberî konsepta îmhakirinê ya dewleta Tirk a dagirker tevlî nav refên gerîlayan bûne. Rêhevalên me li ser axa ku ji dayik bûne, têkoşîneke bi rûmet kirine û li Çiyayê Cûdî li hemberî dagirkeran bi qehremanî şer kirine.
Malbatên hêja yên rêhevalên me yê li Gever û Cûdiyê şehîd bûne di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku şehîdan dane me, em ê bigihînin serfiraziyê.
NASNAMEYA GERÎLAYAN
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Sîna Rapo
Nav û paşnav: Vedat Bîngol
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dê û bav: Selma – Hulkî
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an/Gever
***
Nasnav: Zagros Sînan
Nav û paşnav: Serhat Kaya
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Semîhe – Osman
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an / Gever
***
Nasnav: Serhildan Cûdî
Nav û paşnav: Mûhammed Şîrîn Anakîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Xezal – Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî
***
Nasnav: Şervan Delîla
Nav û paşnav: Zindan Şeveşoglû
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Turkan – Gazî
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî
***
Nasnav: Şevger Çiya
Nav û paşnav: Mehmet Ozgur Otlaz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Aynûr – Yûsûf
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî”