STENBOL – Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin de Ocalan ev peyam da: “Ez dixwazim cih ji bo gelê Kurd bidim çêkirin, wer in em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku di nava hefteyekê de ihtimala şer ji holê rakim. Ezê çareser bikim, ez ji xwe bawerim. Ji bo çareseriyê amade me. Divê dewleT jî ya dikeve ser milan jî pêk bîne.”
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin wiha ye:
“Me 7’ê Tebaxa 2019’an bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina li gel Birêz Ocalan de rojeva sereke li gel gelek sernavan a esas pêşketinên dîrokî yên têkiliyên Kurd-Tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê bû.
Têkiliyên Kurd-Tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921’ê hate nirxandin, diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bike. Dixwaze xwe bi Kemalîst, dixwaze jî bi Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî, divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide.
DIVÊ HER KES BIBÎNE KU WÊ ENCAMÊN GIRAN BI XWE RE BÎNE
Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser winahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne.
Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê.
Gotina Ozal a sala 1993’an a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.
WÊ HIQÛQEKE KURDAN HEBE AN NA?
Birzê Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike; li dijî dîroka derew, mijûlkirin û sext ya ku aqilê şovenîstiyê ye, li gorî têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo Kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de ti pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Wê hiqûqeke Kurdan hebe an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir, diyar kir ku aqilê Kurdan ava dike.
TECRÎDA 20 SALAN BI ŞERÊN ÎRO VE GIRÊDAYÎ NE
Birêz Ocalan der birî ji serdema Ozal heta roja îro lêgerîna ji bo aştî û demokrasiyê didome. Birêz Ocalan diyar dike ku tecrîda 20 salî ya li dijî wî bi şerên îro diqewimin ve girêdayî ne. Her wiha got ew tevî van hemû zoriyan jî li dijî vê yekê bîst sal in li ser xeta aştiyê li ber xwe dide û dê ji vê yekê re dibe bersiv.
Bi vî awayî Birêz Ocalan dibêje; “Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.”
Di heman demê de bi wesîleya cejnê hemû gelê me yê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ked û dil daye jî silav kir û cejna gelên me pîroz kir. Ji girtîgehan re silavên xwe yên taybet şand.”