RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Her ku em gotûbêjên pirsgirêka jinê wisa di quncên cewaz de digirin dest, armanc xitimandinên di jiyana partiyê de dana derbaskirin û bikarainîna milîtantî ya şoreşger, bêyî ku zêde astengan ve rû bi rû bimîne, ber bi herikandineke geş ve birin e. Çawa ku tê zanîn, mirov embara vejen a mezin e. Ew vejen her ku veşartî dimîne dirize, li nava xwezayê belav dibe û bi gor zagonên xwezayê bi kar tê. Em hewl didin ku mirovê dije ji bûyîna potansiyel derxin, vegerînin vejenê, vê jî weke warekî dahûrîner ê bingehîn ber bi şerê siyasî û piştre yê leşkerî herikandinê ve bînin rewşa hêmanekî çist. Bi rastî jî mirov di hêza atomê de behreyek e; gelş şayana teqandina wî ye. Hunê bibêjin, ka çi pêwendiya vê bi pirsgirêka jinê ve heye? Mirovê ku ji zayendîtiyeke bêteşe nefilitiye, mîna teqandinê ye.
Lê weke Çernobîl teşkele çêdike; tenê mirovan dikuje, felç dike û ber bi seretanê ve dibe. Dizanim mirovên ku dîl kirine hene, jin hene. Bi tevahî behreyên xwe ve xeniqîne, bêyî ku bijîn mirine. Divê ev bê perçekirin. Çima hewl tê dayîn ku potansiyela kesayetiyên averêbûne bê çistkirin? Ev bi temamî jin û têkilî eyarkirineke bi gora berjewendiyên mêtîngeriya kerax yê çîna serdest e. Ta ku li hember vê şer neyê vedan, rêzdariya jiyanê nayê pêşxistin. Ji ku derê ve bê nêrin bila bê nêrîn derbaskirina qirêja derdora cîhana jinê bi derbekirinên şidiyayî li ser esasê têgînên nû, li ba vê yekê herikandina vejeneke paqij-zelal û anîna rewşa hebûniyeke ku kesayeta jinê peyda dike û çist dibe, bêgotûbêj peywireke şoreşê ye.
Em bi vê bawer in û ji bo vejena jinê derxistina eşkeretiyê, tevahî hêza xwe datînin rastê. Zexta çînayetî, kevneşopî û sinc, dîsa venêrana mezintirîn a civaka serdestiya zilam, jinê aniye rewşeke nikare henase wergire. Şoreş,her ku kom, gel û civakên di bin zextê de derdixe eşkeretiyê, di aliyê din de jî, ji vana hêz dide avakirin. Ev ji bo jinê bêtir pêwîst e.
Di destpêkê de rasteqînê bi çewtî û rastiyan ve naskirin, piştre jî vegûhertin pêwîst e. Pîştî ku çewt-rast ango xweşik-kirêt hate diyarkirin vegûhertinê dana destpêkirin pêwîst e. Bi vî awayî peywira çewt û kirêt derbaskirin, rastî û xweşiktiyê serdestkirin dikare pêk were. Vê jî şoreş çêdike. Pirsgirêk objektîf e û warekî peywira şoreşê ye ku nikare di ser re derbas bibe. Li ba me ev kartêkerekî herî xitimandiner e. Hem di hundirê partiyê de, hem jî derveyê partiyê de kesayet neketine riya hev xurtkirinê. Hê jî riya terpilandinê dijîn. Mînak hun dibêjin, “Pergala wêkheviyê”; wekhevî çi ye? Em zewacê bigirin dest; em ji vê re bibêjin meşa pevretî ango pevreyî ya nijada mirov. Heke di vê de pevretiya armanc, pevretiya biryar hebe, diyar e ku ev hevalî hatiye pêkanîn. Lê ev damezraka pevreyiyê ku damezraka malbatê ye, ger ku hatibe rewşa xistin û ketibe rewşa amraza bi rasteriya meşê ve dikeve nav nakokiyê, di vê rewşê de, ku ew hatibe şûngeha dijraberê berjewendiyên civak û netewê, wê demê em nikarin qala têkiliya saxlem a hevalî û zewacî û têkiliya azad bikin. Lewma di vê bingehê de malbatê bi rexneyeke tund pêgirkirin û dîsa têkiliyan ji rexneyan re vekirin jênerevîn e.
Ev têkilî û jiyaneke çawa ye; va, di nêvenga partiyê de bi hewldanên piralî em dixwazin pêş de bibin. Aliyek vê yê ku neyê têgihîştin û bê lomandin tune; ji ber ku peywirek e. Jixwe jin, ji ber zext û rewşa nayê pejirandin a ku civak diçespîne, diherikin nav partiyê. Sedemê bingehîn ev e. Pêwîst e hun bergîdana vê bibînin. Partî, bi dayîna nêzîkatiya azadiyê, jin jî bi meşandinê berpirsiyar e. Divê mirov xwestekên xwe berevajiyê vê nexîne. Bi taybetî jî divê bêriyên xwe bi şerê xwe re bike yek. Her wekî ku şerê partiyê, bi wateyekê şerê jinê ye jî. Pêwîst e avakirina pêwendiya navbeynê baş bê zanîn.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN