STENBOL – Li gorî rapora meha Tîrmehê ya têkildarî kuştinên jinan di nava mehekê de 31 jin hatine kuştin. Di raporê de tê gotin ku herî zê bi çekê jin hatine kuştin û wiha didome; “16 jin bi çekê, 5 jin bi amûrên birînê, jinek hate xeniqandin û 3 jin bi derbê hatine kuştin. Mixabin jinek jî bi guman ji cihekî bilind ket û kuştina 5 jinan jî nehate testpîtkirin.”
Di raporê de bal hate kişandin li ser polîtîkayên bêcezayê û hate gotin; “Heta ku sedemê kuştina jinan û ji aliyê kêve tê kuştin neyê tespît kirin; heta ku darezandineke adîl pêk neyê, kesên bi guman û sûcdar neyê ceza kirin, tevdîrên pêşî lê bê girtin neyê stendin wê rewşa tundiyê bidome.”
Li gorî heman platformê di nava 7 mehên îsal de herî kêm 245 jin hatine kuştin. Li gorî raporê meha Hezîranê 40, meha Gulanê 37, meha Nîsanê 36, meha Adarê 27, meha Sibatê 31 û meha Çileyê jî 43 jin hatine kuştin.
Di sala 2018’an de herî kêm 440 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Ev hejmar sala 2017’an 409 bû.