MÛŞ – Li navenda Mûşê polîsên dagirker avêtin ser malên Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel û tevî kesê bi navê Kûdbettîn Çelîk hevserokên HDP’ê yên bajêr destgîr kirin. Polîsên tirk ên dagirker her wiha avêtin ser avahiya HDP’ê ya Mûşê.
Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik serdegirtin şermezar kir û got, “Ev nêzîkatî ji bo tepisandina partiya me HDP’ê ye ku dixwaze siyaseta demokratîk bike.”
Işik destnîşan kir ku wê ji têkoşîna xwe venegerin û got, ji bo avakirina aştiyê û pêkanîna siyaseta demokratîk wê ji her demê bêhtir têbikoşin.