QAMIŞLO – Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê duh êrîşeke bombeyî hatibû kirin û sê zarok hatibûn qetilkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku zarokên hatine qetilkirin Îbrahîm Hisên El-Hemûd (11), Ebdullah Hisên El-Hemûd (9) û pismamê wan ê bi navê Mûsa El-Abdullah (8) in.
Hate diyarkirin ku malbata El Hemû ji ber şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê ji Helebê koçî Tirbespiyê kirine.
Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girtine.