AKRÊ – Li gundê Gocer ê Akirê ya ser bi Dihokê ji ber ku bîrên neftê yên lê hene sûd nade welatiyan û li wan kompanya nagirin kar xwepêşandanekê destpê kir. Xwepêşandan berdewam dike.
Li gorî agahiyên ji rojnameger Guhdar Zêbarî ku herêmê ye, ne cara yekeme welatî bi awayên cuda daxwaz kirine ku li bîrên neftê werin girtina kar, tevî ku soz ji bo wan tên dayîn jî hîn ti kes negirtine kar.
Guhdar Zêbarî diyar kir ku welatiyên eşîreta Sûrçî neamadebûn ku xwepêşandnaa dawî bikin û li ber bîrên neftê vala bikin, lewma alozî çêbû. 10 welatî û 5 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn. Tê gotin ku birîna wan sivike.
Her çiqas hêzên ewlehiyê gelek hewil dan ku dawî li aloziyan bîne, lê hata niha rewş aloze û Sûrçî dest ji xwepêşandana xwe bernadin.
Niha hêzên ewlehiyê yên herêma Akirê li gund hatine belav kirin, lê nerazîbûna welatiyan berdewame.
Li gorî agahiyan, rojane bi dehan tankerên neftê li wan bîrên neftê tên û diçin û ziyanê digihînin jîngeha welatiyan. Lê, welatî diyar dikin ku ti sûdê nade wan û êdî qebûl nakin.