AGIRÎ – Haşem Tîlaver ku ji hêla leşkerên Îranê ê dagirker ve li ser sînor hat qetilkirin, li goristana gundê Belasor hat definkirin.
Di 2’ê Tabaxê de leşkerên Îranê ên dagirker êrîş biribûn ser gundiyên gundê Belasorê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê ku bi bazar sînor re mijûl dibin. Di encama vê êrîşê de Haşem Tîlaver birîndar bûbû. Tîlaver piştî birîndariya xwe bi saetan li erdê hatibû hiştin û piştî demekê ji bajarê Qelenî yê Îranê ambûlasek hatibû cihê bûyerê û Tîlaver biribû nexweşxaneyê. Tîlaver di rê de berî ku bigihîje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Tîlaver duh saetên şevê de radestî malbata wî hat kirin. Malbatê îro di saetên serê sibehê de cenazeyê Tîlaver li gundê Belasorê defin kir.