QAMIŞLO – Endamê hêzên Asayîşê yên navçeya Tirbespiyê Hogir Arefat diyar kir ku hêzên wan komeke ku destê wan di teqîna li navçeyê de heye, destgîr kirin.
Li kolana giştî anku li pêşiya navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo erebeyeke bombebarkirî ku li wir hatibû bicihkirin, teqiya. Teqîn saet di 11:00`an de pêk hat.
Di teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da lê nasnameyên wan nehatin zanîn. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn. Teqînê zirar da derdorê û aliyekî avahiya Berîdê.