RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Şûna ku mirov bibe mehkûmê kevneşopiyan û were xeniqandin, di oxira azadiyê de têkoşîneke mezin vedan hezar car çêtir e. Şûna stû tewandina mercên ne bi salan ku bi qasekê jî mirov nikare bihedirîne, di riya azadayî de her roj hezar caran mirin bêtir di cî de ye. Azadî, di pêşiya nan û avê de tê. Dema ku hun bibêjin, “Nan û av pêdiviyeke bingehîn e’’ û spasî bikin, hingê hunê li hember nirxekî bingehîn ê jiyanê berevajî bikevin. Ev bingehîn sedema serberjêrkî çûyîna we ye. Lê ger ku şûna vê de, hun ber bi azadî û têkoşîna wê ve biçin, ev helwesteke rast e.
Pênasa pêşketina PKK wisa tê çêkirin. Bi rastî jî, di bingeh de ev taybetmendiyê PKK jinê kişandiye. Em bi dahûrînan ji vê re zelaltî tînin û dîsa ka wê çawa pêwîstikên vê bên cî didine diyarkirin. Bêguman çareseriyeke wisa reçetewarî ango qasekî nikarin pêk bînin. Weke di çareserkirina her pirsgirêkê de, di vê derê de jî ji têkoşîna salan re pêdivî heye. Wekî din çawa ku di her warî de heye, ev war jî pêdiviya xwe bi afirandineriyê heye. Ya herî girîng jî ev, bi rêxistinê dibe. Rêxistin jî wekhevê şer e.
Bi taybetî gotûbêjên ku min di vê mijarê de pêşxistine, hindek takekesî ne; partî jî wê gotûbêj bike û ji xwe re bike mal. Her wiha tevlîbûna gotûbêjan hem mafê wê ye, hem jî peywira we ye. Ger ku hun, nekevin berevajiyê yekîtiya partiyê, ku hun taybetmendiya wê ya xurt dike dîqat bikin, dikarin ew tiştên ku tê gotin tabû nasnekin, pirsgirêkê gotûbêj bikin û têxin riya çareseriyê. Rêzdariya ku em ji jinê re, bi vê wateyê ji zilam re jî nîşan bidin, şûna ku di bin bandora giran a kevneşopiyê de nale nal bikin, ji azadiyê re hêz nîşandana wan pêkanîn e. Derbirîna herî rasteqînî ya rêzdariyê ev e. Heta em dikarin bibêjin ku taybetmendiya herî mezin a şoreşa me, mirov weke hebûniyeke rêzdar diyarkirin û pêwîst e rêzdarî ji rûmeta mirovbûnê re bê raberkirinê derxistina rastê ye. Ger ku em bêtirîn şênber bikin: Pirsgirêk heye. Gundî, berî gihandina 15 salî bi çareseriyeke bi awayê sergirêdanê encam dikin. Burjuvazî û emperyalîzm, jinê bi awayekê herî xirab tînin rewşa meta û bêtir bêwijdanî dibin çareseriyekê. Wê vedigerîne metayeke tazî. Çareseriya sosyalîst an jî azadiyê wisa nabe. Ne ya feodalîzmê ku jinê bi heft pacan servedişêre û ne jî ya emperyalîst kapîtalîzmê ku tîne rewşa altaxê mekanîzmayên zir li sûkên vekirî nabe şêwaza çareseriyekê. Nêzîkatiya azadiyê mirovanî ye. Di vê bingehê de nêrîna me ya cîhanê heye. Di pêşî de gotûbêjkirin ji bo têgihîştina vê ye. Gotina, “Here keça filankes bîne û were, vê keçikê bibîne û bi kar bîne, derxîne reklamê, di piyasê de bi kar bîne’’ bi yek axaftinekê bêrêzdarî ye. Ji vê jî wêdetir heqaret e, dijun e, ji mirinê xirabtir e, hereşeya jiyanê ye.
Her wiha pirsgirêk jiyanî ye. Jixwe jin, ji ber vê sedemê dixwazin werin nav partiyê. Dîsa ji ber sedemê di nava partiyê de bi mafdarî di nav hinek bendemayînan de ne. Hun ji bendewariya xwe ya azadiyê re çareseriyên rast dixwazin û ji bo vê jî bi qehremanî xwe feda dikin. Bi sedan hevalên me yên jin da ku radest nebin, stû netewînin di hundirê pêwendiya vê azadiyê de xwe feda kirine. Bi bombeyekê, bi guleyekê vê helwesta zadegan nîşan dane. Vê nedîtin, dîtin û maf nedayîn bêrêzdariya herî mezin e. Ji van nirxên mezin re maf nedayîn, tê wateya bi bîranîna wan ve negirêdayînê.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN