NAVENDA NÛÇEYAN – Li nuqteya çeteyên Feyleq El Salîse ya girêdayî dewleta Tirk a li Qada Kawa ya dikeve navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat.
Hate ragihandin teqîn di encama motorsiklêteke bombebarkirî de pêk hatiye. Dîsa hate ragihyandin ku kuştî û birînarên çeteyan hene.
Heta niha kesê teqîn li xwe negirtiye.